Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şewata Diyarbekîrê û Merdînê, Nîjadperestiya Tirkan, Em Kurd

A+A-

Dema ji dîroka Kurdistanê û neteweya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê qal bê kirin, gelek caran keresatên mezin tên bîra însan. Di van rojên dawî de jî kereseteke mezin li Bakurê Kurdistanê li Diyarbekîrê û li Merdînê hat rojevê. Şewateke mezin pêk hat û dile hemû Kurdan pê re şewitî. Ew şewata dilê her Kurdekî dom dike û diyar e ku tu wext jî nayê tevandin.

Vê keresatê wek tê zanîn û bi gelek xurtî jî di rojeva Kurdistanê û çar dewletên kolonyalist û dinyayê de cî girt. 

Gor agahdariyên fermî: 14 kesan jiyana xwe ji dest da çûn ser dilovaniya xwe. 78 kesan zêdetir kes jî brîndar bûn. Jiyana gelek kesên brîndar jî, di bin xeteriyê de ne. Dûr nîne ku gelekên wan jî jiyana xwe wenda bikin.

Dîsa gor agahdariyên fermî: Di şewata Diyarbekîrê de ji 8 hezar dekarî zêdetir erde zirar dîtiye. Ji van 1500 dekar erdê nehatibûn dûrîtin û yên din hatibûn dûritin. Li Merdînê 7 hezar dekar erde ji şewatê zirar dîtiye. Ji van 300 dekar zeviyên nehatina rakirin şewitîne.

Di şewatê de 1000î zêdetir jî pez û heywanên mezin telef bûne.

Şik tune ye ku wek min li rêzên jorîn diyar kir, vê şewatê zirareke mezin ya malî da Diyarbekîr û Merdînê. Lê zirareke mezin ya kesan û hestî û manewî da hemû kurdan. 

Ez ji bona Diyarbekîrê û Merdînê derbasbûnê dixwazim. Bila sere Kurdistaniyan û malbatên miriyan sax be û bila sebir par a wan be. 

Hîn êş û xemgîniya şewata Diyarbekîr û Merdînê xelas nebibû, xebera şewateke Şirnaxê hat. Ev car şewatek û êşeke din ya mezin ket dile hemû kurdan.
 
Her çiqas dûho şewata Şirnaxê hatibû temirandin jî, îro dîsa encama bayê dîsa dest pê kir. Li wir jî zirareke mezin heye. Hêvîdar im ku di şewata Şirnaxê de mirin nebe. Şewat bê temirandin.

Me kurdan di dîroka me ya nêzik û dur de gelek kereseta mezîn dîtın û lê me zora wan keresetan bir. Hêvîdar im ku emê birîna Diyarbekîr û Merdînê jî din av demeke nêzijk de derman bikin.

                                    &&&&&

Wek di her bûyereke mezin de, di şewata Diyarbekîrê û Merdînê de ji bo sedem û berpirsiyarên bûyeran minaqeşe tên kirin. 

Ev yeka gelek xwezayî ye. 
Gor desthilatdarî û Hikûmeta Tirkiyeyê şewata Diyarbekîrê û Merdînê encama aniz şewitandinê derketiye. 

Mixalefefet jî dixwaze ji şewata Diyarbekîrê û Merdînê fêde bibine, ji îhmalkariya Hikûmetê qal dike. 

Di raya giştî de jî du nêrîn hene. Gorî beşekî raya giştîu şewat, bi şewata aniz derketiye. Gor beşek raya giştî jî şewat îhmalkariya şîrketa elektrîkê derketiye. Şîreketa elektrîkê ji bona ku sîstem baş ava nekiriye, bûne sedem ku ev şewata derkeve.

Diyar e ku emê hîn demeke dirêj li ser sedem û berpirsariya şewatê rawestin. Lê divê em riyên hêsan nedin pêş xwe. Ew dê bibe sedem ku pêşerojê dîsa em bibin sedemên şewatên mezin.

                                             &&&&&&

Şewata Diyarbekîrê û Merdînê ji aliye Tirkan de careke din rewşeke trajik û neînsanî derxist holê. Ew jî rûdana belaya nîjadperestiya Dewletê û Civatê ye. 

Gelek kesên Tirk encama çanda nîjadperestiya dewletê û civatê ji Kurdan re heqeret kirin, diyar kirin ku baş e ku “ev felaketa û kereseta hatiye sere kurdan; kurdan ev felakata û kereseta heq kirine.”

Şik tune ye ku ev helwesta kesên Tirk, ev helwesteke nîjadperestî ye û helwesteke faşist e. 

Ev nîjadperestiya encama felsefeya damezrênêr ya Dewleta Kemalîst,  pişt re jî 

siyaseta dewletê ya di derheqê neteweya kurd de tunebûna netewekurd weka siyaseta fermî pejirandiyê ye.

Li hemberî vê nijadperestiya kesên Tirk, Baroya Diyarbekîrê doz vekiriye. Divê ev kesan di demek kurt de bên darizandin û ciza kirin. 

Divê her kurdek jî, ji vê dozê re bibe piştgir.

                                          &&&&&&

Gelek kurdpeweran jî şewat û bi taybetî jî ji bona pêşiya şewatê di demek nêzik de nehat girtin, bi nebûna Dewleta Kurdistanê re girêdan. 

Sedema şewatê li derve, bi dewleta Tirk re hat girêdan.  

Ji bona me kurdan wek her caran, ev helwesta jî riyeke hêsan e. Ne rast e. Gelek aşkere ye û tê zanîn ku em kurd xwediyê dewletê nînin. Loma jî divê heta ku em xwediyê dewletê bibin, divê em kurd tedbirên xwe û sîstemê xwe yên parastina gele xwe,   mal û canê xwe bi xwe çê bikin û ava bikin.

Mixabin em kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê her dem bi mijar û pirsgirêkên makro re eleqeder in ku lewra bi wan re eleqe nişan dan hêsan e, mesûliyeteke mezin nade ser milên me, em bi mijar û pirsgirêkên mikro re eleqeder nabin.

Ez hêvîdar im ku şewata Diyarbekîrê û Merdînê û Şirnaxê ji bona me kurdan bibe ders. Em kurd û rêxistinên Kurdistanê beriya dewletbûnê di nav jiyanê de çewa tevbigerin û çi tedbîran û çi sîsteman ava bikin, bifikirin û di jiyanê de pêk bînin.

Tetvan, 23. 06. 2024

Önceki ve Sonraki Yazılar