Şêwekarekî Rojavayê Kurdistanê ji por û rihê xwe wêneyê Jîna Emînî çêkir
.
A+A-
Şêwekarekî Rojavayê Kurdistanê li kampa Domîz bi por û rihê xwe portreya keça Kurd Jîna Emînî çêkir.
Şêwekarekî Rojavayê Kurdistanê li kampa Domîz tabloyan bi risas dineqşîne
Şêrwan Mihemed Hesen koçberekî rojavayê Kurdistanê ye, xelkê Amûdê ye, 28 salî ye, li Kampa Domîz a li Duhokê dimîne.
Şêrwan Mihemed Hesen ku ji malbateke şêwekar e, du xwişkên wî jî şêwekar in, bi pênûsa risas ciwantirîn portreyan çêdike.
Tevî ku gelek tablo çêkirine jî lê heta niha tu pêşangeh venekirine û bi ser de bêkare jî. Hinek roj bêyî ku biweste, bêhtirî 10 saatan li ser çêkirina tabloyan kar dike.
Vê dawiyê mi mûyê por û rihê xwe portreya keça Kurd Jîna Emînî kir, ku li Tehranê ji ber îşkenceya hêzên emnî canê xwe ji dest dabû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin