Sîyaseta bênamûs û binamûs! û ferandûma Serxwebûna Kurdîstanê
.
Haci İsmail ASLAN
Armanca mina bi sernavê gotera de, ji kes û kesîyatiyan re heqeret kirin nîne, gengeşiyek felsefî, sîyasî ye, lê îroniyek e.
Namûs Çî ye? Ez vî bêje/peyvê Yûnanîya Kevnar bikartînim. Jibo nivîsamin îronî/balkeş bibîne ezê paşve dîyarbikim.
Bi gelemperî neteweyen binamûs , serwerin û di Neteweyen Yekbûnda xwe temsîl dikin. Lê bi kûrtî ji bo xwedî heqê namûsbûn divê dewlata serxwebûn hebe.
Binamûsbûna netewayan, B.M 500 salande ji alîyê Yûnanîstanê kevnar birastîrast hatîye pejirandın, revebirin. Le gayrî Yûnanîstanê kevnar, li Ewrupayê û Asyaye de civatan binamûsa xwedê-homa hatine rêvebirin. Belê binamûs rêvebirina netewan berhemê modernîte û Netewe Dewlet e. Berê modernîte/netewe dewlet, hemû haqê namûs yên xwedê-homa bû. Bi netewe dewlet heqê namûs hat jêr û bû heqê netewe. EM KANİN BÊJİN KU; NETEWA BÊ NAMÛS NABE Û NAMÛS Bİ NETEWE DEWLETÊ MUMKUN E. Tenê netewe xwedî haqê namûsin, kêmnetewe (Etnîkî, Olî ) qet nabin xwedî heqê binamûsbûn ew mecbûrn dibin namûsa netewe serdest xwe rêvebibin û bijîn….
Tekîlîya dewletan yên stratejîk, tekîlîyên netewayên binamûsan ra ye, yan jî neteweyên bindestên ku xwedî namûsbûn diparêzvan re ye. Tekîlîya neteweyên bindestên ku namûsa xwe neparêzin re tekîlîya dewletan; tekîlîyek demkî û wan ji bo berjewendîya xwe bikaranîn e.
Neteweyên bindest, bênamûsin û bi tekoşina xwe xwedî heqê namûsbûn dikin; Lê sîyasetên ku heqên namûsbûn neparêze, ew sîyasetek netewî nine û sîyasetek bênamûs e.
Netewa Kurd bi sedsal zêdetir tekoşîna binamûsbûn dide, dinê de netewayek ewqas fedekarî û tekoşerbûn de mînakek balkeş e.
Ji ber ku tekîlîyan dewletan yên stratejîk bi netewayên binamûs û namûsparêstre ra ne, 100 sale sîyaseta bênamûsa Kurd, sîyaseta nawdewletî da alîkarîyek stretejîk nedîtî ye û nabîne jî. Sîyasetmendarên, dîroknasên Kurd gazinçên xwe li KYSS (Rûsî) û dewletê rojava (Ewrûpe û DYA) dikin ku alîkarîya stratejîk nedane netewa Kurd; lê sedema bingehîna vî bûyerê sîyaseta bênamûsbûnîtîyê sîyaseta Kurd bûnê nabînin yan jî naxwazin bibînin. Tu tûnebî, kes zibo te nabin.
Sîyaseta binamûs, Sîyaseta Netewî ye, Sîyaseta Dewleta Serxwebûn e. Lê sîyaset, rêxistin û rêberê Kurd beravajîya netewa Kurd, geyri çend sparteyî (îstîsnayî) derve, gelemperî teorî-pratîkê de siyaseta bênamûsê meşandine û dimeşînin.
Siyaseta binamûs û bênamûs dijberê hevin û dema bihewra werin meşandin/pêşvexistin bênamûsî rolê kêmkir (- ) dilize û BİNAMÛS jî dûgeheri û dibe fonksîyonek SÎYASETA BÊNAMÛS.. Yani Heqê Çarenûs’ê, ti gor şertûmerça diyarbikî û heqê çarenûs, bi şeklê otonomî/federasyon, konfederasyon û dewleta serbixwe jî dibe bibêjî; tu armanca netewabûn/binasbûn dikî, kêmnetewîbûn/bênasbûn, Heqê Çarenûs û netewebûn/binamûsbûn di vî çerçevê de dibe xapanok û xemilandinek bênamûsîtî. Xweserî, otonomî, federe devlet yên beşên dewletên dagirkerin û bingeha xwe ji namûsa dewlet û neteweyen serdest digre. Jibo Konferasyon divê dewletek serbixe hebe, wek konfederasyona Yekîyîya Ewrûpe û NATO. Ji ber vi ye ku çareserkirina pirsgirêka netewe û kêm netewe (binasbûn û bênamûsbûn) tu wek hev bibînî û yekîtîya netewa û dezgehên netewe jî liser vi merhelê were bernamekirin û honandın; binamûsbûn di nav bênasbûnde dihele û yekîtî û dezgehên çê dibin jî nabin yekîtî, dezgehên netewe, dibe tiştên bikaranîna bênamûsî yê
Netewa Kurd bi 100 sali bi tekoşina xwe; bi Komara Kurdistan û bi referandûma serxwebûna Kurdîstanê ve daxwaza heqê namûsbûn xwe ji raya giştîya nawdewletî da dîyarkir. Li deme referandûma serxwebûna Kurdistanê de çoşa her parçeyên Kurdîstanîyan (herweha ji hemû çinên kurdîstan) daxwaza heqê binamûsbûna netewa Kurd; çiqas zînde, dilsoz û bîrûbawerîda ye, diyarê raya giştîya nawdewletî kir.
Divê jibo binamûsî, sîyaseta Netewî bibe.
Jibo Siyaseta Netewî;
Divê sîyaseta bi armanc bibe, ne sîyaseta çimayetî û şertûmerç.
Divê Serhildana sîyasîya netewe bingeh bigre; netewa kirdeyê şoreşê bibîne û demoqrat be, ji bo vî misogerîya îdealîzm û meteryalîzm/pozivitizim dûr be. Bi endezyariya civakî netewa objest nebine û bi nirxê biyanî nede honandin
Divê teorî/pratîk(emelî) de rexistinên netewî bin; rexistinên li ser sîyaseta bênamûs dimeşin bêqeydûşert bîrûbawerî ya serwerîya netewe ji holê radike û berjewendîya rexistinê wek berjewendîya netewe peşkeş dike. Divê xwedê rêxistinek xwe ne armanc, pergel ditî û ji qadroyên kirde pêkbê n û bi armanc û bi rêgeza girêdayîbin. Ne Ji bo desthildarîya/berjewendîya rexistin, ji bo desthilatîya/berjewendîya netewe bingeh bigre.
Belê em werin bêjaya NAMÛS çi ye? NAMÛS Yûnanîya kevnar de ZAGON/QANÛN e. Ev bêje ji Yûnanî qewimiye Erebî û bûye bêje û tegehek pîroz. Di erebîda qewimîye Kurdî . Di zimanê Kurdîde jî wek mana arabî bêje û tegehek bi nirxek pîroz nav ol, eşîr û malbatê de hatîye bikaranîn.
BİNAMÛS: Lİ WELATÊ XWE XWEDÊ NAMÛS/ZAGON ÇÊKİRİN Û XİRAPKİRİN E. Heke yek netewa ser coxrafya xwe NAMÛS/ZAGON/QANÛN dikani çêbike û xirapbike, ew NETEWAYEK SERWER E. Yanî tenê dewletên serbixwe dikarin li welatê xwe NAMÛS/ZAGON ÇÊBİKE Û XİRAPBİKE û SERWERÎYA NETEWE BİKARBÎ NE.
Sîyaseta bênamûs yên sîyaseta netewa Kurd, 100 sali netewa Kurd jibo dewleta dagirkeran rewîze bikin (Demokrat Turkîye, îran, îrak Sûrîye û Otonom, federe Kurdîstan vv.) bikaranî ye. Ev sîyaset, ji mirin talan qatlîam tiştek nedaye netewa kurd û nadi jî….
Îro sîstema dinê dinav alozîyên sîyasî, aborî û îdeolojikê de ye. Şerê dinêya 3.emîn dodome. Ev şertên dinê, jibo neteweyên bindest 2 dahatû derxistiye holê; yan dewleta serbixwe yan jenoşît e. Ji bo vi dewleta serbixwe û binasbûn, Hebûn û tûnebûn e.
Referandûma serxwebûna Kurdîstan( ji derve nîyet, armac û partîkê/emelîyê partî û sîyasetmendaran), ji raya giştîyê nawdewletî re, BİNASBÛNA XWE NÎŞANDAN BÛ, HEBÛNA XWE DÎYARKİRİN BÛ.
Ez vî roja salwegerê de Referandûma Serxwebûna Kurdîstan bi hisê xweyên germî silav û rêz digrim, bi çoş û bawerî bibîrtînim. 15 İlon 2023 Diyarbekir
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin