
Sirri Sakik: Hinek tişt dê zelal bibin
.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik derbarê pêvajoya nû ragihand ku dê piştî Cejna Remezanê hinek tişt zelal bibin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bû mêvanê bultena Rûdawê ya ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike û rojeva heyî nirxand.
Sirri Sakik da zanîn ku îsal Newroz gelekî bi coş hatiye pîrozkirin û got:
“Me li vê derê bi gelê xwe re Newrozekî pir bi coş pîroz kir û agirê Newrozê agirekî gelekî geş bû.
Me ji vê derê silavên xwe ji Hewlêr û Silêmaniyê re şandin û me Newroza her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir."
"Yekîtiya Kurdan tiştekî gelekî mezin e"
Sakik bal kişand ku di vê Newrozê de gelê Kurd yekîtiyeke mezin çêkiriye û got:
"Kesên ku ji aştiyê aciz û dijminê Kurdan in, heqaret li alaya Kurdan kir. Wan ji alaya Kurdan re got ku ew gincir e lê gelê me jî ev yek qebûl nekir.
Me di Newrozê de jî behsê kir û min doh li parlamentoyê jî behsê kir.
Min ji wan re got mafê we nîne hûn heqaretê li alaya Kurdan bikin ji ber ku dinya vê alaya Kurdan nas dike."
"Alaya Kurdistanê bi keda gelek kesan gihîştiye vê derê"
Sakik amaje bi wê yekê kir ku dema Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yan jî Serok Mesûd Barzanî diçe Tirkiyeyê, li balafirgeha wan li kêleka alaya Tirkan alaya Kurdan jî heye û wiha pê de çû:
"Li cihê ku hevdîtin têne kirin her du ala li tenişta hev in.
Ev ala bi bedel û kedeke gelekî mezin gihîştiye vê derê. Keda Qazî Mihemed divê alayê de heye.
Mele Mistefa Barzanî û bi hezaran Pêşmergeyan ji bo vê alayê li hemberî zilm û zordariyê canê xwe da."
Em wan kesên ku heqaretê li alaya Kurdistanê dikin nas dikin, li her çar perçeyên Kurdistanê dijminên wiha hene.
Ew naxwazin Kurd bibin xwediyê tiştekî. Ji ber wê em jî dibêjin yekîtiya Kurdan tiştekî gelekî mezin e."
"Ew ji bav û kalên xwe ve dijminên Kurdan in"
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku dijminên Kurdan ne tenê li Bakur dijminatiya Kurdan dikin û got:
"Ev tenê li Bakur dijminatiya Kurdan nakin lê li kû dera cîhanê Kurdek hebe ew dijminê wê derê ne.
Ev ji bav û kalên xwe ve dijminên Kurdan in. Çi qetlîama mezin li Kurdistanê bûye, bi destê bav û kalên wan çêbûye. Ev sed sal in zilmeke mezin li ser Kurdan heye."
Sakik anî zimên ku kesê ku ji alaya Kurdistanê re gotiye "gincir" Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş e û Yavaş di nav CHPyê de siyasetê dike lê ew ji MHP û ÎYÎ Partiyê tê.
Wî got ku di nav CHPyê de jî ewên netewperest û Kemalîst dijminatiya Kurdan dikin lê li Tirkiyeyê dostên Kurdan jî hene.
"Başûrê Kurdistanê rojekê jî kevirek neavêtiye wan"
Sakik gotinên xwe wiha domand:
"Ez ji wan dipirsim, hûn dibêjin ji ber ku li Bakur çek, şer, pevçûn û xwîn heye dijminatiya Kurdan dikin.
Baş e rojekê jî ji Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) kevirek avêtine we? Dostaniya kek Mesûd û Nêçîrvan heye û ew tên û diçin.
Mehane bi qasî milyarek dolar hinartin bi Kurdistanê re çêdibe. Li wê derê Konsulxaneya Tirkiyeyê heye û Tirkiye wê derê nas dike."
"Naxwazin pisgirêka Kurdan bi rêya aştiyê çareser bibe"
Sakik amaje pê kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hinek tiştên nû çêbûn û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo aştî û biratiyê planeke xwe daniye û wiha domand:
“Lê hinek kesji aştiyê û ji vê yekê aciz bûne. Ew naxwazin pisgirêka Kurdan bi rêya aştiyê çareser bibe.
Eger kuştin û xwîn hebe 40-50 parlamenter tên hilbijartin. Derdê wan ev e.
Ji ber ku hêza wan nîne li Tirkiyeyê bibin desthilatdar lewma dixwazin li ser xwîna Kurdan dijminatiyê bikin û ji wê sûdê wergirin.
Em jî wan nas dikin û gelê me jî wan nas dike."
Parlamenterê Agiriyê bal kişand li ser yekîtiya Kurdan û got:
"Divê ji bo aştiyê yekîtiya Kurdan mezin bibe û Kurd dest bidin hev. Divê Kurd dost û dijminên xwe nas bikin û yekîtiya xwe çêkin."
Wî da zanîn ku piştî Newrozê, Serokê Giştî yê CHPyê di civîna Saraçhaneyê de ku milyonek kes tê de beşdar bûbû, gotiye ku wan xeletî kiriye û wî Newroza Kurdan pîroz kiriye û eger kêmasiyek hebe jî ew kêmasiya wan e.
Sakik her wiha da zanîn ku Ozel di wê mitîngê li Saraçhaneyê de silav ji Selahattîn Demîrtaş re şandin û Ozel pişt re bi telefonê li wî jî geriyaye û gotiye ku kêmasiyek çêbûye.
Sakik got ku ev tiştekî baş e ku serokê partiyê qebûl bike ku kêmasiyek çêbûye û diyar kir:
"Lê di nav her partiyê de kesên wiha yên dijminên Kurdan hene lê Kurd van hemûyan dibîne."
“Şansê Mansur Yavaş nema”
Li ser şansê Mansur Yavaş bibe serokkomar jî Sakik wilo got:
"Min ne bawer e şansê Mansur Yavaş hebe, eger hebe jî piştî vê axaftinê ew şansê wî qediya.
Min ne bawer e ku yek Kurd jî li tenişta Yavaş cih bigire û CHP jî vê yekê dizane. Em jî ne mecbûr in kesên heqaret û zilmê li me bike ji wî re bibin alîkar.
CHP dê îro namzedê xwe yê serokkomariyê diyar bike. Ez texmîn dikim ku ew dê Îmamoglu bikin namzed.
Yek Kurd jî dengê xwe nade Yavaş û ew Kurdê bide jî divê ji Kurdbûna xwe gumanê bike."
“Piştî cejnê dê hinek tişt zelal bibin”
Sirri Sakik derbarê pêvajoya aştiyê de jî got:
"Piştî cejnê dê hinek tişt zelal bibin. Behsa berdana Selahattîn Demîrtaş tê kirin, divê ew rojekê jî di hundir de nemîne.
Divê kesên nexweş yek rojê jî di hundir de nemînin."
"Ji bo aştiyê divê em rêya xwe paqij bikin"
Herî dawî jî Sakik got, "Divê hinek gav bi lez bêne avêtin. Ji bo aştiyê divê em rêya xwe paqij bikin.
Çi asteng hebin divê ew bêne rakirin. Li Îmraliyê tecrîd berdewam dike û divê ew tecrîd bê rakirin.
Demîrtaş û hevalên xwe divê bêne berdan. Divê deriyên zîndanan vebibin.
Divê ew qeyûm ku hatine danîn nemînin û hevalên me dîsa vegerin li ser cihê xwe.
Ev pêk neyên jixwe aştî ji binî ve pêk nayê."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin