Şêwirmenda Esadî xweseriya Kurdan red kir
Şêwirmenda Beşar Esadî Buseyna Şaban got, heke bo Kurdan xweserî bê dayîn, siberojê Sûrî wê perçe bibe.
A+A-
Dema civîna salane ya Kluba Nîqaşê ya Valdaî ya li Moskowê, Şabanê, li, ser nîqaşa xweseriya kurdan, ji Reutersê re got: "Xweserî, tê wateya dabeşkirina Sûriyê. Ne pêkan e ku em vê rêya ku diçe perçekirina Sûriyê, bişopînin."
Şabanê anî zimên ku Kurd, perçeyeke gelekî hêja û girîng a Sûriyê ye.
Weke tê zanîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Bakururojhilata Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji çaryeka axa Sûriyê kontrol dike û tê zanîn ku di hevdîtinên digel HSD-Şamê de, xweseriya Kurdan tê nîqaşkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin