SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2-
Hayîdarîyek kurt li ser kurd û Kurdistanê
Kurdistan, li Rojhilata Navîn, li ser qadek berfireh û di bilind û asê da ye. Ji ber vê yekê bîyanî kurda wek qewmê çîya bi nav kirin. Dr.Hikmet Kivilcimli ji bo corafya ya Kurdistanê wuha dinivisîne: “Lê Kurdistan li ser rêya ku ji Hînd, Çîn, Asya Navîn û ji bazarên Rusyayê derbasdibû ne bû. Ew li ser du rêyan (Helep û Trabzon), averêyên Rojavaya Ewrûpayê ya Behra Sipî û Behra Reş bû. Ew bû ku wê ji Anadolê serbixwe dikir.”
Jeolog prof. Celal Şengor di programa Teke Tekê ya TV ya HaberTürk da anî zimên ku: ”Em navê Kurdistanê cara ewil di Atlasa Betlanius a Ptalamanrus ku 2 sed sal Berî Zayînê hatîye nexşandin wek Torosa Gourdîyana dibînin.”
Di qirna 9a da xanedanîya tahirî ku li Xorasanê desthilatdar bûn, navê Kordestan bi kar anîn û ew nav paşê bi berdewamî hat ziman. Mehmûdê Kaşgarî, di nexşeya Dîwanî Lugatî Tirk ku di sala 1074da hatîye dirustkirin, Kurdistanê wek erd ul ekrad (axa kurd) nîşan kirîye. Nexşeyek ji sala 1893 (dema Sultan Abdulhemîd) Kurdistanê di naverasta Devleta Osmanî de nîşan dide.
Sultan Sancarê selçukî navê Kurdistanê ji bo coxrafya ya derdora Hamedanê bi kar anî. Di dema Dewleta Osmanî da jî (di navbera salên 1847 û 1864 da) îdareyek sîyasî ya bi navê Wîlayeta Kurdistanê hat sazkirin. Wîlayeta Kurdistanê ji Sancaxên Wanê, bajaroka Muş, Hakkarî Cizîr û ji Mêrdînê pêk dihat. Payîtexta wê jî berê Exlat, paşê Muş û Dîyarbekir bû. Kamil Paşa kirin walîyê wê.
Sala 1823 di navbera Osmanî û Îranê da ji bo pejirandina sînorên herdû dewletan peymana yekemîn a Erzeromê hat îmzakirin. Di peymanê da (xala yekemîn) sînora herdu dewletan bi van gotina hatîye dîyarkirin:”Gerek bîlcumle hûdûd dahilinde Bagdat Cenûbûndan Kurdîstan Sancaklarina..“ Sala 1847 jî peymana duemîn a Erzoromê hat girêdan. Di wê peymanê da ûris û înglîz jî wek çavdêr cîh girtibûn. Bi wê peymanê, (xala duemîn) Îran, dev ji heqîddîayên xwe li ser Silêmanîyê berda û berdêla wê jî osmanî lîmana Muhammereyê, girava Hizrê û Şetul Erebê da Îranê û keştîyên Îranê jî bi rehetî heqê têketina Şatul Erebê girtin.
Di dema Sultan Orhan da Kazaskerîya Rumelîyê hat saz kirin. Di dema Fatîh Mehmed da jî Kazaskerîya Anadoluyê hatibû sazkirin. Yavûz Sultan Selîm Kazaskerîya Kurdistanê jî saz kir. Îdrîsî Bîtlîsî jî kirin kazasker. Lê di demek kurt da ew hat rakirin û paşê jî osmanî wê neanîn ziman.
Piştî Serhildana Şêx Seîd, navê kurd û Kurdistanê hat qedexekirin. Di salên 1930 da jî rejîma Cumhurîyeta Tirkîyê li ser nijadperestîyê hat dirustkirin.
Kurdistan li ser medenîyetek kevnar e. Axa kurd a kevnar li derdora Çîyayê Zagrosê bû. Kurd bi koka xwe dighê qewmê Med. Med qewmek Hind Ewrûpî bû û 600 sal BZ dewletek mezin saz kiribû.
Li ser koka kurdan dîtinên cihê henin. M.Emîn Zekî ku ji Silêmanîyê ye û di ordîya osmanî da kurmay subay(serbazek bijarte) bû, sala 1937 da pirtûkek bi navê Kurdistan nîvîsand. Ew îddîa dike ku kurd qewmek erebî(aramî) ye û bi qewmek hînd ewrûpî, medîyan va tevîhev bûye û bi zimanê med, ango zimanek hind ewrûpî, kurdî diaxive.
M. Emîn Zekî bi şopandina qewmên wê dewerê dikeve nava karek gelek dijwar û vê encamê der dixe. Mînorskî ku bi xwe konsolosê ûris bû, kesek orîentalîst dihat zanîn, kurd û Kurdistanê baş nas dikir, zêde li ser şopa qewmîyetê asê nabe û dibêje:
”Bi delîlên ziman û dîrok kurd di nav gelên îranî da tê hesibandin. Bi îhtîmalek mezin kurd, ji rojhilat (rovavaya Îranê) hat (naverasta Kurdistanê). Her usa dibe ku berîya ku kurd werin nawerasta Kurdistanê, xelqek bi navê xwe nêzî navê kurd, karduk li wê dewere hebû û qewmê îranî bi wan ra tevîhev bûn. Li ser tabletek sumerî ku 2000 sal BZ hatîye nivisandin navê kar-da-ka (li başûrê Gola Wanê) heye. Em navê kardokî di pirtûka Xsenafon a Vegera Deh Hezaran da ku sala 400-401 BZ hatîye nivisandin dibînin. Ew welat di rojhilata Botanê da bû. Paşê ew nav gelek caran li dora çîyayê Cûdîyê jî derdikeve pêşîya me. Aramî ji wê dewerê ra digotin Bet-Kardu. Ji bajaroka Cezîrat îbn Umar ra jî Gazartaya Kardu digotin. Ermenî karduş, ereb jî Bakarda digotin.
Karakterîstîka taybet û balkêş ewe ku eşîtretên kurd di qadek gelek asê da û ji hev awqas dûr dijîn û zaravayên cihê yê zimanek diaxivin divê ew hemû ji zimanek kevn û bihêz ango zimanê Med bê.
Kardoxî dibe ku qewmek aramî, yan jî qewmek herêmê yê kevn be, lê axa kardoxîyên kevnar her usa axa kurdan ya kevn e. Ji ber vê yekê heta qirna 20î karduxî, bê îstîsna bi kurdan va hatîye girêdan. Heta kurd raste rast bi xaldîyan va tê grêdan.”
Mehrdat Îzadî di pirtûka xwe ya bi navê Kurdistan da, homojenbûna kurdan di nav çar pêvajojên dirêj da vedikole: ”Pêvajoya homojenbûnê, ku her yek ji wan cihê cihê ye, 600 sal BZ dest pê kir. Ev yeka di Serdema Navîn da, civata ku bi zimanê pehlewî diaxivî û bi bawerîya xwe yezdeanî bû, dewam kir û ber bi bakûr belavbûna eşîretên Hakkarîyê ku sunnî bûn û bi kurmancî diaxivîn, temam bû.”
Li ser xebatên zimanê kurdî Rohat Alakom dibêje, kurdolojî bi xebata keşeyê îtalyanî Maurozio Galzone, sala 1789 destpê dike. Galzone wek mîsyonerek li bajarê Amedîyayê 17 sal derbas kiribû. Ew li wir kurdî hîn bû û ferhenga bi navê Ferheng û Rêzimanê Kurdî hazir kir û pirtûk li Romayê çap bû.
Ûrus li ser xebata zimanê Kurdî di nav xebatek kevn da ye. Entereseya dewleta Rusyayê li ser kurdan gelek li pêş e. Di zanîngehên Rusyayê da gelek xebat hatine kirin. Konsolosên Rusyayê li Dewleta Osmanî û Îranê gelek materîal dan hev û birin Rusyayê. Di sala 1847an de Aleksander Jaba dora 50 destnîvîs bir Rûsyayê.
Kurdî zimanek Hind-Ewrûpî ye. Kurmancî zarava ya herî mezin û soranî jî zaravaya duemîn a mezin e. Ji ber ku qada Kurdistanê asê û berfireh e û di ser da jî di nav çar dewletan da perçe bûye, dîsa jî kurdî hebûna xwe parastiye û tê axaftin, zindî ye. Di dema me ya îroj da peywendî di nav kurdan da pir zêdetir e. Ragîhandina medyayê sînor çirandîye. Ji ber vê yekê perwendî û danûstan û agahî û berhemên kurdî pir lez dighê her derî.
Kurdî bi dabeşkirinek mezin ji dû bêş zaravayan pêk tê: Kurdîya xwarê û kurdîya jorê (kurmancîya xwarê û kurmancîya jorê). Hin kesên din wek kurdîya bakur, kurdîya başûr û kurdîya nawerast sê bêş dikin. Kurdiya jorê kurmancî ye. Kurdîya nawerast, soranî û kurdîya xwarê ji zazakî, goranî û pehlewanî ye. Kurdîya xwarê li rojavaya Îranê, li rojhilata Irakê di navbera Xaneqîn û Mendeleyê, di nav kakeyî û yarsanîyên li Kirmaşahê tê axaftin. Kurdên feylî ku kurdên kelxurî ne, grûba sêemîn a mezintirîn kurdî ye. Li gor hin agahîyan, li derdora 10 mîlyon kurdên kelxurî hene û gelekên wan bi soranî jî diaxivin.
Mirov miraq dike, zazakî û goranî ku du zaravayên nêzîkê hevin, ji bo çi bi cîh û warê xwe ji hev hewqas dûr in. Îzady ji bo vê yekê dibêje: “Dibe ku der dora 400 sal berê eşîretên koçerên Hekarya, bi koçerîya xwe hatin di navbera wan de cîh girtin û bûn sedem ku ew ji hev qetîyan û mesafeyek dirêj di navbera wan de pêk hat.”
Îro kurd du cure alfabe bi kar tînin. Latînî li bakur û rojavayê, alfabeya perso-erebî li başûr û rojhilat bi kar tê. Herfên latînî ji alî Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê da standardîze bû. Saît Kaban û Tewfîk Wehbî herfên perso-erebî di salên bîstî da li ser bingeha soranîya Silêmanî û bi têkelkirina devokên pîşter û mukrîyanî standardîze kirin. Li Ermenîstanê jî Riya Teze di destpêka sala 1930 da heft sal bi alfabeya latînî ku Marogulov bi alîkarîya Erebê Şemo çekiribû wek rojnameya komîta merkezî ya partîya komunîst derket. Alfabeya latînîya Hawar û Riya Teze ji hev piçek cuda bû. Lê paşê Riya Teze jî alfabeya Hawarê bi kar anî.
Kurd li Sovyetistanê û li başûrê Kurdistanê mafê perwerdeyîya kurdî wergirtin. Li Sovyetistanê xwendina bi zimanê zikmakî bi prensîbek Lenînîstî hatibû qebûlkirin. Bi daxewa herêma Behdînanê, bi pêşengîya şêx û melayên kurdên Bahdînanê xwendina kurdî qebûl nekirin û li ser xwendina erebî meşîyan. Şêx û mela digotin, ger em bi erebî nexwînin, nikarin dersa Quranê baş bidin. Kurdên soran, sala 1933 dest bi xwendina zimanê xwe kirin û pêş ketin. Xuya ye hişyarîya neteweyî li wir zêdetir bû. Xwendina kurdî li herêma Behdînanê heta wergirtina otonomîyê, sala 1970 bi derengî ket. Kurdên Barzanî di qadên bilind a Bahdînanê da gelek qiymet didan xweserîya xwe, lê daxewa hişmendîya netewetî ya modern li wir lawaztir bû.
Xwendina kurdî li herêma soran berê li Silêmanîyê dest pê kir û paşê li Hewlêrê pêk hat. Xwendina kurdî berê wek dersa zimanê zikmakî pêk dihat. Paşê di dibistana seretayîyê da kurdî bû zimanê xwendinê.
Edebîyata kurdî ku em jê hayîdarin hezar sal berê li Goran di sareya mîrektîya Kurdistanê da gul veda. Paşê li bakur edebîyata kurdîya bi kurmancî pêş ket û berhemên giranbiha gîhîştin destê me. Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî ji yên gelek naskirî ne . Di dema mîrekên Baban jî li Silêmanîyê, pêşketinek diqewime. Di dema osmanîya da bajarê Stembolê ronakbîr û xwendayên kurd digîhand hev. Gelek kurdên Silêmanî li wir xwendine û li başûr wazîfeyên îdarî ya blind wergirtine. Berîya şerê cîhanê yê yekê li Stembolê xebatên kurdî û çanda kurdî rû dabû. Di nav wan da kurdên Silêmanîyê baş xuya ne.
Wextê înglîz Îraqê dagir kir ji bo kurda jî rewşek nû peyda bû. înglîz, xwedî entresseyek ku dewletek kurdî ava bikin nebû. Sêx Evdilselam Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî doza kurdî dikirin û li hember desthilatdarîya brîtanî derdiketin. Înglîz, Şêx Mehmûd ceza kir û qetlîamên mezin pêk anî. Berîya wê jî îttîhadî, Şêx Evdilselam bi darve kiribû. Xwendina kurdî di wextê Înglîza da pêk hat.
Kurd bi granî li ser dine îslamê ne. Îslamîyet dînê fermî yê Dewleta Osmanî bû. Her çi Cumhurîyeta Tûrkîyeyê layiqbûna devletê îlan kir jî, destê xwe ji dîn ne kişand. Berewajî dîn xist bin kontrola xwe. Dîyanet bi destê dewletê çêbû û tenê Îslamîyet di dibistana da hat xwendin. Dînên din û naveroka wan ne hat hînkirin.
Piranîya kurd sunnî û şafî ne. Lê grubek mezin hanefî jî heye. Hanefî bi giranî li rojava û li bakurê Rojavayê hene. li Efrîn û kobanê kurd hanefî ne. Her usa berdewamîya wan li Entab-Semsûr-Xarpêtê-Rihayê bi hejmar gelek in. Mulla Guranî ku mamosteyê Fatih Sultan Mehmed bû, kurd û şafî bû, hat serayê bû hanefî û bû Şeyhulîsman. Sunnîyên tirk jî bi temamî hanefî ne û ji ber vê yekê jî, ji bilî ziman, aîdîyeta mezhebî jî kurd û tirk ji hev vediketîne.
Kurd di dema Dewleta Osmanî da doza miftî ya şafî dikir. Li Bedlîsê miftîyê şafî hebû. Li Dîyarbekirê berê di Camîya Mezin (Ulu Camî)da îbadetgeha şafî û hanefî cihê bû. Di meha tîrmeha sala 2017 da ez ji ber miraqa avahîya camîyê çûm Camîya Mezin. Li wir min ji yekî destmêj digirt cîyê beşên hanefî û şafî pirsî. Wî min hayîdar kir û got: Îdî hanefî jî li alîyê şafî nimêj dikin. .
Alewî bi hejmar grûba mezin a duemîn e. Çend wersîyonên alewîya hene. Ew li Bakur li bajarên Meraş, Semsûr. Xarpût, Dêrsim, Meletî, Ezirgan û Wartyoyê xwedî hejmarek mezin in. Kurdên feylî yê Kirmanşah-Elamê û kakeyîyên Goran jî wersîyonek ji wê bawerîyê ne.
Li ser bawerîya dînê Zerdeşt, ango zerdûşî ku yek ji dînê kurda yê kevnar e, dixwazim bi kurtayî rawestim.
Bingeha bawerîya zerdûşî li ser çêyî û xirabîyê ava bûye. Li gor wê bawerîyê li her derê kaînatê di navbera çêyî û xirabîyê da daîm şerê dijwar heye. Xudayê mezin Ahura Mazda (Hurmuz) ku xudayê qencîyê û dûrbînîyê ye, di wî şerî da qencîyê bi ser dixe. Zerdûşî bi wî bawer in û duayên xwe jî ji bo wî dikin. Ahura, di menaya efendî, Mazda jî di maneya dûrbînî yê da ye. Li dora Ahura Mazda heft melek henin û bi ronahîya wî ew kaînat ronî dikin. Di esasê xwe da li wê dewerê Ahura navê xudayek hê kevntir e û Ahura Mazda muqabilê Varurna yê xudayê hindî ye.
Di şer da dawîya dawî Ahura Mazda bi ser dikeve û çêyî bi cîh dike.
Ehreman xudayê xirabîyê ye. Ji ber ku zerdûşî li ser hêvîya xweşî û hêvîyê, qencîyê ye, nabe ku Ehreman bibe xudayê esasî. Usa xuya ye ku Ehreman wek afirînerê xirabîyê, hêzek exlakî û bîrbirîyê ye. Li gor wê felsefeyê, kaînat li ser şerê qencî û xirabîyê ye û xweşî hêvî ye. Xirabî, ji bo ku însan xirabîyê nas bike hatîye afirandin. Ahura Mazda, Ehreman ji bo wê wateyê afirandîye. Ahura Mazda ku kaînat afirandîye û xwedî hêza bê hempa ye, biserketina xwe ya li hember Ehremanê bi zanayî dereng dixîne ku însan xirabîyê baş binase û xwe ji qencîyê ra amade bike û rûmeta qencîyê baş bizanibe.
Li ser vê yekê gelek vegotin henin. Li gor hinekan dibe ku Ehreman şeytanê di hundirê însan da ye. Ew şeytanê ku di olên mesîhî û islamîyetê da jî heye, zerdûşî bawerin ku ketîye hundirê însan ku însan teşwîqê xerabîyê bike û însan jî li hember wî liberxwedanê bidin ku şeytan bi ser nefsa wan da ne keve.
Ehreman (Angra Mainyu) ye û tê maneya mentaliteya sergêjîyê, an jî doza xirabîyê. Ahreman temsîldarê Aşa (nîzama rast) nine, ew yê hilweşandinê, wêrankirinê, derew û bêbextîyê ye. Lê prensîbên bîngehîn ya Zerdûşîye berewajî: Humarata, Huxta û Huvaraşta( fikrên qenc, gotinên qenc û zikrên qenc) e. Yunanî, Ahura Mazda bi Zeus va pevgirêdan, wî kirin xudayê ronahîyê û navê Oramasdes danê. Li gor hineka Aleksandrê Mezin wextê Îranê dagir kir, dînê zerdûşî jî qedexe kir, monumentên wan xira kir. Ji ber vê yekê zerdûşî veşartî di nav xelkê de ma û her çû ji hêz ket. Lê Cartladge di pirtûka xwe ya Alaksandirê Mezin da dinivisîne ku, Aleksadrê Mezin polyatarîzma (pir xudayî) yunanî-mekedonî li ser gelên Îranê ferz nekiriye.
Zerdeşt heta dîne xwe da qebûlkirin gelek zehmetî kişand. Wextê hukumdarê Baxtîyayê(derdora Afganîstana îro) Wargoşa hat ser dînê zerdûşîyê, ew bi xurtî belav bû. Di wextê Dariusê I ê da( 525-481 BZ) zerdûşî bû dînê fermî yê Îranê. Darius gotinên Zerdeşt li ser parşumena bi herfên zêrîn da nivisandin û di pirtûkhaneya Persopolîsê da jî da parastin. Hukumdarên Îranê xwe di bin parastina xudayê mezin Ahura Mazda da dihesibandin.
Zerduşî dînek yekxudayî an duxudayî ye ne zelal e. Dibe ku mirov bikaribe bibêje ew, dînek yekxudayi, lê li ser dualîzmê ava bû ye. Ji berk u xudayê esasî Ahura Mazday ye û ew Ehreman afirandîye ku mirov kencîyê nas bike. Wêca ezîdîtî afirênerê xwedê, ango şeytan kirine hêzek xezebê û ji ber wê yekê jî yê rêzgirtinê.
Pêxemberê dînê êzîdîtîyê Şêx Adî ye û bi eslê xwe ereb e. Şêx Adî ji îslamîyetê der çû û hat di nav kurda da bingeha dînê êzîdîtîyê danî. Musluman jî wî dînî kirin dijminê xwe yê yekemîn û wî bi şeytanperestîyê mohr kirin û bi dijwarî çûn ser wan. Daxewa demek dirêj perdeya wî dînî nehat rakirin, îzole û nenas ma.
Di sed sala 19 û destpêka bîstan da mîsyonerên ewrupî hewil dan û perdeye ser wî kêm be jî hilanîn û me ji naveroka dînê êzîdîtîyê agah kirin. Hin teologên ewrupî xwe gîhandin cîh û warên wan, wextek dirêj bi wan ra derbas kirin. Di nav wan da swêdî jî hebûn. Rohat Alakom xebatek baş kir û gotarên mîsyonerên swedî anî ba hev û weşand.
Li gor hin teologên swêdî, nêzîkayîyek di navbera mesîhîtî û êzîdîtîyê de heye. Ji bona wê zêdetir xwe nêzî wan kirin, ji rewşa wan a dijwar îstîfade kirin ku wan bînin ser dînê xwe. Ew hewildan rê li ber mîsyonerên ewrûpî vekir ku perdeya li ser vê bawerîyê rakin û em jî bingeha vê bawerîyê binasin.
Du kitêbên muqeddes a êzîdîyan heye: Mishefa Reş û Cilwa. Ew herdû kitêbên muqeddes li Laleşê di cîyek taybet da tê parastin. Di hin demên taybet da kitêb ji alîyê şêxê mezin, di gel du şahidan, ji cîyê xwe dihat derxistin û toza ser wan dihat rakirin û paşê dîsa dibirin dadianîn ciyê xwe.
Mohra şeytanperestîyê ku bûye sebeba zordestîyê li ser êzîdîyan cûr be cûr tê şirovekirin. Li gor hineka, nabe ku mirov êzîdîtîyê bi şeytanperestî bi nav bike. Di esasê xwe da êzîdî ji tirsê rûmetek mezin didin şeytan. Li ser şeytan bi xwe jî şiroveyên cuda hene. Yek ji wan ewe ku dibê: Şeytan melek e û xwedê vî ji ber dexesîyê ceza kirîye û sirgûnê Dinyayê kirîye. Şeytan uzra xwe xwestîye û hatîye efûkirin. Lê Şeytan hê jî melek e û xwedîyê hêzek mezin e. Divê her evdê xwedê li ser rûyê Dinyayê rûmeta şeytan bigre ku xwe ji xezeba wî biparêze. Ango şeytanperestî ji bo parastina xwe bi xwe ye. Ji bo vê yekê êzîdî, gotina şeytan bilêv nakin û naxwazin kesekî din jî bi lêv bike. Tê gotin ku wextê êzîdîyên Mûsilê ji gundên xwe mast û penîrên xwe dibirin li bazara Musilê bifroşin, di nav ezabek giran da bûn. Hin guhbel û çavvekirîyên wê deverê bI zanebûn dihatin cem wan û nahlet li Şeytan dikirin. Êzîdî wextê wan gotinan dibihîst diketin nav tirsek mezin. Divîyabû ya li hember wan kesan rabin an jî derhal ji wê derê bazdin herin. Êzîdîyê reben her tiştên xwe li wê dihîşt û ji wê derê bi lez direvîya, diçû.
Zordestîya ku li ser êzîdîyan heye wan zêdetir îzole kir û bû sebeba nezanîyê. Ji alîyê din va, li gor mîsyonerên Swêdî, di qirna berê da li Kafkasyayê şêxên ezîdî jî xwendinê li êzîdîyan qedexe dikirin û zanİnê dispartin grûbek piçûk ya biryardarên civatê. Zordestîya îslamî nasnameya êzîdîtiyê gelek bi hêz kir.
Êzîdî ku bi temamî kurdî diaxivin. Wextê ronakbîrên ezêdî kurdbûnê derdixistin pêş tûşi gelek zehmetîyan dibûn. Ez bawerim ku piştî komkujîya êzîdîyan bi destê DAÎŞê êzîdî zêdetir nasnameyaya xwe bir ser êzîdîtîyê va bir ku ew jî encamek gelek xwezayî ye. Lê dive bê gotin ku entellektuelên kurdên êzîdî bingeha welatperwerîyek xurt û hêja danîye ku kurdbûn û êzîdîtî li ser hevsengîyek, ne li ziddê hev dimeşe. Dîn helbet di civatê da rolek gelek taybet dilîze û bûye parçeyek gelek giring ya nasnameyê. Zordestîya li ser êzîdîyan ew çend zêde û zalime ku nasnameya êzîdîtîyê ne tenê bi destê wan, bi destê dînê serdest hat pejirandin ku kurdê misilman birayê xwe yê kurd bi destê xwe qetil kirin. Wê dawîyê li ser wan qetlîaman gelek berhem hatin weşandin. Bi ya min ew xebat dê alîkarîya toleransê bike. Ji ber ku êzîdî wê zordestîyê baş nas dike, lê kurdên misilman jî dive vê yekê baş nas bikin.
Sala 1980 ez li Ermenîstana Sovyetê bûm. Wextê em ji taxek kurdan derbas bûn, ermenîyek ku alîkarîya me kir,çend zarokên ku li ber pencerê bûn û li me dinêrtin nîşanê me da û got: Ew êzîdî ne. Min silav da wan û bi wan ra axivîm. Zarok li hev nêrtin û bi ken gotin: Wî, wayê ew jî êzdîkî zane.
Ev nasnameya êzîdîtîyê ji ermenîyan jî desdeg digirt. Ermenî dixwaze wan ji kurdên din veqetîne. Ev sîyaset helbet bi qirkirina ermenîyan va girêdayî ye û ermenî, kurdan jî bi tevbûna qirkirinê tawan dikin. Ermenî ku alîkarîya kurdên Ermenîstanê kirin ku zimanê kurdî bi kar bê û pêşkeve, ji alîyek din va jî nasnameya êzîdîtîyê xurt dikin. Sal 2014 bû(bawer im)wextê ez bi wezîfeya tercumanîya hin penaberên kurdên êzîdî hatim wezîfedarkirin, min sîyaseta Ermenîstanê li ser êzîdîyan li wir dît. Wê demê Swêd her kesên ku ji Sûrîyeyê dihatin û daxwaza penaberîyê dikirin, daxwaza wan qebûl dikir. Wê demê hin kurdên êzîdî ku berê hatibûn Swêdê û xelkê Ermenîstanê bûn û daxwaza penaberîyê kiribûn, xwestin ji vê rewşê îstîfade bikin, îfadeya xwe guhertibûn û xwe wek xelqê Sûrîyeyê nîşan didan. Swêd li ser vê yekê ji Ermenîstanê alîkarî xwestibû ku hevvelatîya wan a Ermenîstanê bipejrîne da ku Swêd bikaribe wan vegerîne Ermenîstanê. Heyeta ku ji Ermenîstanê hatibû sê kes bûn. Serokê heyetê jî, her usa serekê emnîyeta Erîvanê bû. Pir bala min kişandibû ku, wextê êzîdî xwe wek kurd dinasand, serekê emnîyetê digot: “Na, hûn êzîdî ne, ne kurd in”. Min mecbûr îtîraz kir û rûmetlêgirtina gotinên kurdên êzîdî xwast û dubare kir ku êzîdîtî bawerîya wan e, ne eqalîyeta wan e.
Têmûrê Xelîl jî li Erîvanê ji min ra gotibû: Berê li ser nasnameya kurdên êzîdî, êzîdî dihat nivisandin. Me bi xebatek dijwar doza nasnameya kurdî kir û da qebûl kirin.
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin