Şingal/ Planeke êrîşa xwekujî hat pûçkirin!
Hat ragihandin ku 2 endamên DAIŞ ên ku amadeyiya êrîşek xwekujî di nav Şingalê de kirine hatine girtin.
A+A-
Jêderek ji Hêzên Ewleyê yên Parêzgariya Ninowa ragihand ku, amadekarên êrîşek xwekujî li Şingalê hatine girtin.
Her du endamên DAIŞê zindî hatine girtin, li ser yek ji wan yêlekê bombekirê û yên din jî amadekariya teqînê bi rêya otombîlê kiriye.
Herweha li Xaneqîn xwekujekî DAIŞ berî bikaribe êrîşê encam bide, hate kuştin.
Duh şev li gundê Mexas girêdayî Xaneqînê malên 2 hemwelatiyên Kurd hatibûn şewitandin.
(K24)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin