Sileman Keleshi: Piştî 35 salan yêkik li hivî û armancê min li şorişa bi navê Jîna Emînî da bi cî hat 

Sileman Keleshi: Piştî 35 salan yêkik li hivî û armancê min li şorişa bi navê Jîna Emînî da bi cî hat 

.

A+A-

Sileman Keleshi

Ez û sê hevalê xwe in pêşmerge nêzîk 2 salan ( salên 1987,1988) li girtîgehên Tirkan li bajêrên Gever, Colemêrg û Diyarbekir da man.

Rojekê ku qerar bû ez û her sê hevalê xwe û digel komek li girtiyê Kurdê Bakur pêkewe biçne Mehkemê( dadgah) dem em hemu salona çawerêyê de ûn ku Eskerî bêt û me bi maşînê Eskerî bibine Mehkemê. Piştî demekê maşînê Eskerî hatin ku girtiya bibne Mehkemê, ez hevalê xwe jî çaverê bûn ku bikne gazî me û em sarê maşîna bin û biçne Dadgehê, wê demê da bû dengê billind û qerebalixî çêbû. Min xwast li ciyê deng û qerebalixiyê nêzîk bim û bizanim çi diqewime, dema ez van nêzîk bûm deng hêj billintir bû, min Efserek Tirk ku dereca wî Yozbaşî bû destê xwe girtiya dihejad û digot: heta hun neçin kincê xwe neguherin û kincê girtîgehê wernegrin, em we nabin bo Mehkemê. "

Dema gotinê wî tewaw bûn, min dît ku girtiyek camêr, egît û netirs destê xwe hember Yozbaşî hejand, pirsî û got" tu dizanî em bo wira li girtîgehê dane? Piştre bi xwe bersiva da û got, berhindê em qanun, hikimdar û çi tiştekî we qebûl nakin û berhindiye ku em li girtîgehê dane, îdê em çava kincê we û yên girtîgehê qebûl bikin, hun dixwezin me bi van kinca bibin kerem kin eger ne em kincê girtîgehê li xwe nakin.

wextê wisa got a bînan niha hêstirê kerûkînê li çavê min hatine xarê û min hivê xwast û got xazî rojekê min dîtiba ku li Rojhelatê welatê min jî a wisa singê xwe dabana pêş û li hember dagîrker û neyaran gotiban; em Qanun, hikimdarî, Al û çi tiştekê we qebûl nakin.

Lê ez îro pir keyfxweşim ku gelê me li Rojhelat ne tenê li girtîgehan berxwedanê dikin dijî dagîrkeran radiwestin, belkî li Qebirstan li ser mezarê şehîdan bigre heta ser şeqam û hemu ciyekî wê Kurdistan dibêjin ey dagîrkerê zalim êdî bese em çi tiştekî we qebûl nakin û em Kurdin û Azadî û serbetiya xwe û welatê xwe dixwezin. Ez û hizaran kesê wek min bi we ser billindin. hun her bjîn. Hun ciyê şanazî û ser billindiya mene.

Ev hêviya min hate cî û em bo hêviya her mezin ku rizgariya gel û welate em xebatê bikin.

Ev kesê ku gotin gotî ewa demeke hatiye welat Swêdê û em caran pêkewe qise dikin. Ew her sax û silamet be

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin