Sînem Mihemed: Nabe em bi tena serê xwe herin Şamê

Sînem Mihemed: Nabe em bi tena serê xwe herin Şamê

.

A+A-

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Emerîkayê dibêje ku Rêveberiya Xweser (a PYD) daxwaza Sûriyeyek nenavendî dike, ku mafê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê de parastî be.

Sînem Mihemed di hevpvînekê de ligel Welat TV, daxiuaniyên Fermanderê Rêverberiya Operasyonên Leşkerî, Ehmed El-Şerî, bi erênî nirxand, û bicihkirina wan gotinan di civînên ligel pêkhateyên Sûriyê de, bi girîng da zanîn.

Mihemed da zanîn jî ku “nabe em (MSD) bi tena serê xwe herin Şamê, lêbelê divê şandeyek hevbeş be ku hêz û rewatiyê bide (gelê) Kurd.”

Daxwazên Rêveberiya Xweser a PYDê

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Emerîkayê, Sînem Mihemed, eşkere kir jî ku ew “nameyan ji Şamê re dişîne, da bibe beşek ji hikûmeta paşerorjê li Sûriyê” û tekez kir jî ku “hikûmeta ku ew ne beşek jê bin dê bi ser nekeve.”

Derbarê daxwazên Rêveberiya Xweser a PYD de, Mihemed wiha got: “ Dawaziyên me sîstemek nenavendî wek rêveberiyek xweser a demokratîk vedigre (…) Rêjîma Esed ya navendî gelek pêkhateyên Sûriyê dûrxistibû, û Kurd mana pêkhateyên din bêmaf hiştibû. Lewma em daxwaza sîstemekê dikin ku mafê hemû aliyan biparêze, û hemû pirsgirêkên wan jî çareser bike.”

Mihmed eşkere ki jî ku, heta niha ti peywendî yan jî hevdîtinên fermî di navbera wan û karbidestên nû yên Sûriyê de pêknehatiye. 

Kobanê

Di van rojên borî de, Turkiyê hêzek zêde li ser sînorê xwe yê li gel Kobanê kom kiriye. Komên çekdar ên opozisyona Sûriyê (yên Turkiyê piştgiriya wan dike) êrîşî navçeyên di dest Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin.

Sînem Mihemed derbarê van pêşhateyan de got: “Hevdemê ku miletê Sûriyê ji rêjîma borî rizgar bû, van milîsan derfet îstixlal kir da êrîşî navçeyên Kurdî li Tel Rifet û Kobanê bikin. Ev metirsiyek mezin li ser hemûyan û li ser Kurdan bi taybetî çêdike, ji ber ku Kobanê sembola berxwedana Kurdî li dijî êrîşên (DAIŞ) a terorîst e.”

Mihemed da zanîn jî ku niha danûstandinên berdewam di navbera HSD û Emerîkayê de hene, da ku “Kobanê nekeve û Turkiyê wê kontrol neke” û tekez kir ku HSD şer naxwaze.

Çavkanî: Welat TV

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin