Şevek nîvê şevê Sîmurg li welatê Çînê xuya bû.
Ji çengê wî perikek ket ser rûyê erdê û wê kêlîkê hemû bajarên cîhanê gihaştin hev.
Herkesê ku ew perik dîtî, ilmek jê girt û tiştên bêhempa anîne meydanê. Yên ku neqşên perikê dîtin ji hiş çûn û karên wan timî rast li hev hat.
Ev perik niha li Nîgarîstanê, li welatê Çînê ye. Ji ber vê yekê tê gotin: “Ilm li çînê be jî herin hîn bin û werin.”
Ew perik nehatibana dîtin, li ser rûyê dinê hewqasî tevlîhevî çênedibû.
Ev hemû tiştên li ser rûyê dinê ji şewqa wî çêbûne.
Kesek nikare wesfê wî bide. Li ser pesindana wesfê wî gotin bê me’na dimînin.
Niha wekî ehlê rê bin û bikevin rê û gavên xwe bavêjin ji bo armanca xwe.
Hemû teyr û tilûrên kaînatê li hemberî gotinên Hudhudî şaş û metilmayî mane sekinandin. Hemûyan xwe li ser gotinên Hudhudî derbasî cîhana manewî bûn.
Bêrikirina cemali rûhê wan dîl girtibû. Her yekî ji wan bê sebir ketibû û li benda wê roja mezin mabûn.
Xwe amade kirin û li pey rêberê xwe ketin rê.
Lê rêya wan dirêj bû û menzîla wan jî pir dûr bû. Gellek kes di vê rê de betilîn û nexweş ketin.
Hemûwan dixwestin ku li welatê xwe vegerin. Her yek bi hêncetên curbecur dihatin cem Hudhudî û lêborînên xwe jê dixwestin ku vegerin welatê xwe.
Lêborîna Bulbulî
Bulbul bi halekî serxweş hate hizûrê. Wisa evîndar bû ku ji hişê xwe çûbû. Di navber hebûn û tûnebûnê de bû, di navbera bihuşt û dojehê li arafê asê mabû.
Di her nefsa wî de ma’neyek hebû û di her ma’neyekê de esrarek veşartîbû.
Çend gotin li ser ma’na esrarê vegot û çend şîret ji niklên wî li kaînatê belavbûn.
Got: “Hemû esrarên evînê di ruhê min de hatine komkirin. Her şev noqî deryayên esrara evînê dibim.
Lê yekî wekî Dawid nîn e ku jê re bi evînî Zebûrê bixwînim.
Nalîna Neyê ji gotinên min in. Awaza ji çengê tê dîsa ji peyvên min in.
Bexçên gulistanê bi peyvên min coş dibin. Dilên evîndaran bi feryadên min têr û tije dibin.
Herdem esrareke nû vedibêjim. Herdem bi terzek nû zikir dikim.
Yên coşa min dibînin ji ling û pê dikevin. Yê herî bi aqil be jî gava bi min re rindiyê bike ji halê xwe dikeve halekî nû û bi min re serxweş dibe.
Ev demek dirêj e min tu mahrem nedîtiye. Keseke ku rêhevaltiyê bi min re bikî min nedîtiye ji ber vê yekê nikarim sirra dilî eşkera bikim.
Lê dema ku dildara min bi biharê re, bêhna xwe ya miskenberî belav dike dilê min bi wê re xweş û geş dibe.
Gava rû yê wê dibînim û lê dinêrim hemû karên min rast çêdibin.
Lê gava yara min rûyê xwe vedişêre, Bulbulê evîndar dikeve halekî xirab û kêmgotin de.
Ez wisa ketime evîna Gulê ku min xwe wenda kiriye û haya min ji hebûnê tune ye.
Di dilê min de evîna Gulê heye û ev evîn ji min re bes e. Tenê ez Gulê dixwazim, tiştên din li ber çavên min reş in.
Taqata min têra çûyîna rêya Sîmûrg nake. Ji Bulbul re Gulek bes e.
Nikarim dev ji evîna Gulê berdim. Nikarim berê xwe ji wan lêvên rengsor bizîvirênim.”
Bersiva Hudhudî
Hudhudî got: “Ey yê ku ketiye pey suretekê û li wir maye. Ji vir û pê de newe. Ji ber evîna Gulekê hewqas nazan neke.
Evîna Gulê te avet nav striyan, ji êş û janan pê ve tiştek neda te. Te ji karê te û rêya te dûr xist.
Kesên kamil guh nadin evîna beşer û li rûyê wê jî nanêrin.
Kenîna rûyê Gulê tesîr li te kiriye û tu şev û roj ji feryada Gulê nalenal î.
Wergêr: Mela Mihyedîn