Şivan Perwer ji Kurdên Êzidî lêborîn xwast

Şivan Perwer ji Kurdên Êzidî lêborîn xwast

Şivan Perwer ragihand, wî di çend peyamên xwe yên berê de tenê hin kevneşopîyên civakî yên Kurdên Êzidî rexne kirîye û got, “eger hin gotinên min şaş hatibin fêmkirin û hin kes êşandin, ez lêborînê dixwazim”.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hunermendê navdarê Kurd, Şivan Perwer li ser hesaba xwe ya Facebookê derbarê hin gotinên xwe yên derbarê Kurdên Êzidî de ku rastî hin bertek û nerazîbûnan hatibû, zelalkirinek da.

Di peyameke vîdeoyî de, hunermendê navdarê Kurd Şivan Perwer tekez dike, ku ew ji gelê xwe bêyî ku ti ferq û cudahîyan di navbera ol û mezheban de bike, û herwiha ji Kurdistanê hez dike û tim ji bo wan xebat kirîye.

Şivan Perwer di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike, li Kurdistanê bi hezaran sal e ku çendîn ol û mezheb hene û bi hev re jîyane, lê belê weke ku wî gelek carên berê jî gotîye, eger Kurd xwe li ser rê ê rêbazeke olî bide alîkî, ew yek xirab e û Kurd bi wê yekê jî nebûne dewlet.

Perwer Kurdên Êzidî wek dîroka rastîn a Kurdan bi nav dike û tekez dike, ku wî ti carî tiştekî xirab li ser bawerîya Kurdên Êzidî negotîye û got: “Di esas de nîyet baş bû, lê di uslubê de baş nehat famkirin, ti carî nabêjim Êzidî fşîst in an Misilman faşîst in yan Krîstîyan faşîst in. Ez dibêjim hin kiryar hene êşê didin mirovan, li dijî mirovahîyê ne, bila em qedr û qîmeta înasnên xwe jî zanibin û qedr û qîmeta hevdu jî zanibin.”

Şiwan Perwer herwiha lêborîna xwe xwast û dîyar kir: “Heger min dilê kesî êşandibe, ez lêborînê dixwazim. Xelkê me yê êzidî gelek êş û zehmetî kişandîye, çav û ronîya me ne.”

Hunermenê Kurd, Şivan Perwer wiha axivî:

“Em Kurd milletekî gelekî mezin in li ser rûyê cîhanê û xwedanê gelek berhemên dûr û dirêj in. (Kurdî) Çend zimanekî xweş e, hûn dibînin. Demekê berê min çend peyam dabûn, bi dilê min hatibû, bi rastî carna hin tişt hene min diêşînin, ji ber çi gelek gel û millet xwedanê olan e, xwedanê rêçe olan e, yanî dîn û mezheb, lê belê xelkê berhema xwe ya netewî û civakî, ew zimanê xwe, çanda xwe, hebûna xwe ya li ser welat û azadîya xwe dide pêşîya her tiştî, min jî ew gotibû. Min gotibû, Kurd çendî li ser rêya olî û armanca olî xwe bide alîkî, ji ber ku bi hezaran salan e ol li Kurdistanê hene, lê pir caran Kurd bi rêka olan nebûne dewlet, nebûne komar, yanî komarî ji bo parastina axê û berhemên civatê ye.

Di vir de behsa Kurdên me yên Êzidî jî çêbûbû, Ezdayî. Dîroka me Kurda ye bi rastî Ezdayî. Ezdayî birayên me ne û ronîya me ne, ji ber ku li ser wan gelek neheqî çêbûye, wê dizanin ferman li ser çêbûne, gelekî zehmet û êş kişandine, êşa wan êşa me ye. Ez ti carî li ser olekê, yan civatekê  yan milletekê nikarim bêjim, heqê min tune ye, heqê ti kesî tune ye, qebûl nabe û qebûl nakim ku bêjim faşîstin yan rasîstin yan filan û filan e. Di esas de nîyet baş bû, lê di uslubê de baş nehat famkirin, ti carî nabêjim Êzidî fşîst in an Misilman faşîst in yan Krîstîyan faşîst in. Ez dibêjim hin kiryar hene êşê didin mirovan, li dijî mirovahîyê ne, bila em qedr û qîmeta înasnên xwe jî zanibin û qedr û qîmeta hevdu jî zanibin. Ji ber wê gelek kes ji me êşîyan, pir nerihet bûn, li her hêleke dunyayê û Kurdistanê, sosyal medyayê gelek tişt tevlihev kir û nexweş kir, ez rica li we dikim, çawan min dest pê kir, dîsan ez dibêjim hûn dê bi toleransê ji hevdu nêzîk bibin, hûn dê biaxivin û çi tiştên şaş û tiştên rast ji hev bigirin û biqetînin, wisa êrîşa qet nebaş e, yanî heger min dilê kesî êşandibe, ez lêborînê dixwazim. Xelkê me yê êzidî gelek êş û zehmetî kişandîye, çav û ronîya me ne. Em êzidî ne, em Elewî ne, em Sunnî ne, em Krîstanîyan in, Em Mazdayî ne, em Şîe ne, em Yarsanî ne, di nav me de gelek bîr û bawerî û olên kevn hene. Welatê me xwedanê kevnarîyeke pir mezin û berfireh e, Kurdistana me xwedanê buhişta şarezayîyê ye, em divê pêkve birayê hev in û em tevde lê xwedî derkevin, meseleya min ev e, tiştekî din nîne.

Hûn dê li Şivanê xwe bibihorin, ez Şivanê we me, bi salan ew qêrînî û ew zehmet û êş min li gel we kişandîye. Ez li gel we girîyam e, min li gel we goven girtî ye, min li gel we stran gotîye û ez ji welatê xwe pir hez dikim û ji milletê xwe pir hez dikim, bê cudahî.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin