"Silav Kurdistan "
Ji welêt re
Bermayên hesretê
Ji jinê re
Temenek bê veger
Ji bedewbûnan teva re
Helbestên bê nav
Û hestên germ û xav
Ji beybûnê çiyayî re
Ji êşên jinbî re
Ji silavên tî re
Bîranînên min
Hêsirên peyvên min
Dema serên xwe mîna serhildêran bilind hildidin
Dema peyv hevdû ji nêza dixun.
Û çivîkên hêviyê çermên çêlîkên xwe digezin
Dema nimêj ji xwedê direvin.
Dema ceng bi aştiyê re diraz in
Hemî tişt puşt dibin.
Feleka kurdî rewrewkan
Ji paş piştê xwe ve derdixîne
Şaristaniya binkeftinê ava dike
Hêsir jî dibin qetran.
Newrozên bê agir dişewitînin
Û riwê agirê hêrsdar disojînin.
Dema evîn dibe gor
Zivistan di bin germa havînê de dilerize.
Birîn xwe di hola evînê de sêdar dike .
Her tişt dibe wek hev
Mirin û jiyan pêxwas li paş karwanên darbestan dimeşin
Buha û erzan hevdû di bazarê valahiyê de difroşin
Derd û derman
Mirovên saxlem
Seqet dikin
Û yên nexweş
Wana bi cil û bergê nojdar ve dixemilînin
Li pêş çavên dilê min de
Dengê tilîlî wek nalînekê ji dûr ve tê
Dengê wê
Vedenga dahol û zirnê ye
Peyamên kundan dixwîn e
Ew yonan bû
Û niha dewlet e
Ew roma bû
Û niha Îtaliya ye.
Lawên iskenderê mezin jî
Dewleta xwe ava kirin.
Farisa kevin niha Îran e
Û osmaniyê berê
Lawên xwe li vir in
Li ser laşên erdê kona xwe ya girs cîgir kirin.
Em tenê erd ji me nefret dibe
Em ji welêt derdikevin
Bi şehnaziya kujerên xwe serbilind dibin
Û karwan du karwan xwe li deryan diqelibînin
Û berdewam dibên
Silav Kurdistan
Silav ey netew
Silav ey Xewina bedew.
Helbest: Rêber Hebûn