“Serxwebûna Kurdistanê temînateke mezin a ewlehîya Rojhilata navîn e”

“Serxwebûna Kurdistanê temînateke mezin a ewlehîya Rojhilata navîn e”

Li Ruhayê Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê

A+A-

Li Ruhayê roja 13.09.2017an , li Hola Konferansê ya Baroya Ruhayê, Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya Ruhayê konferansek li dar xist.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê ÖSPyê Sinan Çiftyürek, Parlamenterê berê Mahmut Kılınç, Hiqûqnas Şeymus Ülek weke axaftvan beşdarî konferansê bûn.

Sîyasetmedar Eyyüp Karakeçili weke Modarator konferans birêvebir.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

10-001.jpg

Eyyüp Karakeçili, spasîya beşdaran û axaftvanan kir. Herweha girîngî û rola refarndûmê û serxwebûnê anî ziman. Eyyüp Karakeçili bal kişand ewên ku li dijî referandûmê derdikevin û got ‘’Îro wazîfe û berpirsiyrîya hemû Kurd û Kurdistanîyan ew e ku, bêyî qeyd û şerd piştgirîya referandûmê û ya ‘Erê’ya serxwebûnê bikin.’’

Axaftina yekemîn Sînan Çiftyürek kir. Sînan Çiftyürek, bi berfirehî behsa xebatên Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê kir. Sînan Çiftyürek, herweha di derbarê girîngîya referandûmê û ya serxwebunê bîr rayên xwe anî zimanî û got hemû dewlet xwedîyê sîyaseteke resmî  û fiîlî ne. Tiştên te gotin û têne tetbîk kirin gelek caran ne wek hev in.

Piştî Sînan Çiftyürek , Sertaç Bucak axift. Sertaç Bûcak, di derbarê dîrok û têkoşîna Başûrê Kurdistanê ya ji destpêka  1900î heta îro agahdarî da. Herweha Sertaç Bûcak di vê pêvajoya behs kirî de ew zilm û neheqîyên li gelê Kurdistanê hatine kirin û tune hesibandina destûrên Iraqê yên heta îro ji alîyê Bexdayê  anî zimanî. Sertaç Bucak got serxwebûn ji Tirkîyê re ne xeterî ye, bileqis ji bo çareserİ^ya demokratîk û sîyasî , şansek e.

Axaftvanê sêyemîn parlamenterê berê Mahmut Kılınç bû. Mahmut Kılınç, di axaftina xwe de, behsa sîyaset û helwesta Tirkîyê, Îranê, Iraqe û dewletên mezin yên li Rojhilata Navîn kir. Mahmut Kılınç, bal kişand ser wê yekê ku îro  em di pêvajoyeke nû de derbas dibin û dê ji nû ve nexşe bêne danîn. Mahmut Kılınç, serxwebûna Kurdistanê weke temînateke mezin ya ji bo  ewlehîya Rojhilatê navîn wesif kir.

Mesut Tek jî behsa  ew alî û  dewletên li dijî referandûmê derdikevin kir û bi berfirehî bersîva sebebên van alîyan da. Mesut Tek got ‘’Hinek alî dibêjin ne wexta referandûmê ye, hinek dibêjin dê serxwebûn yekrêzîya umeta îslamî têk bide, hinek alî dibêjin dema dewletê netewî derbas bûye, hine jî dibêjin referandûm ne li gorî Qanuna Bingehîn e. Lê nuha aşkere dibe ku ev îdîyana gişt pûç in. Tiştê ku ji her milet û gelê cîhanê re rewa be, ji bo gelê Kurdistanê jî meşrû ye’’.

Piştî Mesut Tek, hiqûqnas Şeyhmus Ülek, bi belge û çavkanî, behsa mafê çerenûsîyê di  hiqûq û  peymanên nevnetewî de, di prensîbên Wîlson, Netewên Yekbûyî de anî ziman. Şeyhmus Ülek bal kişand ser wê yekê ku, gelek caran di meseleya çarenivîsa miletan de dustandartî hebûne û herkesekî li gorî xwe ev şîrove kirine. Lê mafekî rewa yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye ku bi referandûmê raya xwe pêşkêş bike. Şeyhmus Ülek, bi berfirehî agahdarî da ku, Bexdayê Qanûna Bingehîn ya Federalî ya Iraqê tune hesibandiye, binpê kirîye, ji ber wê jî mafê gelê Kurdistanê ye ku ji xwe re biryara pêşeroja xwe bike.

Axaftina dawîyê Mustafa Özçelik kir. Mustafa Özçelik, got ji roja 7ê hezîranê  ku biryara referandûmê hetîye wergirtin ve 3 alî derketine holê: Erê, Na û yên dibêjin ne wexta referandûmê ye. Gelek plan û zext hebûn ku referandûm pêk neyê. Lê nuhajî ewên ku di paşde xistina referandûmê  de biser neketin dîtin ku êdî  ji referandûmê veger tune ye; nuha ji bo  ku beşdarîya referandûmê û rêjeya ‘’Erê’’ kêm bibe dest bi hewlên nû kirin. Mustafa Özelik, got ‘’Başûrê Kurdistanê dikare ji gelek dewletên cîhanê zêdetir weke dewletekê xwe îdare bike. Piştî referandûmê jî heger Bexda xwe nede ber çareserîyeke bi dîyalogan, Herêma Kurdistanê dîsa jî di demeke maqûl û ne dirêj de dê serxwebûnê îlan bike. Serxebûn ne blof e’’.Mustafa Özçelik di dawîya axaftina xwe de bangî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku bi rêjeyeke herî bilind beşdarî referandûmê bibin û bi rêjeyeke herî bilind bêjin ‘’Erê’’.

Piştî axaftinan beşa yekemîn ya Konferansê bi dawî hat.

Di beşa duyemîn de hinek beşdarên Konferansê bîr û rayên xwe di derbarê referandûmê de anîn ziman û gotin ji referandûmê re jî  ji serxwebûnê re jî ‘’Erê’’.Hinek pirs hatin kirin û axaftvanan bersîvên van pirsan dan.

Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê, li gel ku di rojên kar yên nava hefteyê de hatibû li dar xistin jî, bi berhemdarîya xwe û bi eleqeyeke baş ya gelê me bal kişand. Geşek sîyasetvanên ji Rojavayê Kurdistanê jî  beşdarî koferansê bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin