
Sine | Ji ber ku tev li greva giştî bûne, rejîma Îranê 6 bazirganên kurd binçav kirine
.
A+A-
Emced Germaxîzî û Neîm Dostî, 2 bazirganên kurd ên ji Sineyê ne û ji ber ku tev li greva giştî ya roja 22yê çileyê ya li bajarên Kurdistanê bûn ku ji bo betalkirina biryara cezayê bidarvekirina aktîvîstên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Miradiyê hatibû pêkanîn, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin û nayê zanîn bê ka li ku tên ragirtin.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê radigihîne ku ji bilî van her du bazirganên kurd, rejîma Îranê her weha Mihemed Seyf Penahî, Sîna Rizayî, Mihemed Etlesî û Umîd Mihemedî jî li Sineyê binçav kirine ku nayê zanîn bê ka li ku têne ragirtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin