Min xwest di vê tevliheviya nexweşiya Korona û belavkirina wê de nivîseke cûda binivîsînim. Binivîsînim da ku em kurdên ewropa bikaribin hinekî li xwe farqilin û bibînin ku em têk diharin.
Em ew kesên ji ber tofana darbeya leşkerî ya 12 îlon sala 1980ê berbi welatên ewropa de reviyan an hatin da ku bikaribin karekî ji bona gelê xwe bikin û piştî zelalkirina rewşê em li welatê xwe vegerin.
Belê ev bû, 30,40 û 50 salên me lê hê jî em venegeriyanin. Venegerin jî ber ku êdî em nikarin vegerin û naxwazin vegerin. Sedem jî êdî em fêrî vir bûne. Zarokên me li vir mezin bûne, nebiyên me li vir hatine dinyê. Êdî ew bûne malê ewropa.
Bi hatina me ya ewropa piraniya me karên baş kirin. Em zimanê xwe fêr bûn. Me berhemên kurdî nivîsîn. Me zimanê xwe pêşve bir. Me gelek rojname, kovar ûhwd li ewropa derxist. Li gor min ev serketineke baş bû.
Belê karekî baş bû, lê me zarokên xwe, nebiyên xwe ji bîr kirin ku wan bi çanda xwe mezin bikin. Bi wan re bi zimanê xwe qise bikin û divê me rê neda ku ew bi temamî ji çanda gelê xwe dûr biketina. Li gor min piraniyê ev kir û ev jî gunehkarî û sûcekî mezin e.
Belê rast e, ji me gelekan, me xwe baş fêrî kurdî kir û bûne xwedî gelek berhemana jî. Ev serbilindyî ye. Gelek ji me herroj behsa ziman û fêrbûna wî dikin. Piraniya me dibêjin ziman têk dihare. Lê dîsa piraniya me, ziman zanên me, nivîskarên me, akademisyenên me, mamosteyên me yên zimanê kurdî, zarokên xwe ji bîr kirin û wan bi zimanî biyaniyan mezin dikin.
Di malên piraniya wan kesên min li jor behsa wan kirin, zimanê malê ne kurdî ye. Piraniya zarokên wan bi kurdî nizanin. Lê dibêjin em kurd in. Ev jî baş e. Lê wê nebiyên me li ewropa bêjin kalê min kurd bû. Aha malwêranî di virde ye.
Em zarokên xwe bi xwe re nabin, şîn û şahiyan da ku li wir fêrî çanda kurdî bibin. Em zarokê xwe bi xwe re nabin civînên partiyên siyasî ku li vir fêrî siyasetê bibin, da ku bikaribin rojekê vegerin welatê xwe an fêdeyekê ji bona welatê xwe bikin.
Em ji zarokên xwe re, ji nebiyên xwe re, serpêhatiyên xwe nabêjin, ji ber ku em naxwazin ew biêşin. Em dibêjin bila ew bixwînin. Baş e xwendin û dixwînin, gelekê wan çanda xwe, zimanê xwe, adetên xwe nizanin. Gelo wê çawa fêdê bide xwe ango welatê xwe.
Em her loman ji kesên li welêt ango yên li Kurdistanê ne dikin û dibêjin ziman li ber têkçûnê ye. Lê em ji bîr dikin ku me li ewropa ev têk birî ye. Ji ber ku çi dema îmkan peyde bibe, kesên welêt dikarin pir bi rehetî û zû zimanê xwe fêr bibin.
Lê zarokên me, neviyên me yên ewropa ziman ji bîr kirin êdî zehmet ku careke din serê xwe pêre biêşîne û wî zimanê dê û bavê xwe fêr bibin.
Divê em baş bizanibin ku zarokên zimanê xwe ango kurdî nizanibin, hûn bawer bikin weke kurdekî/ê mezin nabin. Ew her weke kesayetiyekî/ê welatê lê mezin dibin, dimînin.
Dema ku doza çima zarok nayên civînên siyasî tê kirinê, hin bav aciz dibin û dibêjin; ”Ma em çi bikin ew nayên û em nikarin wan bi zorê jî bînin”. Aha ev malwêraniyeke din e ku em bi destê xwe zarokên xwe ji kurdbûna wan bi dûr dixin.
Ji bona ev rewş bê guherandinê divê em zorê bidin zarokên xwe da ku bikaribin bi xweşî werin civînên me yên siyasî. Werin şîn û şahiyên me, em rê nedin wan da ku li malê bi zimanekî din qise bikin.
Divê dê û bav tenha bi zarok û nebiyên xwe re kurdî qise bikin, yana êdî ew nema dibin ê me. Heger em vê rewşê neguherin, em him zarokên xwe wenda dikin him jî wan ji çanda kurdî bi dûr dixin ku hizra kurdewariyê bi wan re pir kêm dimîne.
Lê em pesnê xwe didin û ha ha dinivîsînin ku ziman li ber têkçûnê ye. Em nabînin ku em bi xwe wî zimanê têk dibin.Em her rexnan li kesan dikin, lê rewşa xwe nabînin an nayê hesabê me ku em bibînin.
Ez bi xwe reşbînim ku em li ewroppa têk diharin û ji bona pêşî li vê bê girtinê jî tiştekî nakin.Em ziman zan in, mamosteyê zimanê kurdî ne, nivîskarên kurd in, lê zarokên me bi kurdî nizanin. Gelo ev li hev dike…
NIha berê zarok û nebiyên me ji kurdî bêtir, ji çanda kurdan bêtir, adet û toreyên kurdan bêtir, berbi welatê lê ne,dihare û ew roj bi roj dibin malê wî welatî…