Şêwekarê Dêrsimî li Stenbolê pêşangeha tabloyan vekir

Şêwekarê Dêrsimî li Stenbolê pêşangeha tabloyan vekir

.

A+A-

 Şêwekarê Kurd Mustafa Düzgün, 40emîn pêşangeha xwe ya şexsî ya tabloyan di 26ê Adarê de li Weqfa Hunera Serbixwe ya li semta Cagalogluya Stenbolê vekir.

Şêwekarê Dêrsimî Mustafa Duzgun, pêşangeha xwe ya dawî ya resman di 26ê Adarê de li Stenbolê vekir. Pêşangeha bi navê “Ji Xwezayê Çend Dîmen” ji 33 resman pêk tê. Pêşangeh ji 3 mijarên sereke; “Şer û Koçberî”, “Tundiya li dijî Jinan” û “Strî û Kulîlk” pêk tê. Her wiha li gel dîmenên ji xwezayê, şêweyên li ser Kobanê, şewitandina gundên Kurdan û xwezaya Dêrsimê jî cih digrin. Pêşangeha hunermendê Kurd wê heta 14ê Nisanê vekirî be.

Şêwekar Mustafa Duzgun dibêje: “Ez heta 11 saliya xwe li gund ji xeynî Zazakî tu zimanek nizanibûm. Peyvek jî bi Tirkî nizanibûm. Lewra hêj neçûbûm dibistanê. Lê bi saya mamosteyek min dest bi dibistanê kir û bûm mamoste. Li Fakulteya Mamostetiyê ya Dêrsimê, bi saya mamosteyek xwe min berê xwe da çêkirina resm û peykeran.”

Resam Mustafa Duzgun ê 74 salî, ku ev 50 sal in tablo û peykeran çêdike, di her tabloyên xwe de çîrokek jî bicih dike û dide zanîn ku ji bo wî çêkirina tabloyan hêvî û şêweya jiyanê ye.

Duzgun herwiha got: “Heta niha min di hunera xwe de tim behsa serpêhatiyên xwe kiriye. Yanê çi bûyer bandorê da be ser jiyana min ez li serê xebitî me. Rojek li rojnameyan ez rastê tundiya li dijî jinan hatime ez yekser li serê xebitî me. Her wiha ez tim behsa Strî û Kulîlkan dikim. Lewra xweza cudaperest nîne, hemû riwek û hêşinahî bi hev re nin. Ez cografyaya Dêrsimê baş dizanim. Çemê Munzurê, çiya, çîrok û efsaneyên wê baş dizanim. Helbet di hunera min de meriv rastê wan şopan tê. Dema min dîmenên wêrankirina Kobanê temaşe dikir ez digiriyam. Dema min romana Mehmed Uzun xwend ez pir di bandora wê de mam û min got divê ez mirina Kevokê xêz bikim. Dema temaşevan ev resm dibinin dizanin ku ez behsa tundiya li dijî jinan dikim.”

Di vê pêşangehê de ji xeynî tabloyên li ser xwezayê, tabloyên li ser êrîşa Kobanê, wêrankirin û şewitandina gundan û xwezaya Dêrsimê jî cih digrin. Her wiha Düzgün,  ji karaktera romaneke (Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê) nivîskar Mehmed Uzun îlham wergirtiye û bi navê “Mirina Kevokê” tabloyek çêkiriye.  

Dêrhêner Mehmet Bukulmez jî got: “Pêşangeha Mustafa Xoce gelekî baş û serkeftî ye. Ew di resmên xwe de behsa mijar û babetên cuda dike û ew diyalektika xwezayê xweş xêz kiriye. Wek mînak, strî û kulîlk, kew û bûm bi hev re di nav xwezayê de ne.”

Pêşangeha hunermendê tabloyan Mustafa Düzgün ku rojane bi dehan hunerhez serdana wê dikin, wê heta 14ê Nisanê li Cagalogluya Stenbolê, ji bo serdêr û hunerhezan vekirî be.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin