‘Zêdeyî 5000 şehîdan’: Amarên nû yên komkujiya Kurdên Êzidî

.

Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên Revandî ya Herêma Kurdistanê amarên nû ragihandin ku ronahiyê dixin ser mezinbûna komkujiya Kurdên Êzidî ya bi destê DAIŞê.

Li gorî rapora dawî ya Nivîsgehê, hejmara "şehîdên Êzidî heta niha ji 5000î derbas bûye", her wiha 2745 zarokên sêwî hatine qeydkirin ku di wan komkujiyan de malbatên xwe ji dest dane.

Heta niha li bajarê Şingalê 93 gorên bikom hatine dîtin, li gel dehan gorên takekesî ku termên qurbaniyên vê komkujiyê di wan de ne.

Li gorî raporê 6417 kes hatine revandin ku 3548 ji wan jin û 2869 ji wan mêr in.

Raporê diyar kir, "3585 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, di nav wan de 1211 jin û 339 mêr, bi tevahî 1074 zarokên keç û 961 zarokên kur hene."

Hejmara kesên revandî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin, termên wan di gorên bikom de hatine dîtin û radestî malbatên wan hatine kirin 274 e ku 37 ji wan jin û 237 ji wan mêr in.

Li gorî raporê, heta niha jî 2558 kes winda ne ku 1225 ji wan jin û 1333 ji wan mêr in.

Hejmara Kurdên Êzidî yên koçber ên ku niha li kampên Herêma Kurdistanê dijîn 135,860 e, di heman demê de li deverên cuda yên li nav Herêma Kurdistanê 189,337 Kurdên Êzidî yên koçber hene.

DAIŞê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û li hemberî Kurdên Êzidî komkujiyeke hovane pêk anî, DAIŞê wê demê 6417 Êzidî revandin ku heta niha 3585 ji wan hatine rizgarkirin.

Piştî vê komkujiyê zêdetirî 120 hezar Êzidiyan ji Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêyên neyasayî û metirsîdar koçî Ewropayê kir.

Heta niha jî lêkolînên ji bo dîtina gorên bikom berdewam dikin.

Nebûna xizmetan a li Şingalê û rewşa xerab a ewlehiyê bûne asteng ku Kurdên Êzidî vegerin warê bav û kalan.

Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2020î peymana vegerandina aramî û asayîkirina Şingalê îmze kir, peyman ji sê beşên “îdarî, ewlehî û avakirina jinûve” pêk dihat.

Lê ev peyman hîn jî wekî nivîseke li ser kaxezê maye.

Kurdistan Haberleri

Partiyên Kurdistanî li ser banga Ocalan û pêvajoyê çi difikirin?
Serok Barzanî û partiyên Bakurê Kurdistanê doza Kurdan gotûbêj kir
KERKÛK - Kurd û Tirkmen dê erdên xwe wergirin
Kongreya 28an ya Yekîtîya Nîvîskarên Kurd lî Swêdê
PJAK: Em bi hemû awayî piştgiriyê didin banga Ocalan