Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şêx Adî ne afiranderê Êzdîtiyê û teologiya Ezdahîtiyê ye !

A+A-

Birêz kekê Arslan Özdemir, gelekî xemgîn im ku, camêrên mîna cenabê we hêjî ji ber 74 Fermanan û di nav van 10 salên jenosîda Şengalê derbasbûne de ji dîroka baweriya Êzdiyatiyê , ya ku we bi gotinê xwe gotiye, „bingeha hezkirin, aştî û xweşbîniyê „ ye baş nasnekiriye. „Êzidiyan di dirêjahiya dîrokê de li hemberî zor û zehmetî û zordariyan bi ziman û kevneşopiyên devkî nasname û baweriya xwe“ û netewa xwe „parastine.“ Û hwd.


Kekê hêja, gava we baş dîroka baweriya me Êzdiyan ji ilim û qewlên Êzdiyatiyê guhdarbikirina anjî bixwandina , we baş fêhmbikira , we yê jî mîna „lêkolîner û dîroknivîsên“ dagirkerên Kurdistane ne gotina, „koka êzîdîtiyê di sedsala 11-an de, di bin bandora olên kevnar ên li Mezopotamyayê de sazî bûye û Şêx Adî damezrînerê ola êzdiyatiyê“ye. We qala gelek nerastiyên mîna , „Pirtûkên pîroz ên Êzdiyan Mishef’a Reş û Kitâbü’l-Cilve“ „Êzidîtî ji olên kevnar ên li Mezopotamyayê, bi taybetî jî Zerdeştî û Mandeîzmê bandor „ ………….girtiye kiriye.
Ez ê niha tenê ji bo zanînê hêvîbikim ku, hûn vê gotara*1 min bixwînin, dûre berê xwe bidine dîroka me, ya ku di nav van berhemên*2 min de hatiya belakirin û ji kerema xwe ra bes dîroka me Êzdiyan li gorî „lêkolîner û dîroknivîsên“ dagirkerên Kurdistanê bidine naskirin!
*Çavkanî:
1 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0vK36TqczmuSKJuin2cWHvNEyBpqvddLWiJEjBLbxte6ASnxS6aa2n7dFgavbKsFSl
2 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0dctXuBtvn8tw7dsjUQzPyZScFKkvFWjNLhqajea7dLLSiZkug6DqXF1PGfDa5zgdl

ŞÊX ADÎ NE AFİRANDERÊ ÊZDÎTİYÊ Û TEOLOGİYA EZDAHÎTİYÊ YE !

Hêvîdarim rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên dezgeh, mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî, zanîn û agedariyên xwe, yên di der heqê dîroka hemû olên li Kurdistanê û bi taybetî jî yên li ser baweriya Kurden resen zêde bikin. Ew jî mîna gelek pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û ramanvanên dagirkerên welatê me, mîtolojiya afirandina dinyayê û bingeha mirovatiyê ji bo berjivendiyên civat, ol, dezgeh, rêxistin û kesayeta xwe ne guhêzin!

 

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0dsGKXqPiQVg8hQRRkZybJrZPZZyLXJDo5iDCfNeGYgqQyusCYQSqhMPUtRfGx7s9l

    

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin