Bîr û zeviyên petrolê yek ji çavkaniyên herî sereke ye, ji dahata navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re.
Piraniya zeviyên petrol û xazê yên Sûriyê, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Dêre Zor û Reqayê ne, ku li jêr destên HSDê û Rêveberiya Xweser de ne.
Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bi petrolê û xaza siruştî dewlemend in. Hebûna wî samanê siruştî jî, li wan navçeyan, ne tenê di asta berhemanînê de ye, di berhema yedek de jî gelekî dewlemend
Zeviyên petrolê li Rojavayê Kurdistanê
- Ji tevaya xaka Sûriyê, nêzîkî 30% di bin destê HSDê û Rêveberiya Xweser de ye.
- Li gorî zanyariyan, nêzîkî 90% ji dahata petrolê û 45% ji dahata xaza siruştî ya Sûriyê, di destê HSDê de ye.
- Bêhtirî 11 zeviyên petrolê di bin destê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê de hene.
Berhema rojane ya petrolê li navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihêje bêhtirî 400,000 bermîl petrol.
- Ji wê hejmarê bêhtirî 250,000 bermîl petrol tenê ji zeviyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, têne berhemanîn.
- Her ji wê hejmarê jî, bêhtir ji 150,000 bermîl petrol ji zeviyên Dêre Zor û Reqayê têne berhemanîn.
Li gorî amarên Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser bihayê dahata salane ya petrolê gihiştibû zêdetirî 155 milyar û 989 milyon lîreyên Sûrî.
- Zeviyên Siwêdiyê, rojane 116 hezar bermîl petrol berhem tînin û nêzîkî 25 bîrên xazê lê hene.
- Zeviyên Rimêlan, rojane 90 hezar bermîl petrol berhem tînin, û nêzîkî hezar û 322 bîrên petrolê lê hene.
- Zeviya xazê ya Rimêlan jî, rojane 2 milyon metre sêgoşe xaza siruştî berhem tîne.
- Zeviyên Şedadê, Cibisa û Hol, rojane nêzîkî 30 hezar bermîl petrol berhem tînin.
- Zeviya xazê ya Cibis, rojane milyonek û 600 hezar metre sêgoşe xaz berhem tîne.
- Zeviyên Yûsifiyê, rojane hezar û 200 bermîl petrol berhem tîne.
- Herwiha Zeviyên Mergeda û Tişrîn li gundewarê rojavayê Hesekê hene, berhema wan kêmtir e.
Li Dêre Zorê jî, berhema giştî ya zeviyên Konîko, Eltenek û Elomer rojane, bêhtirî 150 hezar bermîl petrol e.
Rûdaw