Sînem Mihemed: Piraniya endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriya Kurdan dikin
.
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê got ku piraniya endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriya Kurdan dikin.
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê da zanîn, “Divê aliyên Kurdan bibin yek.”
Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî derbarê êrişên Tirkiye û komên çekdar li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Em pabendbûna xwe ya bi biryara agirbesteke berfireh a li seranserî Sûriyeyê dubare dikin.
Em amade ne ku li Kobaniyê avakirina herêmeke bêçek pêşniyar bikin.”
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemed ji Washingtonê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Cafer Mûbeşirniya yên li ser mijarê bersivandin.
Sînem Mihemedê ragihand ku bêçekkirina Kobaniyê ne bêhêzkirina xelkê ye.
Sînem Mihemedê diyar kir ku li Sûriyeyê rewşeke nû ava bûye û divê Kurd projeyeke amade bikin û bi Amerîkayê re rûnin.
Rûdaw: Îşev me gelek nerînên berpirsên Amerîka bihîstin lê tiştekî zelal tê de nebû ka dê Rojavayê Kurdistanê biparêze yan na. Bi baweriya te, Amerîka dê Rojavayê Kurdistanê ji êrişên Tirkiyeyê biparêze?
Sînem Mihemed: Dem baş ji bo we û hemû temaşevanên we yên hêja. Wekî hûn dizanin şerekî piştî hilweşandina rejîma Esed, rejîma Beas, şerek ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve, li ser Minbicê hate kirin, her wiha niha li ser Bendava Tişrînê çêdibe. Helbet, ew şer bi alîkariya Tirkan e. Di vê rewşê de, hûn hemû dizanin ku ev rewş di navbera her du birêvebiriyan de ye, birêvebiriya nû ya Trump ku hîn dest pê nekiriye û birêvebiriya niha ya Biden, demeke kurt jê re maye da ji birêvebiriya desthilatdariyê derkeve, lewma birêvebiriya nû, yan birêvebiriya Biden nikarin ti biryarên zêde bistînin. Bi wê yekê jî, hewldanên wan ew e ku ev şer raweste. Ew naxwazin niha şerek bibe. Me dît li seranserê Sûriyeyê, niha agirbest çê bûye, şer nîne, ji bo wê yekê, em jî xelkên xweseriya demokrat, xelkên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, dixwazin şer raweste. Em hêviya avakirinekê ji bo Sûriyeyê dixwazin. Lê heta niha Tirkiye rijd e li ser êrişa li ser Kurdan, bi rasît Amerîka bi rijdî hewldanên gelekî mezin dide, di navbera me û Tirkiyeyê û komên çekdar de, gelek hewldanên Amerîka hene, ew ji çend rojan ve li ser wê hewldanê radiwestin û dixwazin alîkariyê bi HSDyê û xelkên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê re bikin, ku ti carê şer neqewime û agirbest bê kirin. Me dît ku wezareta karên derve gotiye, em dê aniha agirbestekê bikin, heta dawiya vê heftiyê. Ew jî heta niha baş e lê em dixwazin ew agirbest berdewam bibe, ji bo em bikaribin li aliyekî din, aliyekî siyasî, avakirina Sûriyeke nû, bi hemû xelkên Sûriyeyê dest pê bikin. Em wê yekê dixwazin lê mixabin Tirkiye dixwaze berê me bide şer, lê bi rastî ev yek gelekî xirab e, ne ji bo Kurdan, ne tenê ji bo miletê Kurd, lê belê ji bo hemû welatiyên ku li heêrmê dijîn.
Rûdaw: Îlham Ehmed nameyek ji Donald Trump re şandiye. Di nameya xwe de taybet li ser egera êrişa Tirkiyeyê li ser Kobaniyê rawestiyaye yan jî hin daxwazên din jî tê de hene? Tu dikarî hinek hûrgiliyên wê nameyê zêde bikî û bibêjî?
Sînem Mihemed: Rast e, name çû ji serok Trump re lê min got, hêj wî dest bi desthilatdariya xwe yan hikûmeta xwe nekiriye. Lê Trump bikaribe bandoreke baş li ser Erdogan bike, ji ber ku berê jî têkiliyên wê pê re hene. Birêz Îlham Ehmed dixwest ew wan têkiliyên xwe yên bi Erdogan re bi kar bîne, da heta niha ew agir raweste, ew şer raweste. Êdî dema Trump bê ser desthilatdariyê, wê demê her tişt aram be. Em naxwazin dema Trump bê ser desthilatdariya xwe û bibîne ku li herêmekê şer heye, li herêmekê alozî heye. Di nav de jî gotiye, em dixwazin ev şer raweste û Trump jî bikaribe zorê li ser Erdogan bike, da ew şer raweste, wê demê aramiyek li hmeû Sûriyeyê bibe, wekî ku Trump dixwest, her dem Trump dixwest û digot, ez dê aramiyekê li Rojhilata Navîn pêk bînim, lewma jî xwesteka me ew bû.
Rûdaw: Piştî destbikarbûna Donald Trump, dema ku bê ser kar li Amerîkayê. Bi nêrîna we Amerîka dê hêzên xwe li Sûriyeyê bihêle?
Sînem Mihemed: Heta niha wê bihêle, lê dema Trump bê, bi rastî ne diyar e. Ne diyar e ku bihêle yan na. Ev li ser koma ku bi Trump re ye, çawa wê karibin wê qayil bikin. Trump naxwaze têkeve cihekî ku şer û alozî lê hebin, carekê gotiye ku ti berjewendiya me li Sûriyeyê nîne. Lê niha ez dibînim û texmîn dikim, Trump wê bimîne heta aramiyek li hemû Sûriyeyê pêk bê, ji ber ku tîma ligel wî, wekî mînak, wezîrê karê derve, ku hatiye destnîşankirin, gelekî piştgiriya Kurdan û gelekî piştgiriya wê yekê dike ku aramî li Sûriyeyê bibe, piştgiriya HSDyê jî dike. Her wiha kesê ku li Encûmena Asayişa Niştimanî hatiye destnîşankirin, cihê wî gelekî girîng e, ew jî mirovekî li nav Kongiresê bû, gelekî piştgiriya Kurdan dikir. Em wê yekê jî dibînin ku herdu eger bandoreke baş li Trump bikin, ez texîmn nakim ku Trump vekişe, lê dîsa jî em nizanin.
Rûdaw: Li Kongreyê û li Encûmena Pîran a niha hatiye hilbijartin, piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê çawa ye?
Sînem Mihemed: Heta niha endamên Kongreyê yên berê û yên nû hatine, piraniya wan, bi rastî gelekî hewlwesteke baş û alîkariyê ji bo Kurdan dikin, em wê yekê dibînin. Hin li aliyê Encûmena Pîran û him jî li aliyê nûneran. Endamên van herdu aliyan hene, ku bi Kurdan re alîkar in û piştgiriya Kurdan dikin. Dema me hevdîtinên xwe li hundirê Kongiresê dikirin, me ev yek dît. Li hundirê Kongiresê komek jî heye, em jê re dibêjin komê alîgirê Kurdan li Kongreyê. Ew jî heye. Komeke mezin e, ne biçûk e, nêzîkî 50 endamên wê hebûn, wan hemûyan piştgiriya pirsa gelê Kurd dikir. Gelek in. Lewma jî hevîdtinên me bi wan re berdewam dikir, heta niha jî berdewam in. Gelek senator jî hene, heta niha hevdîtinên me bi wan re berdewam dikin, ew jî hewldanên wan hene, senatorek ji aliyê Trump û senatorek ji aliyê Biden, herdu hewldanên wan hene ku bandorekê li ser Biden bikin, li ser Trump bikin, ku ew şer rawestînin û ticarê şer li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li ser Kurdan, pêwîst e raweste. Meseja wan tevan yek e, mesejekê didin ku mirovê Kurd, yan Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta niha wê bi me re alîkar bin, bi me re alîkar bûn ku me şerê DAIŞê kir, da em DAIŞê tune bikin, wê demê pêwîst e ewm wî gelî bi tenê nehêlin. Ev e meseja wan, heta niha.
Rûdaw: Niha Amerîka amade ye, hema piştgiriya ku ji aliyê serbazî ve dide HSDyê, di aliyê siyasî de jî bide MSDyê?
Sînem Mihemed: Di warê siyasî de, niha bûye qonaxeke din. Em ketine qonaxeke nû. Em dibînin niha Sûriye piştî hilweşandina rejîma Esed, bi rastî desthilatdariya ku niha li Şamê heye, her kes dizane ev kî ne. Me jî bang kir û me got, em jî wekî Kurd, yan wekî xelkên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, hemû Kurdên wê, Erebên wê, Siryanên wê, Kiristyanên wê, em beşek in ji wê Sûriyeyê. Em ji Sûriyeyê ne cuda ne, lewma divê em ji bo paşeroja Sûriyeyê, em jî hene, wekî çawa em wekî HSDyê, wekî Kurd, wekî hmeû pêkhateyên wê derê- bi roleke mezin rabûn, çawa me terora DAIŞê tune kir, êdî em jî beşek in ji vê serkeftina ku dibêjin niha li Sûriyeyê çê bûye, em beşekî sereke ne. Bi wê yekê jî pêwîst e em beşekî sereke bin ji paşeroja Sûriyeyê. Gelek daxiyaniyên Amerîkayê hebûn, wan digot, ji niha û pê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê, wekî Kurd, wekî Durziyan, wekî pêkhateyên olî yên din, pêwîst e rola wan di paşeroja Sûriyeyê de hebe. Banga wan ev e. Em jî vê yekê dixwazin.
Rûdaw: Ji bo Kurdan çawa ye? Tu dibêjî, Amerîka dibêje ji bo Kurdan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî. Taybet ji bo Kurdan, nerîna Amerîkayê çi ye, mekanîzmaya Amerîkayê ya piştgiriya Kurdan çi ye? Hemû Kurd bi hev re û aliyên siyasî yên Kurdî bi yek şanda Kurdî hebe, piştgiriyê bidê û bi yek şandê here Şamê û here Civaka Navdewletî, yan piştgirî tenê ji Birêvebiriya Xweser re ye?
Sînem Mihemed: Ji bo Kurdan, ev tiştekî din e. Amerîka dinere ku Kurdên Rojava hemû yek in, cudabûn di nav wan de nîne. Pirsgirêka Kurdan li ser Kurdan dimîne, ne li ser Amerîkayê dimîne. Pêwîst e em xwe amade bikin, em yek nameyê, yek projeyê, yek newrînê, em herin ji Amerîkayê re bibêjin, ev projeya me ye, ev neîrna me ye, em dixwazin çarenivîsa me li Sûriyeya nû çawa be. Ev yek li ser me dimîne. Em Kurdên Rojava ji niha û pê de pêwîst e em destên xwe bixin destên hev, eger Encûmena Kurdî be… Eger hewldanên Amerîka yên berê hene ji ob diyaloga Kurdî – Kurdî dîsa careke din pêk bîne. Bi rastî li ser wê yekê jî kar kir. Em wê dixwzin. Niha rewş hatiye guhertin. Rewş ne wekî berî salekê ye, rewş ne wekî beîr 14 salan e. Rewş niha di qonaxeke nû de ye û pêwsît e çarenivîsa Kurdan diyar bike. Em Kurd dixwazin çi ji bo Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de hebe, pêwîst e ev yek jî hebe. Pêwsît e di destûra nû ya Sûriyeyê de, mafê Kurdan misoger bibe, ev ji me re gleekî girîng e. Lewma ez nikarim tenê wê gotinê bibêjim, yan jî Encûmena Kurîd bi tenê wê gotinê bibêje, lewma bi hev re, hemû Kurdên me, hemû gelê Kurd û partiyên siyasî, saziyên sivîl li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, pêwîst e bibin yek û bi yek nerînê herin Şamê.
Rûdaw: Berî niha fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî peyamek da, di torên civakî de dibêje ew amade ne ji bo pêşniyarekê ku Kobaniyê bibe navçeyeke bê çek û bi serperiştî û amadehiya Amerîkayê. Li ser vê yekê nerîna we çi ye? Bi nerîna we, Amerîka dê tiştekî wiha bike wê gaveke wiha bavêje?
Sînem Mihemed: li gorî tiştê ku dibe, herdem helwesta Tirkiyeyê ew e ku şer bike, Tirkiye herdem dixwaze li wê derê êrişekê bike, ne tenê ku Kobaniyê bisitîne, lê belê hemû zeviya Sûriyeyê xistiye ber çavên xwe û dibêje ez ê tevî bisitînim, hemû ya min e, Lewma hewwldanên me hene, ku em mekanîzmatekê bibînin ji bo wî şerî rawestînin, bi rengekî aştiyane li Rojavayê Kurdistanê, em bi hev re jiyan bikin, em wê dixwazin. Lewma jî ew pêşniyar ji fermandarê HSDyê, birêz Mezlûm Ebdî gotiye, em amade ne ku Kobaniyê bêçek bikin. Bêçek nayê wê wateyê ku xelkên Kobaniyê bê hêz bihêlin, bêçek, êdî divê hêzên amerîkî jî li hundirê Kobaniyê bimînin, wekî çavdêr ku tiştek li ser xelkê Kobaniyê neqewime. Ev yekem, Ya din jî Asayiş hene, Polîsên Navxwe hene, wate Hêzên Ewlehiyê yên Navxwe hebin, lê pêwîst e hebûna amerîkî jî li wê der hebe. Ev jî pêşniyarek bû, ji ber ku em naxwazin şer çê bibe. Amerîka jî bi vî aliyî bi me re ye. Lê pêwîst e ew jî Tirkiyeyê qayil bike. Ez texmîn dikim heta niha, helwesta Amerîka gelekî kar dike, ku ew şer neqewime, ji ber ku ew jî ne ji berjewendiya Amerîka ne niha ku şerekî nû li Sûriyeyê biqewime, ew naxwaze.
Rûdaw: Eger Tirkiye êriş bike li gorî yasayên navdewletî, destdirêjiya ser welatekî din, bi nerîna we, pêwîst e helwesta Heyeta Tehrîr El Şamê çi be, li hemberî Tirkiyeyê?
Sînem Mihemed: Heyeta Tehrîr El Şamê, niha li Şamê ye û bûye wekî desthilatdarî û pêwîst e ew gelê Sûriyeyê, zeviya Sûriyeyê û xaka Sûriyeyê biparêze. Pêwîst e ew niha hwelwestekê bide, ji Tirkan re bibêje, êdî bese, nia hikûmeteke ûn ava bûye û hikûmeteke demkî ava bûye, em jî berpirsên xaka Sûriyeyê bi tevayî ne, pêwîst e em nehêlin Tirkiye têkeve nav xaka Sûriyeyê, pêwîst e wiha bibe. Em wiha hêvî dikin, lê wekî hûn dizanin, hikûmeta aniha li Şamê, gelek pirsgirêk hene, pirsgirêkên abûrî hene, pirsgirêkên ewlehî hene, pirsgirêka çawa avakirinê bike, hîn nû wergirtiye. Pêwîst e hin êhzên navneteweyî alîkar bin û bi Tirkan re kar bikin ku ew şer niha li Sûriyeyê raweste û ti carê şer li wê derê neqewime. Ne ji berjewendiya Amerîka ye û ne ji berjewendiya Ewropa ye û new ji berjewendiya dewletên erebî ye jî ku Tirkiyeyê têkeve û parçeyekî ji xaka Sûriyeyê bigire. Her wiha jî gefa terora DAIŞê, heta niha hêj li hundir, li Hesekê, li aliyê bajarên Bakurê Rojhilat hêj hene. Zindaniyên DAŞIê hêj hene, 12 hezar kes hene, li Kampa Holê bêhtir ji 50 hezar kesî hene. Ev wê çawa bikin, eger êrişek çê bû?! Ev hemû metirsiyekê bi xwe re tîne. Lewma ti kes naxwaze ew şer biqewime, lewma hewldanên ku aniha hene, him Ewropî û hin jî Amerîkî ku bikaribin rawestînin.
Rûdaw: Derbarê navxweya Meclisa Sûriyeya Demokratîk piştî ku rejîma Esed rûxiya û desthilat hate guhertin, ti guherînek di nerîna Erebên hevpeymanên we de, id nava MSDyê de, çê bûye?
Sînem Mihemed: Em dikarin bi rengekî giştî bibêjin, Erebên ku heta niha li nav HSDyê û li nav MSDyê ne, heta niha nerînên wan berdewam in û yek in, lê eger li ser komeke biçûk li Dêre Zorê derketibe, ew kom berê heman kom bû ku dixwest aloziyekê li hundirê Dêre Zorê dirust bike û diyar bikin ku wan HSDyê û MSDyê li wê derê qebûl nekiriye, ew jî destê derve li pey hene. Hêzên din jî hene. Wan xwest pirsgirêkê li Bakurê Rojhiatê Sûriyeyê dirust bikin. Ew dixwazin wekî fitneyekê li nav gelê Kurd û Ereb bikin. Em jî dibêjin na. Heta niha, ev bûn 14 sal em bi hev re kar dikin, Ereb û Kurdan bi hev re terora DAIŞê hilweşand, wan xwîn bi hev re dane, lewm em nabînin ku helwesteke xirab derket, hemû helwestên wan heta niha piştgiriya projeyê dikin. Hûn dizanin çi niha li Sûriyeyê dibe, rewşa Sûriyeyê hêj ne aram e. Hêj em nizanin rewş di paşerojê de wê çawa bibe. Erê niha her kesek şad bûye û esed hilweşiya, erê, lê bi rastî heta niha paşeroja wê ne gelekî zelal e. Em jî dizanin ew komên ku hatine Şamê hetan niha di lîsta terorê de ne, gelek xelk hene û gelek hêzên ewropî jî dibêjin, ji bo Sûriyeke ûn bê avakirin û hemû tekez dikin, pêwîst e Sûriyeke nû çê bibe û hemû pêkhateyên olî jî tê de hebin. Ew jî lê dinerin û çavdêriyê dikin, gelo karê wna dê baş be?! Wê demê dê wan ji lîsteyê derxin. Eger bi rastî wan dît gelek tiştên xirab çê bibin, ez texmîn nakim wê baş be. Ez dibêjim, daxuyaniyek ji eşîrênb ereban derket ji bo hemûyan û helwesta xwe diyar kir, ku ew heta dawiyê bi HSDyê û MSDyê re û Xweseriya Demokrat re ne û berdewam bin û em jî beşek in ji Sûriyeyê. Helwesteke gelekî erênî û baş bû.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin