Şêrzad: Wan ji ber navê min ji sibehê heta êvarê li min dixist
.
Şêrzad Mehmûd Mamoyê ku li gelek zîndanên Sûriyeyê hatiye gerandin ji Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe kir.
Piştî ku Tehrîr El Şamê girtiyên Zindana Seydnaya berdan çîrokên gelek girtiyan belav bûn
Şêrzad Mehmûd Mamo sala 2021ê li Helebê hatiye girtin û di zîndanên Sûriyeyê de rastî şkenceyên giran hatiye.
Şêrzad Kanûna Paşîn a 2022yan hatiye berdan lê vê demê bandor li hemû jiyana wî kiriye.
Şêrzad da zanîn wî ku ew li Şamê 3 meh û 7 rojan di Zîndana Kolana Filistînê de maye ku bi şkenceyên xwe navdar e û li gelek zîndanên din jî hatiye gerandin.
Şêrzadê Kurd da zanîn ku ew wî ji ber navê xwe gelek lêdan xwariye, ew bi miriyan re razaye û got:
“Ew laş 2 rojan li cem min ma. Em derxistin ser sêlê û ser kahrebayê.
Wan got ‘Şêrzad ma navê te navê te nav e yan netewe ye?’ Min jî got ‘Hem nav e û hem netewe ye.
Wan ji ber navê min ji sibehê heta êvarê li min dixist.
Reqema min 35 bû, wan li ser pişta min 35 nivîsandibû.
Em tî dikirin û ava şor didan me.
Wan digot, ‘Hûn Kurd hevalên Îsraîlê ne û hûn doza azadiyê dikin.’
Min ji metreyekê zêdetir nedidît.
Wan carekê mirîşkeke biraştî da me lê xera bûbû, em 10 rojan nexweş ketin.”
Şêrzadê diyar kir ku di Zîndana Kolana Filistînê de Kurdekî ji Bakur û 2 Kurdên ji Başûr, Kurdekî Urdinî û Kurdekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî hebûn.
Li gorî agahiyên ku Şêrzad dane, ew Kurdê ji Bakur ji Dêrsimê bû û 3 sal û nîvan di Zîndana Kolana Filistînê de girtî maye.
Şêrzad got, “Gava ez derketim ez bûbûm hestî û çerm. Ez 6 mehan tedawî bûm.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin