Şeva 4 saliya PAKê bi kêf û şahî derbas bû
PAK-Swêd wek salên borî îsal jî salvegera damezirandina PAKê bi şeveke şahiyê pîroz kir.
PAK-Swêd wek salên borî îsal jî salvegera damezirandina PAKê bi şeveke şahiyê pîroz kir. Şev bi rêzlêgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Serokê PAK-Swêdê Nîhat Akar bi giştî qala rewşa Kurdistanê û bi taybetî jî qala Bakurê Kurdistanê kir û got:
”Li welêt alozîyeke mezin peyda bûye. Em weke berê nikarin bi hêsanî siyasetê bikin. Dewleta dagirker hemû rêyan li me girtiye. Divê em dest bidin hev û rêyeke nû peyda bikin. Em dikarin dest bidin hev û ji hêla însanî ve, pirsa ziman û çandê ve li hember dewletê rawestin. Ew watîniya me hemûyan e.
Hem li hundir û him jî li derveyî welat bi hezaran qadirên serbixwe hene, ku divê ew jî destê xwe bixin bin kevir û xwedî li hebûn, çand û zimanê xwe derkevin. Di vî warê de gelek watînî dikeve ser milên ronakbir û qadirên serbixwe li Ewrûpayê. Divê em piştgiriyeke xurt bidin vê platformê ku li welat çêdibe.”
Nîhat Akar axaftina xwe bi kar û barên PAK-Swêdê qedand.
Hunermend Mustafa Bîlge bi gîtar û dengê xwe şevê coş kir. Piştî muzîkê li ser navê PAK-Ewrûpayê Nîmet Mumtaz Aydin axifî.
Aydin jî qala rewşa welat kir û got: ”Di ev 4 salên ku PAK avabûye de, li her çar perçeyên Kurdistanê gelek bûyerên mezin qewimîn. Başûrê Kurdistanê bi referandumê hat li ber deriyê serxwebûnê, bi Kerkûkê vegeriya. Gelê Ezidî li Şengalê tûşî qetlîamê bû, hîn jî 3000 jinên Kurd di destê DAIŞê de ne. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn ji dest çû, avahiya heyÎ jî diheje, siberoja wÊ ne diyar e. Rewşa herî reş nİha li Bakur e, piştî şerê xendekan 7000 ciwanên Kurd hatin qetilkirin, rejîmeke dîktator bi terora aborî û çavtirsandinê gelek kesî fîîlî an bi mêjiyî esîr girtiye.”
Di vê rewşê de barekî giran dikeve ser milê Kurdên Ewrûpayî. Bi 2 milyon serjimara xwe Kurd dikarin hêzeke mezin pêk bînin ku rola pêşmergeyên ku salên 60-70yê de, sed qat girîngtir bilîzin. Lê çi feyde; belaweelabûna me, neyekhêzbûna me, me lawaz dike.”
Dûvre, peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik hat xwendin.
Di peyamê de Mustafa Ozçelîk giranî da girîngiya hêzeke xurt, demokratîk, laîk û netewî û got:
"Ezê îşev ji we, ji wan kadroyên ku di bername, siyaset, şêweya xebatê, şêweya birêxistinbûyînê de weke hev, nêzî hev difikirin re bêjim ‘Êdî bes e’.
Belê êdî bes e.
Heger em dixwazin rê li ber vê têkçûyîna heyî bigrin, heger em dibêjin pêwîstî bi partiyeke netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî heye."
Dû re ji mêvanan Abît Gurses, Mêhdî Zana, Kovan Amedî, Mehmet Selîm Uzun peyivîn. Hemûyan jî 4 saliya PAKê pîroz kir, hêvî û temeniyên xwe yên qenc anîn ziman.
Endamên Komîteya Swêdê bi hev re pastaya 4 saliya PAKê birrîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin