Şirketên Almanî merc danîne pêş Tirkiye

Şirketên Almanî merc danîne pêş Tirkiye

Ligor Deutsche Welle (DW) şirketên Almanyayê di dema seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bo Almanya de, ji bo berferehkirina pêwendiyên aborî ligel Tirkiye 5 merc danîne pêş Tirkiye.

A+A-

Şirketên Almanyayê rewşa serdestiya dadweriyê wekî girîntirîn merc anîne pêş.

Di civîna şirketên Almanî û Erdogan de, li ser vê yekê hatiye rawestan ku, berdewamiya pêwendiyên aborî di navbera herdu welatan de girîng e, lê ji bo ku ev pêwendî bi awayekî asayî pêş bikevin divê bawerî û ewlehiya siyasî, dadwerî û aborî li Tirkiye serdest be.

Ligor DW ew 5 mercên ku şirketên Almanî anîne ziman ev in:

Dadwerî serdest be.

Sazumanên demokrasî  bikaribin kar bikin.

Serxwebûna Banka Navendî hebe.

Hukimeta Tirkiye mercên Yekîtiya Gumrikê ligel Yekîtiya Ewrûpa bicîh bîne.

Ji bo destpêkirina xebatên nû yên aborî rewş bê başkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin