Şingal | Tirkiye bi balafiran êrîşî baregeha YBŞê kir: Kuştî û birîndar hene
.
A+A-
Tirkiye, bi balafiran êrîşî baregeha YBŞê ya li çiyayê Şingalê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Dije Terora Kurdistanê do diyar kir, îşev 6ê Cotmeha 2022yan, di saet 21:30 xulekan de, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeha çekdarên YBŞê kirin armanc û ji ber wê, ziyanên canî hene.
Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekem e ku balafirên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatine armanckirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin