Silêman Oso: Em pê kêfxweş in ku di kongreyên PYDê de ‘Ey Reqîb’ tê xwendin

Silêman Oso: Em pê kêfxweş in ku di kongreyên PYDê de ‘Ey Reqîb’ tê xwendin

.

A+A-

 Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di 10emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku rojên 22-23yê Îlonê hate lidarxistin de, li şûna Salih Muslim û Asya Ebdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso hatin hilbijartin.

Di kongreyê de cara yekem xwendina sirûda netewî ya Kurd ‘Ey Reqîb’ bala siyaseta Kurd kişand.

Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso, kongreya PYDê ji PeyamaKurd re nirxand û got, “Xwendina sirûda Ey Reqîb, tê wateya normalîzekirina siyasetê li Rojavayê Kurdistanê.”

Oso li ser xwendina sirûda Ey Reqîb di kongreya PYDê de got: “Em pir pê kêfxweş in ku sirûda netewî ya Kurd di kongreya PYDê de hate xwendin. Çimkî ew nûnertiya netewbûna gelê Kurd dike. Ev ne tenê sirûda Herêma Kurdistanê ye, sirûda netewî ya hemû Kurdan e. Li Kurdistanê her kîjan alî û partî vê bixwînin gelekî hêja ye. Em pê kêfxweş in ku di kongreyên PYDê de tê xwendin.”

Silêman Oso diyar kir, ew hêvî dikin ev rewşa nû bi hevserokên nû re bibe sedema pêşxistina siyaseteke nû û wiha axîvî:

“Bi qasî zanim dema HSDê sala 2019an Baxoz ji destê DAIŞê rizgar kir û dawî li terorîstan hate anîn, Ey Reqîb xwendibû. Ev geşedaneke baş bû. Hêvîdarim wiha berdewam bikin. Herwiha wê rojê li ber televizyonê bûm, min dît ku li Rojavayê Kurdistanê xwendekar li dibistanan Ey Reqîb dixwînin. Şaş mam ku PYDê îtiraz li vê nekir. Ev dibe ku nîşaneya guherînekê be di siyaseta wan de.”

Serokê ENKSê li ser guherîna hevserokên PYDê jî ev nirxandin kir:

“Min heta niha derbarê hevserokên nû yên PYDê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso de ti tiştekî nebaş nebihîstiye. Lê belê siyaseteke PYDê heye û guhertina hevserokan siyaseta wan naguherîne. Heta niha PYDê ti destkeftek ji bo Rojavayê Kurdistanê bi dest nexistiye.

Divê êdî vegere ser hîmên xwe. Li herêmê gelek talankarî, dizî û xesp çêbû. Xelkê me birçî man û ji cih û warê xwe bûn. Niha li welatên biyanî wek penaber dijîn. Bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest da. Li herêmê ciwan nemane, divê PYD şaşiyên xwe bibîne û lêvegerekê bike. Operasyonên Îsraîlê yên li Lubnanê li ser Hizbullahê û şerê Filîstînê wê bibe sedema ku geşedanên nû li Rojhilata Navîn çêbibin. Wê ev bandorê li Sûriyê jî bike. Loma jî divê PYD lêvegerekê bike û li ser bifikire bê heta niha çi kiriye û nekiriye. Heke na wê wê destkeftên heyî jî ji dest biçin. Pêwîste PYD berê xwe bide Kurdan.”

Li ser pirsa, ‘Gelo îhtimala ku PYD vê lêvegerê bike heye?” jî Silêman Oso da zanîn:

 “Em hêvî dikin vegere. Divê li peymanên ku me bi navbeynkariya Amerîkayê sala 2020an bi wan re kirine vegere. Wê demê me tiştên baş kiribûn. Divê em Kurd di rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de, bibin hevparên hev. Em dikarin vê çareseriyê ji bo tevahiya Sûriyê pêşniyar bikin. Lazim e em hem li hember dostên xwe hem jî dijminên xwe wekî Kurd bihêz bin.”

Ji bo hilbijartinên hatine paşxistin jî Serokê ENKSê wiha got:

 “Ew keşûhewaya ku li herêmên jêr kontrola PYDê û Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên demokratîk bêne kirin tune ye. Ger hilbijartin wiha bê kirin, wê PYDê qezenc bike. Çimkî çek di destê wan de ye û wê xelk neçar be dengê xwe bide wan. Ji bo wê jî hem Ewropayê hem jî Amerîkayê nexwest hilbijartin bê kirin.

Lê belê ger me bikariya bihevre beşdarî hilbijartinan bikira, ne Amerîka ne jî Ewropayê ji me re negotin, na. Em ê wiha bibûna şirîkê rêveberiyê. Ji bo di Sûriyeya bê de em bikarin gelê xwe biparêzin, divê em yekîtiya xwe ava bikin. Ger em nebin yek, fêdeya Amerîka û Ewropayê jî li me nabe.”

Silêman Oso li ser hebûna PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê jî ev nirxandin kir:

“PKK ne rêxistina Rojavayê Kurdistanê ye, lê ya Kurdistana Tirkiyê ye. Ji ber PKKê xelkê me dibe hedefa balafirên şer. Em ne mecbûr in barê pirsgirêkên navbera Tirkiye û PKKê hilgirin. Bikaranîna diruşmên PKKê li Rojavayê Kurdistanê, vê herêmê dike hedefa welatên wekî Tirkiyeyê. Bila PKK biçe li Bakurê Kurdistanê hebûna xwe bidomîne. Heta PKK ji Rojava derneyê em nikarin derdê xwe ji dinyayê re bibêjin. Daliqandina wêneyên PKKê û sloganên wan, herêma dixe xeteriyê û dike hedef.”

Çavkanî: Peyamakurd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin