Sîmirbazî di navbera destanîbûn û nejenîbûnê
Rêber Hebûn
Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.
Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê dike û ev me dihêle ku em babeteke rexnî vekin girêdayî bi mijoliya helbestvanê ye, bi jiehvekirina nîşanên helbestî, ew nîşan bi vejîndanê ve girêdayî ye, ji ber nîşan dûriyên xwe yên deronî û niştîmanî hene û bikaranîna wê bi xwe re hestên serhildan û raperîn û rikberiyê tîne hole, wekî tê zanîn ku helbest bi giştî hunereke wêjeyî ye hest û ramanan bervajî mirovan dike, giringiya hevgirêdana di navbera destanîbûn û nejenîbûnê de bandoriya xwe li ser hişmendî û henaseyên xwendevanan heye , ji ber wate ji nivîsê an ji pêvajoya derbirînê ew e bilindkirina asta têgihiştina mirovan e ev yeka jî zanistên mirovî li ser dixebite, rola helbestê li ser jiyana civakan berz dike , nexasim dema helbest nêzî mijarên dîrokî û destanî dibe,bûyerên ên ku ji jiyana kurdî derbasbûn e gelek in, bandora van bûyeran li ser mirovên afrêner hene, belgekirina hest û ramanên demê ne tenê erka dîroknas e lêbelê wejevan jî herwiha, ji ber ew nûnertiya serdema xwe dike, zimanê rewşê diyar dike, bêhtir Kubar Hawar di naveroka helbestên xwe de şêwaza pesindanê bikaranî ye, ev jî rolek xwe di sazkirina nasnameya netewî û rewşenbîrî de heye.
Helbestvanê xwestiye nûjenîbûnekê çêbike di vê şêwazê de, helbesta kevinşopî li vir hewil dide bi guhertinên ramanî û civakî re biçe, em li vir binêrin: ( Teneyeke ji axa te dibû- pixûra xewnan- ava çema te dibû- avsûn û derman- pîroz e mîna ayet û peyvên Quran.)
Yek ji xusletên şêwaza kevinşopî ku vegerîneke derbasbûyî ji nîşanên efsanî û ayîndî re saz dike, ev yeka ne dûr e ji metirsiya heyînî û ramana felesfî ve, diyar dibe ku Kubar Hawar gelek teknîkên derbirînî bikaraniye, ji bo helbest li ser tek ritmî nemîne, hizrê nûbûnê li cem zindî ye.
Li vir jî em dibînin rûpel 24 : tu dipirsî lê pirsa te pirseke sar e- digrî lê girîna te kêm hawar e- wêneyê xêz dikî – lê ne Kubar e.
Çawa helbesta nûjen ji destanî cuda dibe, ma gelo helbesta nûjen bandora xwe ya netewî ji destdabû bi sedema zorbaziya takekesîbûnê, helbestvan Kubar Hawar bersiva vê yekê di helbestên xwe de dabû ji ber mirov dikare di navbera herdû şêwazan de hevsengiyê çêbike , di çarçoveya helbesteke nûjen de kelepor û nûbûnê jî diparêze û bi awayên rengîn diyar dike .
Dûmahî:
Wekî tê zanîn ku helbest rêyeke ji rêyên ramanbûnê ye û roleke xwe heye ji pêvajoya naskirina henas, evîn , gerdûn û pirsgirêkên mirov bi din re, pêşveçûna helbestê pêşveçûneka ramanî diyar dike, qet mirov nikare şêwazên kevinşopî ji holê rabike lê bi rengekî ji rengan û bi şêweyên curbecur wê berdewam bibin.