Silêmanî- 101 kesên din bi Koronayê ketine
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, îro roja yekşemê 31.05.2020an zêdetirîn jimara berketîyên bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Ev jî deqa ragehandina wezareta Tenduristîyê ye:
Zêdetirîn jimara berketîyan bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.
Li berdewamîya pişkinînan û gerîyan li dû gumanlêkirîyan, 101 berketîyên din bi vîrua Koronaya Nû COVID- 19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin ku jin, zarok, keç û kur in ji hemû temenan. 6 ji wan berketîyên berê ne û 2 berketî jî, berê geşt kirine û 90 kes jî nîşanên nexweşîyê hebûne û encamên pişkinînên wan erênî derketîye.
51 ji wan şênîyên Pênciwîn in
42 şênîyên Silêmanîyê ne.
3 şênîymn Warmawê ne
1 Kelar
1 Kifrî
1 Xaneqîn
1 parêzgeha Helebceyê ye
1 jî rûniştvanê bajarê Bexdaye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin