Şêwekar Hakan Yaşar: Dema ku çûm Amedê ez dê axa wê maçî bikim

Şêwekar Hakan Yaşar: Dema ku çûm Amedê ez dê axa wê maçî bikim

.

A+A-

Hunermend Hakan Yaşar ku bixwe kurdekî ji Anatolia Navîn e di van rojên derbasbûyî de tevî berhemên xwe yên nuwaze li Stenbolê bû. Hakan Yaşar ku bi qebiliyet û teknîka xwe hêdî hêdî dibe hunermendekî cîhanî û ji gelek welatan eleqeyek mezin bo wî peyda dibe, diyar dike ku her çiqasî ew li Konyayê  hatibe dinê û pişt re çûbe bûbe welatiyê Norwêcê jî wî her tim xwe weke xelkê Amedê hesibandiye. Yaşar ku amadikariya pêşangeheke li Amedê dike dibêje, eger ew biçe Amedê ewê axa wir maçî bike.

Yaşar di çarçoveya Pêşengeha Entîke û Hunerê de hejmarek tabloyên xwe anîbûn Stenbolê û ji gelek bajaran jî hezkiriyên wî hatibûn Stenbolê. Ji Amed, Agirî, Mêrdîn û gelek kes tenê bo dîtina karên wî sefera Stenbolê kirin. Lê hêla din medya Tirkiye ew weke hunermendekî tirk dan naskirin piştî ku navê wî li cîhanê belav bû. Herwiha beşeke kurdan jî bi taybetî li ser medya civakî êrîşî wî dikirin. Sedemên van mijaran û çend meraqên din li pêşengehê me ji wî kirin. 

Pêşî tu bi xêr hatî Stenbolê û dixwazim zanibim te Stenbol û atmosfera vir çawa dît?

Stenbol baş e lê trafîk zor û zehmet e. Sê çar salan berê jî ez hatibûm lê vê carê bo pêşengehê ez hatime û gelekî baş e.

Nasîna te ji hêla beşeke zêde kurd û tirkan ve di van demên dawîn de çêbû. Çima heta niha ne lê niha?

Li Norwêç min gelek pêşengeh vekirin. Di sala 2020an de li Norwêcê min pêşengehek amadekir û di nava 3 hefteyan de hemû berhem hatin firotin û xelkê wî welatî gelek ji min hezkir. Pişt re him televizyonên mezin ên wir him ên elmanya û Çekya û Fransa û ta li tevahiya Îskandinawê nûçe li ser min çêkirin û pişt re jî wiha deng da.

Tu ji kêngê ve li Norwêcê dijî û bo çi te berê xwe da wî welatî?

Di sala 90î de ez çûm. 31 sal berê. Bavê min di sala 87an de çûbû wî welatî weke karker û pişt re jî em weke malbat çûn û ji wê demê vir ve jî em li wir dijîn.

Beriya ku tu jidayîk bibî malbat ji Kurdistanê qut bûye û çûne Anatolîa navî. Pişt re jî we tevî malbatê berê xwe daye Norwêcê. Ew penaberbûn hest derûniyeke çawa ji bo hunermendekî bi xwe re tîne di warê afirandin û estetîkê de?

 Ez 14 salîbûm ez çûm. Li wir neçarî min norwêcî fêrkir. Niha êngilizî, spanî jî dizanim. Li wir medrese û mektebê destpêkir. Weke hemû generasyoneke nû ku diçe Ewropa min jî 20 salan karên din kirin û pê re ta vir.

Wê demê şêwekarî di jiyana te de hebû yan te hîn destpênekiribû?

Na ez li medreseyê zarokanbûm min nîgar çêdikirin. Min her roj li ser dinivîsand jî. Min pir karîkatûr çêdikirin wê demê. Lê nîgar her hebû.

Din in karên te de em dibînin te sûretê xwe bixwe çêkirine. Ji bo hunermendekî pêwîstiya çêkirina sûretê xwe bixwe ji ku tê û zehmetiya çêkirina sûretê xwe bixe çi ye li beramber yên din?

Zehmet e helbet lê fîguratîf klasîk eger tu lê binêrî, gelek hunermendên mezin hene ku sûretên xwe bixwe çêkirine. Ya din jî modelek belaş e. Tu çi jê bixwazî wisa dike û 24 seatan jî digel te ye.

Tu modelan bikar tînî?

Belê modelên min hene. Karolîn li Kanada ye. Ew jî ez im. Bi ya min divê meriv pêşî li xwe hezbike û pişt re ji însanên din hezbike. Ew jî şelpa dayîka min e li serê mine. Min jê xwestibû û wê jî li serê min pêça.

Di vê tabloyê de peyama te çibû?

Di her pêşengehan ez dibêm huner belê hun 20-30 berheman dibînin lê hunera heqîqetî ez im. Bo wê min navê wê danî ye ‘Ez Hakan’im’

Tu bi hin nîqaşan hatî naskirin. Medya Tirkiye tu wek hunermendekî tirk nîşan da. Pişt re hin derdorên kurdan jî êrîşî te kirin  sedem çibû?

Dema ku min tiştekî baş kir, li kenalên elmanî û frensî derketin tirkan jî xwestin eleqe bi min bidin. Wan gotin tirk e. Lê kenalên Norwêcê dibên kurdê li Norwêcê. Ew pênasekirineke rastir e. Eger tvyên tirkan gotibana kurdê li Tirkiye dibû lê wisa negotin.

Kurdan çi ji te xwestin?

Min got ewqas komeleyên me hene û çima kawîşeke biçûk amade nakin da ku li wir huner bê kirin. Bêje Hakan were û 10 kurdan fêrî vî karî bike. Çima peykertraşekî nîn in û nabên 10 zarokên me hene pererde bike. Huner qewetek mezin e. Îro kesek tiştekî siyasî bêje li welatekî dibe rojev, lê hunereke serketî li tevahiya cîhanê dibe deng. Huner ji hertiştî mezintir e.

Bawerim tu boyaxên xwe bixwe çêdikî ne?

Belê rast e ez bixwe bi pîgment çêdikim. Hêkan bikar tînim û boyaxên min taybetin bi min û hun nikarin li  bazarê bikirin. Mecbûr ez bixwe çêdikim. Berê hunermendên ronesansê bixwe çêdikirin lê kêm. Min niha ew teknîk dîtiye û ez dikarim wan di hundirê tûpankim. Çerçewe û her tiştê xwe bixwe çêdikim.

Pirseke taybet...Tabloyên te bihayê wan çi ye? Ev tablo bi çi ye?

Niha ew tablo 250 hezar lîre ye.

Bawerim li Amedê jî pêşengehek te wê hebe ne?

Belê piştî ku ew pêşengeh qediya ezê biçim Amedê û ji bo pêşengehê li cihekî goncav bigerim. 4-5 cîh hene û ez dixwazim cihekî dîrokî be jî.

Tu cara ewil diçî Amedê?

Belê cara ewil

Kelecan heye?

Pir bi heyecan im ku diçim Amedê. Raste ez li Konya hatim dinê lê tu caran mi wek kesek Konyayî hîsnekir. Ez her dibêm ez ji Amedê me. Dibe ku ez dema çûm Amedê ez axa wir maçîbikim. Ewqes di dilê min de cihê wê heye. Tu herî kêderê tu tim li welatê xwe digerî.

Rûdaw / Rawîn Stêrk

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin