Zarokeke Kurd a Efrînî namzeda Xelata Aştiyê ya Navdewletî ye

.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan îsal zaroka Kurd a Efrînî Sîrîn Mazlûm Nasan a 13 salî ji bo Xelata Aştiya Zarokan a Navdewletî ya sala 2022an kiriye namzed, ji ber kar û hewlên wê yên awarte di piştgirîkirina zarokan û veguhastina êş û azarên wan bo cîhanê.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, Sîrîn Mazlûm Nasan ji bo Xelata Aştiya Zarokan a Navdewletî ya sala 2022an hatiye namzedkirin û namzediya Sîrînê ligel nêzîkî 170 zarokên cîhanê ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya Navdewletî hatiye qebûlkirin.

Sîrîn Mezlûm Nasan, keçeke 13 salî a ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, çend sal in berpirsiyariya parêzvaniya li zarokên wek xwe girtiye ser milê xwe û beşdarî gelek çalakiyên hunerî û civakî ya ji bo piştevaniya zarokan bûye. Sîrîn serdana kampên koçberan dike û bi zarokan re beşdarî çalakiyên xêzkirina tabloyan û stranên banga aştî û azadiyê dikin dibe.

Sîrîn piştgiriyê dide hevsalên xwe yên zarokên ku ji ber encamên şerê çekdarî li Sûriyê bandor bûne. Di vîdyoyên ku li ser Înternetê hatine weşandin de xuya dike, ku Sîrîn tê de bi zimanê Kurdî û Erebî behsa peyama xwe ya piştgirîkirina hevsalên xwe dike û digihîne cîhanê: “Şer rawestînin. Em dixwazin zarokên Sûriyê jî wek hemû zarokên cîhanê mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin.”

Sirîn tevlî komeke herêmî bûye û bi hevrêyên xwe re gelek stranên ku banga mafên zarokan li herêmên şer û pevçûnan û banga azadî û aştiyê dikin, pêşkêş kirin.

Xelata Aştiyê ya Navdewletî ya Zarokan her sal ji bo zarokekî ku ji bo mafên zarokan têkoşiya ye tê dayîn û ji aliyê Komeleya Xwediyên Xelata Nobelê ve tê dayîn.

Ev xelat ji sala 2005’an ve ji aliyê Serokê Rêxistina Navdewletî ya Mafên Zarokan Marc Delawaret ve di Lûtkeya Cîhanî ya Wergirên Xelata Aştiyê ya Nobelê li Romayê de, hat dayîn. Her wiha ev xelat platformekê ji bo zarokan peyda dike ku bîr û peyamên xwe yên ji bo parastina mafên zarokan bînin ziman.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir