Şewata li Mêrdîn û Amedê: 5 mirî û 28 birîndar hene
.
A+A-
- Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin derket.
Li navbera Çinar û Çemrexê agir bi firêzeyan ket û di demeke gelekî kurt de belav bû.
Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihandibû ku 3 mirî û 5 birîndar hene.
Li gorî agahiyên herî nû, di şewatê de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 28 birîndar hene.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastine nexweşxaneyên li Amed û Rihayê.
Agir hat kontrolkirin
Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su da zanîn ku agir hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin