Şirketeke çînî li Xaneqînê li petrolê dikole
.
Hikûmeta Iraqê bi hevkariya şirketeke ya Çînî, li bajarê Xaneqînê, li kêlgehên petrolê dest bi lêkolîn û lêgerînê kir.
Rêvebirê karûbarê belavkirinê yê Wezareta Petrolê ya Iraqê Elî Març diyar kir ku wezaret xebatên xwe yên derxistina petrolê di peywendiya pêncem û navçeyên Diyaleyê de berdewam dike.
Març got, “Tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û ji bo xebatan plansaziyeke entegreyê hat danîn.”
Endama Parlamentoya Iraqê Suzanna Mensûr jî li ser xebatên lêgerîna petrolê yên li bajarê Kurdistanê got,
“Ev herêm herêmên bi nakok in û di bin rêveberiya hevpar de ne. Eger li van herêman xebat bên kirin, li gorî min divê ev yek were sererastkirin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rewşê agahdar bibe.”
Piştî êrîşên 16ê Cotmeha 2017ê, Hikûmeta Iraqê ji bilî wan bîrên petrolê yên ku piştî êrişên 16ê Cotmeha 2017ê kontrol dike, ji bo kontrolkirina hinek zeviyên herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî gavan diavêje.
Li herêmê zeviyên petrolê yên Çalalav û Xalid ji aliyê şirketa Hîlal a Îmarata Erebî ve tên xebitandin. Hewl hate dayin ku 5 mehan milîsên Heşdî Şeibî li herêmê bi cih bibin, lê hêzên Pêşmerge nehiştibûn çekdar derbas bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin