Siyaseta Kurdistan û Hewlên Aktorên Herêmê!
Hatemî ragihand ku di navbera herdu welatan de rêkeftinek di warê parastin û teknîkê de pêk hatiye û got ev rêkeftin rê dide hebûna Îranê ya li Sûriyê.

Di nûçegerîyê de pir caran, nûçeyek piçûk, daxûyanîyek ne balkêş di quncikek rojnameyan de derdikeve û bala mirovan pir nakişîne. Lê di eslê xwe de ev nûçe, an jî daxuyanîya piçûk ku dema wê tê, dibe nûçeyek bibandor. Dema ku nûçe, an jî daxûyanî û tevgera herêmê a siyasî, aborî û leşkerî bên cem hev, wek kevirekî qorzîbirê hevûdû temam dikin û wate derdikeve holê.
Di vî warî de xwedî karesatên xerab û kargerînên veşartî bi devê hinekên zêde ne balkêş van nûçeyan, an jî daxuyanîyan wek mesaj didin hinek cîhan, dewletan ku balê bikişînin ser van karegerînên veşartî. Aktorên herêmê bi şîveyek eşkere balê nakişînin ser karesatên xwe, bi van metodan hin mesajan didin û hin jî dijberên xwe dixin panîkê ku ka wê bi van tevdegerînan çi bandoran derxin holê ku mercên bazarkirinê çêbibin.
Îro (27.08.2018) Serokê Hizbullah Hasan Nasrallah daxuyanîyek taybet di derheqa kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan de da û di eslê xwe de bi gelemperî qesda Kurdan û têkilîyên bi DYA kir û got; „Kurdino, hun nizanin wê DYA (USA) li ku we bifroşe kê“(!)
Bi vê daxuyanîya Serokê Hizbûllah Hasan Nasrallah re emê tevdegerînên vê heftê yên İran-Tirkîye û Sûrîye bişopînin deynin cem hev ku qezda vê daxûyanîyê çi ye?
bike Têt ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan „di 7ê Îlonê de serdana Tehranê bike.“(!)
Di dirêjaya nûçeyê de eşkere dibe ku; „Li bajarê Tebrîz ê Îranê dê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de civînek pêk were“. Di nûçeyê de têt eşkere kirin ku; „Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dê 7ê Îlonê serdana Îranê bike û beşdarî vê civînê bibe“(!)
Mijara vê civînê; „Qrîza Sûrîye, Ambargoya Amerîka a ser hersê welatan û geşedanên li herêmê û hevkariya di navbera her sê welatan de wê bêt gotûbêjkirin.“(!)
Dewletên Beşdarvanên civînê dixwazin rêkevtinek hevpar a leşkerî jî ava bikin!
Nûçeya sêyem jî li ser trafîka siyasî a Sûrîye û Îran e:
Hat ragihandin ku „Îran û Sûriyê rêkeftinek leşkerî ya hevkariyê bi hev re îmze kirin.“(!)
Li gor ajansa nûçeyan a Tasnîmê li Şamê civînek di navbera berpirsên Îran û Sûriyê de pêk hatîye „ku wezîrên parastinê yên herdu welatan jî beşdar bûne.“
Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatemî ku duh (26.08.2018) çûbû Şamê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed, wezîrê Parastinê yê Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb û berpirs û serkirdeyên din yên Sûrîyê re civiyabûn.Hat ragihandin ku „civîn du rojan berdewam kirîye û wan hevdîtin û civînên berfireh pêk anîne.“
Piştî civînê Wezîrê Parastinê yê Îran Emîr Hatemî ragîhand ku; „Sûriye ji qonaxa krîzê derdikeve û dikeve qonaxa jinûveavakirinê.“(!) Hatemî di berdewama ragihandina xwe de eşkere kir ku „di navbera herdu welatan de rêkeftinek di warê parastin û teknîkê de pêk hatiye. Ev rêkeftin rê dide hebûna Îranê ya li Sûriyê.“(!)
Wezîrê Parastina Sûriyê Elî Ebdullah Eyub jî Pesnê rol û piştgiriya Îranê ya li Sûriyê da û got ku; „ew rê nadin ti alî têkiliyên wan têk bibe.“
Bînim bîra we ku:
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton heftiya borî ragihandibû ku; „divê Îran hêz û milîsên xwe yên li Sûriyê vekişîne. Berpirsên Îranê jî diyar kiribûn ew li ser daxwaza rejîma Sûriyê hatine wî welatî û di demek nêz de jî venakişin.“(!)
Pir eşkere têt xuyakirin ku di herêmê de Tirkîye û Îran bi piştgirîya Rusya, wek du aktorên li herêmê dolabên siyasî digerinin û li henber hewlêh Emerîka dixwazin astengan derxin. Di van astengan de hêza ku herî zêde di bin metirsîyê de bi gelemperê siyaseta kurd û Başûrê Kurdistan e. Her ku di herêmê de bi qezda hewlên li henber Emerîka, hevkarîya van aktoran derdikeve holê, hedef Kurdistan û destkevtinên kurdan e!
Di nav kurdan de jî hêzên bi van hewlên aktorên herêmê re têkildar hene.
Berî bi çend rojan Berdevkê KCK Murat Karayilan daxuyanîyek da ku ji serî heta binî naveroka vê daxuyanîyê tehdîdek bû ji bona Başûrê Kurdistan.
Başûrê Kurdistan xwe amadeyî hilbijartinên parlamentoya Kurdistan û yên herêmî dike.
Wek ku em dizanin biryar heye ku hilbijartinên Başûrê Kurdistan di 30 Êlûn a 2018an de pêkwerin. Tevgera Goran, Komela Îslamî û beşek ji YNK tevdigerin ku di 30 Êlûnê de hilbijartin pêkneyên û hilbijartinên Kurdistan ji bona demek nedîyar bipaşkevin û di dema van boranên siyasî de hikûmet Kurdistan a bêbandor hebe.
Ji hêla din de rewşa Başûrê Kurdistan berbi başîyê ve diçe. Destê hikumeta Kurdistan li henber İraq xurt û di warekî baş û serkevtî deye. Ji bona di vê demê de li henber İraq destê siyaseta Kurd qewî bibe, divê helwestek netewî û hevgirtî hebe. Di hewlên damezirandina hikûmeta nû a İraq de jî wê bandora siyaseta Kurd a hevpar hebe. Ev hîn pêknehatîye û ji hundurde mercên hewlên zeîfkirina destên siyaseta Kurd hene.
Ji bona li henber hewlên van aktorên herêmê, dijminên Kurd û Kurdistan; divêtî bi siyasetek netewî û hevgirtî heye. Eger Kurd vî mercî pêkneynin, nikarin li henber boranên pêşberî me xwe liser ling bigirin û destkevtinên xwe biparêzin. Hewlên li herêmê ku li dijî Emerîka pêk tên, wê zerarek mezin bide siyaseta Kurd jî.
27.08.2018 Siyaseta Kurdistan û Hewlên Aktorên Herêmê!

YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin