Zêdetirî 10 milyar dînar li ser cotkarên Herêma Kurdistanê tê dabeşkirin

.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dê zêdetirî 10 milyar dînar li ser cotkarên Herêma Kurdistanê were dabeşkirin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Newzad Kamil ragihand, beşeke din ji mafên darayî (pereyên genim) yên cotyaran ên sala 2023an hat ser hesabê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê.

Newzad Kamil got jî: Piştî bidawîhatina rêkarên îdarî û darayî, dê dest bi dabeşkirina van pereyan bi vî awayî bê bikin:

Silêmanî: Pênc milyar dînar

Hewlêr: Sê milyar dînar

Duhok: Du milyar û pêncsed milyon dînar

Sayloyên Herêma Kurdistanê ji roja 25ê Gulana 2023an ve ji bo wergirtina berhema genimê îsal a cotkaran hatin vekirin û ji bo her tonekê 850 hezar dînar ji cotkaran re tê dayîn.

K24

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye