Îbrahîm GUÇLU
Tirkiye û Dewleta Federal ya Iraqê du dewletên cîran in. Wek du dewlet her dem xwediyê pêwendiyan bûne. Lê her dem navbera wan baş nebûye. Dem-dem di navbera wan de pirsgirêk çêbûne. Di van salên dawî de jî pirsgirêkên wan di gelek qad û mijaran de hene. Bi taybetî jî operasyonên Dewleta Tirk ya li Herêma Federe ya Kurdistanê di navbera wan de pirsgirêk e. Dewleta Iraqê operasyonên Dewleta Tirk wek îxlala serweriya xwe şirove dike. Lê her dem Iraq ji aliyê aborî de ji bona Dewleta Tirk bûye cîwarekî girîng.
Pêwendiyên Dewleta Tirk ya Herêma Federe ya Kurdistanê dema Rejîma Baasê li Iraqê desthilatdar bû di dema Tûrgût Ozal û Herêma Azad de dest pêkir.Wê demê di destpêkê de bi PDKê û YNKê re danûstandin hatin hûnandin. Dema ku li Kurdistanê biryar hat girtin ku li Iraqê federalîîzm ava bibe û li Kurdistanê cîbicîkirina federalîzmê dest pêkir û ji bona Serokatiya Herêma Azad ya Kurdistanê û Meclîsa Kurdistanê hilbijartin çêbû û Hikûmeta Hevbeş ya Kurdistanê bi destê PDKê û YNKê ava bû, vê pêwendiyê domand û xurt bû.
Li Başûrê Kurdistanê sîstema federe heye, lê ew sîstema federe di kapasîteya dewletekê de ye. Loma jî Herême Federe ya Kurdistanê bi dewletên cîran re û bi dewletên dinyayê re, bi Emerîka, bi Engilîstanê, bi dewletên Yekîtiya Ewrûpayê û Dewletên Ereban re jî danûstrandinên siyasî û aborî û dîplomatîk û leşkerî wek dewleteke serbixwe dimeşîne. Dewletên cîran, Dewletên Ereban tevayî, Emerîka, Engilîstan û Dewletên Yekîtiya Ewrûpaê jî bi Herêma Federe ya Kurdistanê re wek dewletekê serbixwe pêwendiyên siyasî û aborî û dîplomatîk û leşkerî lidardixin.
Ev pêwendî û danûstandinan qiymeteke mezin ya Herêma Federe ya Kurdistranê li Rojhelatê Navîn û li dinyayê diyar dike.
Dewleta Tirk di dema serokwezîrtiya Hikûmeta Ak Partiyê de jî di sewiyeya serokwezîr û serokkomar de bi Herêmaa Federa ya Kurdistanê re danûstandina xwe domand. Dema ku Serokê Kurdistanê û Herêma Federa ya Kurdistanê Mesûd Berzanî û Serokwezîr Neçîrvan Berzanî hatin Tirkiyeyê jî bi Ala Kurdistanê hatin pêşwazî kirin.
Ev pêwendiyan heta îlona 2017-an domand. Lê piştî Encama Rêferandûma Serbixwe ya Kurdistanê pêwendî biçek qels bûn û sewiya pêwendiyan ket, lê dîsa jî domand.
Loma jî di van demên dawî de çûna Serokkomarê Dewleta Tirk a Herêma Federe ya Kurdistanê gelek xwezayî û erênî û girîng e.
PKK bes li hemberî ziyaret û danûstandina Dewleta Tirk û Herêma Federe ya Kurdistanê ya dawî derneketiye. PKKê her dem li dijî pêwendiyên Herêma Federa ya Kurdistanê û Dewleta Tirk derketiye. Lewra PKKê wek rêxistineke aparata dewletên kolonyalîst û biyanî û terorîst li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Herêma Federa ya Kurdistanê û partiyên Başûrê Kurdistanê rewa qebûl nake. Dixwaze ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake. Ew dorpêçiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona rûxandina wê wek sedemeke girîng şirove dike.
PKKê bi xwe jî di Meclîsa Tirk de û di belediyan de bi Dewleta Tirk re raste rast xebat dike. Ji butçeya Dewleta Tirk alîkaryê ji bona partiya xwe digre û parlamenterên wan muşeyan ji Dewleta Tirk digrin.
PKKê, ji bona ku ji aliyê Dewleta Federal ya Iraqê ve ji derveyî hiqûqê û rêxistineke biyanî hatiye qebûl kirin, dizane ku mijareke girîng ya serdana serokkomarê Tirkiyeyê PKKê ye, ev danûstandin û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê raste rast li dijî xwe şirove dike, loma jî dijminitî dike.
Lê beriya vê seredaniyê diyar kir ku tu wextekê zerar nedayê Dewleta Iraqê û her dem dewleta Tirk xurt kiriye. Nûha jî xwediyê wê helwestê ye. Lê bi xurtî li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
Ev yeka jî ne bê sedem e. Lewra PKKê wek projeyekê û rêxistineke operasyonal li dijî rêxistinên Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê wek projeyekê ava bûye. Loma jî mîsyona xwe li her derê û li hemû beşên Kurdistanê tîne cîh.
Tiştê ne xwezayî ew e ku beşek kurdperwer jî li dijî serdana Serokkomarê Dewleta Tirk a Herêma Federe ya Kurdistanbê derdikevin. Ew helwesta wan xizmetî berjewendiya neteweyî nake. Xizmetî berjewendiya Herêma Federa ya Kurdistanê nake. Ev xizmetî berjewendiya PKKê dike. Rewabûnê dide hebûna PKKê li Herêma Federa ya Kurdistanê. Ev helwesta hezar mixabin jî di bin bandora PKKê de hatiye holê.
Divê kurdperwer dev ji vê helwestê berdin.
Herêma Federe ya Kurdistanê xweser û azad xwediyê maf e ku bi dewletên cîran û dewletên dinyayê re danûstandin bike. Ji tu hêzekî jî îzin negre.
Ji aliyê din de jî tê zanîn û dinya jî qebûl dike ku Serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê di danûstandinê xwe yên dîplomatîk û siyasî û aborî û leşkerî de xwediyê qiymete mezin û bawer in. Her demê berjerwendiya neteweyî ya neteweya Kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona wan armanc e. Pêwendiyan wan di heman demê de gelek bi qelîte tên pejirandin.
Herêma Federa ya Kurdistanê mala hemû kurdên çar beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê ne. Divê her kurdek Herêma Federa ya Kurdistanê ji hemû xeteriyan û ji xeteriya PKKê biparêzin.
Diyarbekîr, 26.04.2024