Zêbarî bo Balyozê Îranî: Divê beşdarî kursa dîplomasiyê bibe

.

 Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li ser gotina Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî ya “Êrişa li ser Hewlêrê ne li dijî serweriya Iraqê bû lê li dijî bingeha Îsraîlê bû” bersiv da û got “Divê biçe beşdarî kurseke dîplomasî û hiqûqa navneteweyî bibe.”

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî li bajarê Kerbela yê Iraqê di çalakiyekê de derbarê êrişa Supaya Pasdaran ya li ser Hewlêrê de axivî.

Mescîdî diyar kir ku Îran rêzê li serwerî, hikûmet û gelê Iraqê digre û got “Êrişa li ser Hewlêrê ne li ser li dijî hikûmet û serweriya Iraqê bû, li dijî bingeha sîxur ya Îsraîlê bû.”

Herwiha Mescîdî ragihand “Gelo Komara Îslamî ya Îranê dê li hember îsraîliyên ku li dijî ewlehiya me tevdigerin bêdeng bimîne? Ev berterk (êrişa mûşekî) li dijî siyonîstan bû, ne li dijî Amerîka û Iraqê ye.”

Zêbarî: Divê beşdarî kursa dîplomasiyê bibe

Li ser van gotinên Îrec Mescîdî, endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêberî li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiv da û tê de destnîşan ki ku divê Balyozê Îranê zimanê dîplomasiyê fêr bibe.

Zêbarê got “Divê birêz Balyoz biçe beşdawî kurseke dîplomasî û hiqûqa navneteweyî bibe. Divê ew fêrî rêzgirtina têkiliyên cîrantiya baş û prensîbên hevpar ên di navbera welatan de bibe.”

Di beşeke din a parvekirina xwe de Zêbarî dibêje “Gelo ev destpêka helwesta we ye ku li şûna bi Îsraîl, Sûriye, Lubnan û Gazzeya birîndar re rûbirû bibin, Iraqê jî têxin nav planên tasfiyeyê? Ev daxuyaniyên we yên serjêrkî ne aqilane ne, pisporê peywendiyên dîrokî yê Îran û Iraqê, Kurd û Îranê, birêz Îrec Mescîdî!”

Çi bûbû?

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê heman rojê bi daxuyaniyeke fermî berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo “veşartina vê tawana qirêj e.”

Êrîşa ser bajarê Hewlêrê ku cihê sivîl kir armanc, li ser asta navxwe ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dijwarî hat şermezarkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin