Şewata li daristanên Çewlîgê her ku diçe mezintir dibe

Şewata li daristanên Çewlîgê her ku diçe mezintir dibe

.

A+A-

 Şewata daristanan ku bi rojan e li Çewlîgê berdewam dike her ku diçe mezin dibe. Heta niha rûberê 2,000 donim erd şewitiye û êdî bi mezin bûna agir, gef li ser gundên derdorê jî çê bûye.

Şewat li daristanên gundên Guzeldere û Dedebagî yên ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê ve û ji roja înê 25ê Hezîranê ve derketiye,

Li ser agahdarkirinê, ekîpên Rêveberiya Karûbarên Daristanan û tîmên agirvemirandinê bo herêmê hatine şandin, lê li gor agahiyên ji herêmê hewldanên ji bo vemirandina agir têrê nake.

Tevî hewldanên ji bo kontrolkirina agir û vemirandina wê, lê ji ber bayê agirê li daristanê gurtir bûye û rûbereke mezin daye ber xwe.

Parêzgariya Çewlîgê têkildarî şewata li daristanên navçeya Dara Hênê di daxuyaniyekê de ragihandiye, wan ji bo kontrolkirina agirê daristanê ya li gundên Guzeldere û Dedebagî yên navçeya Genç, 2 tankên avê, 2 wesayîtên destwerdana yekemîn ên agirvemirandinê, 25 karkerên agirvemirandinê û 5 makîneyên kar şandine herêmê.

Sedema şewata li daristanê nehatiye ragihandin û Parêzgariya Çewlîgê jî têkildarî vê yekê tiştek negotiye, lê ragihandiye, ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Di 11ê Hezîranê de li heman herêmê şewatek derketibû, û bi destwerdana tîmên agirvemirandinê, şewat di demeke kurt de hatibû kontrolkirin.

Li aliyekê din, Serokê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Şaxa Amedê, Canfîdal Boldaş ji malpera Arti Gerçek a Tirkî re ragihandiye, şewata li herêma Sîwan a navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê hêj berdewam e û nehatiye vemirandin.

Canfîdal Boldaş diyar kir, hêj sedema rastîn a şewata ku ji roja înê ve li herêmê derketiye, nehatiye zanîn û tekez kir, ji wan re hat ragihandin ku heta niha di encama şewatê de deverek bi qasî 2,000 donim şewitiye.

Boldaş got, di şewatê de ne tenê dar şewitîne, lê hemû canliberên ku li herêmê dijiyan, jî di encama şewatê de ji nav çûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin