Zimanê Akademîk!                     

Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

Di nava civaka Kurdan de hertim hinek têgeh, gotin, fikir, helwest û pîvan dibin mode. Ev ji zûde wilo ye. Beyî ku em baş li ser naverok û teşeya van gotinana bibin xwedî ditînên zanyarî, felsefî û kulturî, li çep û rast ev gotin tên bikaranîn.

Demekê di nava Kurdan de têgeha paradîgma bibû mode. Paradîgma jinan, ciwanan, siyasetê, civakê, bazirganîyê, medya, partiyan ûhw. Hemû fikir û raman bibûn paradigma! Programên partî û sazîyan, dîtinên teorîk û îdeolojîk ku pêwendiyên wana baş bi hevdû re tunebûn, di nava nîqaşên rojanê de derketibûn asta paradîgmayê! Dibijandinên rojane, dîtinên çewto meyto dibin navê paradigmayê de dihatin pêşkêş kirin. Ango têgeha paradîgmayê gelekî erzan bibû û nirxê vê têgehê bibû weke enflasyona lîreya Tırkan!

Têgeha Paradîgma weke ku tê zanîn bi xebata Thomas Kuhn (The Structure Of Scientific Revolutıons, ango Avansazîya Şoreş a Zanistî, ku weke pirtûk hatibû çapkirin) re ketibû nava rojeva hemû xebatên zanistî, Vê têgehê dem û heyamên dirêj didan ber xwe. Paradîgma li gorî Thomas Kuhn dibû encamê pêvajoyên dûr û dirêj, dibû nirxên bingehîn û guhertineke nû temsil dikir. Lê li ba nezanên zanistê, paradîgma bibû têgeheke rojanê! Heta carna nezanan qala paradîgmaya xwe ya şexsî jî dikirin!

Lê belê wana baş nizabûn ku paradîgma qala avansazîyan, modelan, dem û heyaman dike. Qala guhertinên bingehîn, hişmendîyeke rasteqîn û helwestên sîstematik dike. Li cem nezanên zanistê jî hemû fikir, dîtin û dilbijandinên şexsî û demkî bibûn paradîgma! Lê modela ku paradîgma li ser hatibû formulekirin, fikir û ramanên ku hatibûn pêşkêş kirin di nava lingên nezanan de diperpitîn! Fikir û ramanên ku di paradîgma Thomas Kuhn de, di raman û teoriyên wîna de hebûn, tew ji binî de hatibûn jibîra kirin…

Çima? Ji ber ku ev têgeh bibû mode!..

Belê. Dîsa wan demên dawî jî di nava me Kurdan de têgeha zimanê akademik bûye mode! Em zimanê dayîkê niqaş dikin lê modela me dibe zimanê akademîk! Akademîk û dayîk bi hevdû re berberiyê dikin. Hema hema her kes dibêje; Kurdiya min ne ya akademîk e!, ez nikarim Kurdiya akademîk biaxivim, me zimanê akademik ne xwendiyê, ma akademîyên Kurdan yên zimanî hebûn ku me nexwqendin! Ûhw…

Tirsa zimanê akademîk ketiyê dilê hemû kesan. Lê dîsa her kes jî baş dizane ku zimanê akademîk di pratîkê de pêk te û ji şênberbûnê ber bi razberbûnê de, ji razberbûnê jî ber bi şênberbûnê de gêş dibe. Pêvajoya ku îro netewa Kurd tê re derbas dibe, îro rê li ber zimanekî akademik, hevbeş û standart baş zelal nekiriyê. Gelek pirsgirêkên Kurdan yên zimanî hene. Ev ziman incex bi avakirina saziyên netewî, meşrû û profesîyonel pêkan dibe. Em jî bi rastî heta nûha negîhaştine wê konaxê.

Ji ber wan rastîyan nisk û genim tevlihevdû dibûn. Xwar û rast, bedew û mekroh, nîzm û bilind, ezman û erd cih diguhertin… Akademîsyenên me jî çûne ezmanan, li ser ewran siwar hatine, rahiştine şivên akademîk û doza baranê dikin!

Ev jî bi rastî dibe weke rexneyeke endirek li himberî rastiyên zimanê dayikê û hereman, li himberi devokên Kurdî û zimanê ku Kurd rojanê bikartînin. Di her warî de daxwaz kirina zimanê akademîk, zimanekî ku bi gelek haweyan formalist û razber bû, bi xwe re lawaz kirina pêwendiyên Kurdan derdîxist holê. Kurdan îca nema hevdû baş fêm dikirin. Vê helwestê jî piralî Kurdan ji rastıya wana ya şênber dûrdixist û di gotubêjan de rê li ber qûretîyên vala vedikir!

