Sîrwan Barzanî: Pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin
.
A+A-
Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bi hemahengiya artêşa Hevpeymanan û artêşa Iraqê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand; bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û artêşa Iraqê, di du operasyonên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bo ser cihên DAIŞê yên li quntara rêzeçiyayên Qereçûxê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Demek e hêzên Pêşmerge bi hevkarî û hemahengiya Hevpeymanan û artêşa Iraqê, li pey jinavbirina DAIŞê ne, ku car caran êrîş dikin ser hêzên cuda cuda û welatiyên wan deveran.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin