Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya çapemenîya Lubnanê zilamekî li bajarokê Beqlîn a li başûrê Beyrût a paytexta Lubnanê, duh 21.04.2020ê hevjîna xwe serjê kir.
Herwaha hat ragehandin wî zilamî piştî hevjîna xwe serjê kirîye, bi çek hatîye derve û bi ketober gule li xelkê berdane û 8 kesan ji ber wê jîyana xwe ji dest dane.
Heta naha sedemê wê bûyerê ne dîyare û hêzên ewlehîyê hewl didin wî zilamî bigrin.
Basnews