Weke ku tê zanîn zimanê akademîk bi xwe re di nava hemagengiyeke de dijî. Ev jî rastîyek e. Aktörên vi zimanî dîyar in. Yên ku ev ziman bikartînin jî, xwe weke mirovên bêalî pêşkêş dikin. Zimanê me bêalîyê dibêjin. Zimanê me ji hest û kesayetîyan dûr e, dibêjin. Lê ev ne dîtineke rast bû. Ziman, gava ku bi kesatıya mirovan re dibû yek, dibû beşek ji nasnama mirovan, wê gavê zimanê mirovan dibû watedar. Wê gavê ziman dibû aligir, dibû bi goşt û bi hestî.

Nûha gava ku mirov zimanê akademîk li derdorên akademîk bikarbîne, ew tevgirêdan dibe rewşeke normal. Doktor, endezyar, hiqûqzan, bazirgan ji hevdû fêm dikin. Zimanekî wana yê hevbeş heye. Ji gotinên hevdû fêm dikin. Mînak; her bazirgan dizane bê ka enflasyon tê çi wate ye. Her endezyar dizane alavên avadankarîyê çi ne. Her hiqûqzan dizanê ku Qanûna Bingehin tê çi wateye ûhw.

Kesên ku li wan deverên akademîk û diyarkirî çalak in jî, fikir û raman, têgeh û mînakên hevdû baş nasdikin. Zimanê ku di niqaş û gotubêjan de tê bikaranîn ji hemû beşdaran re diyar e. A ji bona wana A ye, ne B ye! Gelek caran ev zimanê akademîk razber e, formalist e û di astekê teorîk de ye. Gelek caran pêwendiya vî zimanê akademîk bi rastiyên ku li derveyî wana hene re tuneye. Lê ev ziman divê di war û astên rast de were bikaranîn. Lê ne di hemû waran de, hemû tevgirêdanan de, ne di hemû mijaran de!

Hunera kesên zimanzan, nivîskar û entelektuel jî divê wiha be; zimanê ku di tevgirêdanên akademîk heye û di asteke razber de tê bikaranîn divê di jıyana mirovên şênber de, bi mînak û gotinên zelal ev ziman bi ruh û can bibe. Ji razberiyê û formalizmê ber bi naverok û şênberbûnê de meşa xwe berdewam bike. Naveroka axavtinan têr û tije be, axavtina bi hest û helwestan bi xemilî ne, mînakên şênber û watedar bixe nava gotûbejan. Ango ji ezman û neçîra li ser ewran dakeve nava civakê, bi mirovên xwedi hest re, xwedî fikir û ramanan re bikeve nava gotûbêjan. Diyalog hertim divê bibe dû alî, ne weke monologekê pêşde biherike. Ya na wê pêvajoya rohahîyê biqûrmiçe, nivco bimîne û keda mirovan jî li ber avê biçe.

Dîsa em hemû dizanin ku zimanekî çêkirî, zimanê çûka, zimanekî akademîk, zimanekî ku tenê li derdoreke berteng tê bikaranîn, rê û derfetan li ber mirovên şênber hesanîtir nake. Zimanekî wilo mirovan difetisîne, serê wana tevlihevdû dike, wana ji rastîya wan dûr dixîne. Qet nabe ku em zimanê xwe li pêşberî mirovên Kurd bikin weke dîwareke ku kes newêr e, nikar e, di xwe re nabîne ku vî zimanî fêr bibe. Ev bi rastî neheqî ye. Neheqîyeke gelek mezin e. Heke bi rastî mirov bixwaze xebata zimanê Kurdî geş bike, divê mirov pêşî zimanê xwe şênber bike, hewl bide ku mirovên Kurd ji rêzê zimanê me fêm bikin. Mirovên Kurd yên şênber divê karibe xwe bi hêsanî di zimanê ku em bikartînin de bibîne, xwe tê de nas bike û di encam de jî li zimanê xwe xwedî derkeve.

Hîmên vê pevajoyê divê rast werin ava kirin.

Kurt û Kurmancî; divê mirov hay ji zimanê xwe hebe. Gotin û bikaranîna zimanê akademik di qad û cîhên diyarkirî de werin formulekirin. Em dizanin ku ji bikaranîna zimanan re hosteyîyeke baş lazim e. Divê mirov zimanê xwe tije zanebûn, agahdarî, mînak, şibandin û daneyên şênber bike.

Di hemû tevgirêdanan de pitpita zimanê akademîk bi kêrî rewşa me ya şênber nayê. Divê tucaran zimanê mirovan nebe alavekî ji bona ku mirov zext û zordarîyê li ser mirovên Kurd zêdetir bike. Mafê tu kesan tüneye ku Kurdan ji zimanê wana sar bikin, dûr bixîne, bitirsî ne û rê û rêçikan jî li ber zimanê dagirkeran xweştir bike.