Şêx Alî Pêşhateyên Sûrîyê û Siberoja Kurdan Dinirxîne
.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (PYDKS) Mihyedîn Şêx Alî di hevpeyvîneke taybet bi Dengê Amerîka re, pêşhateyên dawî li Sûrîyê piştî ketina rejîma Beşar Esed û cîhê Kurdan di siberoja wî welatî de nirxandin.
Şêx Alî dîyar kir ku bi têkçûna rejîma Be’is re ku 61 salan li ser desthilatê bû, rûpeleke nû di jîyana Sûrîyê de vebûye ku ev yek cîhê dilxweşîya gel bû.
Li ser pirsa siberoja Sûrîyê dê çawa be, Şêx Alî got ku rewş hîn ne zelal e, "Desthilata nû yek reng e, programa wan jibo lidarxistina kongireyeke niştimanî û damezrandina komîteyekê jibo destûrekî nû ne xuya ye, bi dîtina me eger Neteweyên Yekbûyî vê pêvajoya birêve bibe wê baştir be. Herwiha mafên jinê û wekhevî divê li gor belgeyên navnetewî bên nas kirin".
Li ser dîyaloga di navbera alîyên Kurdî de Şêx Alî da zanîn ku ew hîn bi encam nebûye, "Divê şandeke hevbeş çêbibe ku li ser hin pransîpan li hev bike û berê xwe bide Şamê û danûstandinê bi desthilata nû re bike. Em ne bi wê yekê re ne ku tek partî bi tena serê xwe biçe Şamê, divê şand nûnertîya Kurdan bike".
Girêdayî daxwazên Kurdan li Sûrîya nû çi ne, sekreterê PYDKSê ew wiha şîrove kirin, "Divê hebûna Kurdan di destûra Sûrîya nû de bê pejrandin û zimanê Kurdî jî cîhê xwe bigire û li dibistanan bê perwerde kirin. Herwiha dewlet nenavendî be ku hin desthilatdarîyên xwecîhê jibo herêm û parêzgehan bên dayîn û samanên aborî bi dadmendî bên belav kirin".
Derbarê çarenivîsa herêmên Kurdî ku bin destê Tirkîyê de ne weke Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî de, Şêx Alî xwest ku Tirkîyê ji nav axa Sûrîyê vekişe, "Binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê li ber çav û kontrola artêşa Tikrîyê berdewam dike. Ji desthilata nû tê xwestin ku rê li ber vegera hemû derbiderên bi aramî jibo cîhûwarê wan veke ev mafekî rewa ye, lê ew hîn bi xemsarî li vê yekê dinêre".
Jibo guhdarîkirina li tevahîya hevpeyvînê fayla deng veke
Çavkanî: VOA Kurdî
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin