Şewata li Hewlêrê hat kontrolkirin

Şewata li Hewlêrê hat kontrolkirin

.

A+A-

Agirê ku şeva borî li ser rêya 60 Metrî ya Hewlêrê bi çend dikanan ketibû hat vemirandin.

Şewatê şeva borî derdora saet 22:00yan dest pê kiribû û agir bi çend dikanan ketibû ku aksesuarên otomobîlan difiroşin.

Şewat niha hatiye kontrolkirin lê tîmên agirvemirandinê ji bo tedbîrê li cihê şewatê ne.

Heta niha jî sedema şewatê diyar nebûye lê xisareke mezin gihandiya wan dikanan.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal jî şeva borî ragihandibû ku xebatkarekî tîmên agirvemirandinê dema hewl dida êgir vemirîne birîndar bûye.

Berdevkê Saziya Parastinê ya Sivîl Şaxewan Seîd ji Rûdawê re dabû zanîn ku xisara madî heye û dê paşê sedema şewatê û xisarên wê eşkere bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin