Şiyar Elî: Li Efrînê her grûpeke çekdar dadgeheke xwe heye
.
Yasanas û parêzerê Efrînî Şiyar Elî ragihand ku li Efrînê binpêkirin zêde dibin û dadwerî nîn e û got “Li Efrînê her grûpeke çekdar dadgeheke xwe heye.”
Li Gundê Kêla yê ser nahiyeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê hejmarek gundî girtine.
Li çend gund in ên herêmê jî, hejmarek welatî hatine girtin û di nav wan de jineke Kurd heye.
Li gorî Rêxistina belgekirina binpêkirinan li Efrînê;
Roja 9ê Çille, çekdarên ser bi Tirkiyê, 3 hevwelatî li gundê Kêla girtine.
Îbrahîm Mennan Dado, Mihemed Ismet Şêxo û Mihemed Selah Hisên bi tohmeta endamtiya berê ya YPGê hatine girtin.
Her roja 9ê Çile, herdu hevwelatî Elî Newaf ê 40 salî û Hesen Cinêdan ê 24 salî, li gundê Dêrsiwanê hatine girtin.
Li Gundê Şêxwîtka, ser bi Mabata, Hevwelatiya Kurd a bi navê Ferîde Ebdo hatiye girtin
Şiyar Elî, yasanas û parêzerê Efrînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got li Efrînê binpêkirin zêde dibin û dadwerî nîn e.
Yasanas Şiyar Elî dibêje "Meseleyên binçavkirina mirovan li Efrînê, li her gudekî, li her herêmekî, li nahiyayekê heye. Em vêya dizanin li Efrînê ti rêxistina dadwerî ya fermî ji hemû Efrînê re tineye. Her grûpek dadgeha xwe hene, bi kêfa xwe ceza didin xelkê. Meseleya dadgehên Efrînê em dizanin ev dadgeh bi destê dewleta Tirkan çêbûne."
Li gor amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, di sala 2022yan de, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li Efrînê 709 hevwelatî girtibûn.
Di her 10 rojên sala 2023yan de jî, grûpên çekdar 10 hevwelatiyên Kurd ji herêma Efrînê girtine.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin