Şêx Elî Îlyas Cejna Çilê Zivistanê li Kurdên Êzidî pîroz kir
.
A+A-
Babaşêxê Êzidiyan Şêx Elî Îlyas Cejna Çilê Zivistanê li civaka Kurdên Êzidî pîroz kir.
Sibe Cejna Çilê Zivistanê ya Kurdên Êzidî ye.
Babaşêxê Êzidiyan Şêx Elî Îlyas bi boneya Cejna Çilê Zivistanê peyamek belav kir û ew cejn bi germî li Kurdên Êzidî pîroz kir.
Şêx Elî Îlyas hêvî kir ku ev cejna pîroz ji bo hemû Kurdên Êzidî yên li her derê bibe wesileya xêr û bereketê û pêkanîna ewlehî û aramiyê.
Babaşêxê Êzidiyan her wiha hêvî kir ku ev cejn bibe rê û rêbazek ji bo çandina ruhê pêkvejiyan û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên civakê de.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin