SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3-
Rewşa Aborî û Civakî ya Kurdistanê
Di sala 1927a da Hasan Reşîd bi wazîfeyek taybet diçe Kurdistanê û li derûdora Dîyarbekirê hin agahî dide hev û rapor dike. Ew di rapora xwe da wuha dibêje: ”Eger mirov derkeve ser bircek Dîyarbekirê û li hawîrdora xwe temaşe bike dê vê yekê bibîne: Li vir, ji Hekkarîyê ta Rihayê, ji Nisêbînê ta Mûtkîyê dinyayek kirmancî heye. Di vê alemê da herî kêm tirk e. Paşê mesîhî û erebên misliman tên. Jimara wan hemûyan li ser hev nake ji hefta yekê jimara kirmancan. Ji bîlî tirkî û erbebîaxêvan, herkesek vê herêmê bä kirmancî diaxive”
Hasan Reşîd her usa di rapora xwe da bi gazin e û dibêje: ”Me çawa di wextê da dijminahîya ereban li ser tirkan nedît û fêm ne kir.”
Hesen Reşîd li wir qala şerê ereban dike ku ew çawa li dijî tirkan rabûn û wan ji welatê xwe derxistin. Ew paşê gotin tîne ser kurdan û dibêje:
“Ger em rastî bibêjin, kurd ku ji me ra dibên romî, qet ji me hez nake. Di gel liberrawestandina propagandaya li dijî me, divê em bi xwe jî bi êrîşkarî propoganda bikin.”
Hesen Reşîd, ji dewletê dixwaze ku li hember propagandayên dijî Tirkîyeyê, propogandayek dijwar û êrîşkar bike.
Berê kurd bi giranî li gund dijîyan. Îroj rewş guhurî ye. Nifûsa kurdan çiqas e, em nizanin. Reqemên ku ji statîstîka dewletê der dikevin ji rastîyê dûr in. Li Tirkîyeyê her pênc sal carek bijartina nifûsê tê kirin. Heta sala 1965ê jî, ji ‘’hevwelatîyan’’ ev pirs jî dihat kirin: Ji bilî tirkî, zimanek din dizanî? Lê paşê ev pirs jî ne hat kirin. Ez di sala 1970 yî da li gundê Şêx Kendê (Dokuz Çeltîk) mamoste bûm û di bijartina nifûsê da alîkarîya tercûmanîyê jî kir. Gundê Şex Kendê gelek nêzîkê bajara Dîyarbekirê bû ku nuha ketîye nava bajêr. Qasî ku tê bîra min niştecîyên gund şêxbizinî bûn û li gund bi temamî kurdî dihat axaftin. Wextê ev pirs hat kirin reaksîyona gundîyyek wek îro li ber çavên min e. Gundî nema zanibû çi bibêje. Wextê wezîfedar bersiva gundî dinivisand, ziravê gundî diqetîya. Nizanibû çi bigota. Gundî bi tirsê ketibû û nema deng dikir. Min got: Wayê dibînî, tenê kurdî dizane.
Li gor bijartina nifûsê ya sala 1965a li derdora sê mîlyon kes bi kurdî diaxivî. Nîvê wê, ango mîlyon û nîv jî tenê bi kurdî diaxivî. Ev çiqas rast e bila xwendewan bi xwe texmîn bike. Bo nimûne, li gundên Dîyarbekirê sedî 81 xelk bi kurdî diaxivî û li seranserê Kurdistanê jî usa bû. Zîya Gokalp dinivisîne: Tirkî zimanê bajaran û kurdî jî zimanê feodalîteyê ye. Ji ber vê yekê jî zimanê sereke kurdî û yê duemîn jî zimanê serdest tirkî bû.
Çîroka asîmîlasyonê çîrokek dirêje û ne babeta me ya sereke ye. Lê dixwazim vê yekê lê zêde bikim ku îroj hikûmeta AKPyê ku xwe bi azadkirina zimanê kurdî dipesinîne, xapînoke.” Serbestîya” kurdî, qanala televîzyona TRT Kurdî bingeha polîtîkayê neguhertîye. Ev sîyaset, mîna derxistina gazê ji zikê zarokek e. Dersên bijarte û xwendina kurdî di zanîngeha da ji gelek şiklî ye. Ger nîyetek paqij hebûna dê di 19 salên desthilatdarîya AKP yê da nuha gelek zarokxaney-hêlînên zarokan ên kurdî dê hebûna. Ji ber ku gavê ewil û girîng ji perwerdehîya zarokxaneyan-hêlînên zarokan dest pê dike. Jibo zarokên kurdan zarokxane pir grîng e. Bê perwerdehîya zarokxaneyê, zarokên kurdan ne amadene dest bi mekteba seretayî bikin. Dewlet bi vê polîtîkaya xwe dixwaze zimanê kurdî berbi sikratê. Va bibe.
Kurd mîlletek koçer-nîvkoçer dihat zanîn. Ji ber vê yekê jî bi giranî pez û dewar xwedî dikirin. Zargotinek kurdî heye: “Ne erab û rez ne file û pez”. Pez karê kurdan bû. Li gor hesabek konsolosê Erzeromê Taylor, di sala 1870 da li Erzerom û Dîyarbekirê 658 hezar û 800 kes debara xwe bi xwedîkirina pez û dewaran dikir.
Her usa gundîyên Kurdistanê niştecîyên herî jêrdest e. Gundîyên kurd, bi goşt, penîr, rûn, şîrê xwe ne tenê Kurdistanê, deverên dervayê Kurdistanê jî xwedî dikir.
Jîyana bazirganîyê li ser mubadele, berdêlîya tîcarî bû ku ew,heta salên 1960 jî berdewam kir. Niviskarê navdar Migirdiş Margosyan ku bi xwe xelqê Dîyarbekirê ye û ermenî ye, di sala 1940 ji dayîk bûye. Di pirtûka xwe ya Gavûr Mahallesî (Taxa Filehan) da qala mubadeleya ticaretê jî dike. Ew di zaroktîya xwe da li cem xalê xwe şagirtîya hesinkerîyê kirîye û dibêje:
”Gundîyên kurd ji derîyên cihê diketin bajara Dîyarbekirê. Gundî, berhemên xwe bi gaz, lembeya gazê, fitîl, cam, nênika bêrîkê, tevir, bêr, das, çakûç, hevcar, tirpan, dehfika gur û rovî, dehfika kevroşkan, qeyd, nehl, bizmarê nahl, çarix, basme û şekir mubadele dikirin. Carna heqîbek tije gûz bi dasek, an bi du mîrîşkan, çarixek, bi tûrikek penîrê, toraq bi du nênikên gilower a bêrîkê va diguhartin-mubadele dikirin.”
Daxewa bazirganîya mubadeleyê ji bo gundîyên Kurdistanê daîm li ser bêhewsengîyê dîmeşîya. Heman tişt di bazarên dewaran da jî pêk dihat û gundî diket destê canbazan.
Mehmet Emîn Bozarslan di pirtûka xwe ya ”Doğunun Sorunları” (pirsgrekên rojhilatê) neheqî û bêwijdanîya li ser gundîyên kurd gelek radiweste.
Peywendîyên feodalî li Kurdistanê heta salên 1960 jî bi xurtî hebû lê her usa dibişkivîya jî. C. Aladag (Kemal Burkay) di pirtûka xwe ya ”Mîllî Mesele” da dibêje gundî: ”Ta salên dawîyê jî li rojhilat cilên xwe bi pembû û kitanê ku diçinand, bi xwe jî dirêsand-dihunand.”
Lê di salên 1950yî da traktor ketin Kurdistanê û hejmara wan her diçû zêdetir dibû. Îdî hewceyî bi keda gundîyan pir kêm dibû û gelekê wan jî berê xwe didan bajaran. Li gundê Sînan ê ku gIrêdayîyê Dîyarbekir-Bismilê ye, gundî çend car dest dan ser axa ku bi xwe diajotin û ew pirsgirêk bi salan ajot. Şoreşger jî mil didan gundîyan.
Kurdistan wextekî navendek girîng ya endustrîya piçûk bû. Di salên 1960 da jî gelek îmalatxane hebûn. Îmalatxane bi giranî di destê ermenî û suryanîyan da bû. Ermenî li ser axek berfireh li Anadolê û rojhilalatê dijîyan. Suryanî jî bi giranî li bajarê Dîyarbekirê, li Turabidîn, Merdîn, Sêrt û Hakkarîyê dijîyan. Li Kurdistanê ta salên 1970 jî taxên ermenîyan hebû. Bi biryara hikûmeta îttîhadî qirê li ermenîyan anîn. Gelek kes navê xwe û dînê xwe guhertin bûn misilman. Trajedîya ermenîya bi gotinan naqede.
Di salên 1950-1960 da mala me li Hezroyo bû. Hezro bajarokek Dîyarbekirê ye û cîyek gelek xweş e. Bajarok pişta xwe dide Girê Hebo. Li binê bajarokê jî dû çîya hene, Qablê û Zinarê Dîka. Qablê hema li binê Hezroyê ye û ne zêde bilind e. Em bi rehetî diçûn serê çîyê. Li wir şikeftek piçûk, yek odeyî bi navê xwe Doşek û Balîf hebû. Doşek û balif ji kevirê şikeftê hatibû qewêtin û odeyek şikeftî ya pir kevn bû. Li serê çîyê şikeftek din hebû ku mirov ji jor va ji du qulan diket nava şikeftê û şikeft bi hevrastî-paralel li gor hin gotinan çar km. dirêj dibû û diçû. Şikeft tije şevşevik bû û dengê wan guhê merivan kerr dikir. Me lastîk vêdixist û diketin wê şikefta bê dawî. Du qulên têketina şikeftê li jor bûn. Şikeft bi hestîyên laş û tasikên serî tije bû. Me pê li wan dikir û derbasê nava şikeftê dibûn. Digotin, ew hestîyên ermenîyan e. Ermenî, li ser şikeftê, serê wan li qula piçûk û gewde li qula mezin dihatin dirêj kirin, bi bivir serê wan dihat birîn. Serî ji qula piçûk û gewde ji qula mezin diketin nava şikeftê. Li ber dibistana Hezroyê, di qada futbolê da jî me li gogê dixist, pê ra hestî ji binê axê derdiketin. Wextê min pirtûka şaredarîya Dîyarbekirê ku ji bo nasandina Dîyarbekirê hatiye hazirkirin, xwend, hevoka: ”Komkujîya ermenîyan ya herî mezin li Hezroyê pêk hat” xwend, dîmenên wan rojan hatin ber çavên min ku me çawa pê li ser qafika serî dikir û diketin şikeftê. Ew bûyer 50 sal berê qewimî bû û hê jî hişmendîyek mirovî pêk ne anîbû.
Hejmara ermenîyan her çû hindiktir bû. Şexmûs Dîken ku zaroktîya xwe bi ermenî û suryanîyan ra derbas kirîye dinivisîne: “ermenî û suryanîyên Dîyarbekirê hewqas kêm bûn ku, di salên 1990 da hejmara wan bi zorê têrî cimaetek ayînê dikir.”
Li gor agahîyên Vîdal Cuînnet, li bajêr 28 fabrîqayên maroken, 21 îmalathaneyên hevrîşima kitanê, 30 boyaxkiirê qûmaşê hebûn û 30 xanî ji bo îmalata hevrîşma bi qalîteyek baş hatibû amade kirin.
Karê îmalata qedîm di destê ermenîyan da bû ew îmalat di mala da ta salên 1960î jî berdewam kir.
Li ser axa Kurdistanê ji bilî kurd, ermenî û suryanî, ta dema sazbûna Dewleta Îsraîlê hejmarek mezin a cihû jî hebû. Ew bi giranî li nawendên wek Dîyarbekir, Çermûg, Sîverek, Nisêbîn, Zaxo, Hewlêr û Dihokê dijîyan. Seyyahê cihû Tudela dibêje, di sala 1870î da li Amedîyeyê 25 hezar cihû dijîyan. Tenê li Kurdistana Nawerast 100 komê cihûya hebû. Li gor agahîya komîserê Înglîz a Îraqê Edmund, piştî şerê cîhanê yê yekê sedî 75ê nifûsa Zaxoyê cihû bûn. Cihûyên Kurdistana Başûr wek kurdên cihû tên qebûl kirin û ew jî xwe usa dibînin
Cihû, bi giranî li bajaran bi cîh dibûn. Li gundên mezin û ewle de jî hebûn. Lê ji tirsa di gundên piçûk da bi cîh ne dibûn.
Cihû, bi karê faîzgerîyê va tên girêdan. Ew karê faîzê, bankerî dikirin. Herçi cihû karê faîz û ticaretê dikirin jî, gelekê wan karên barkêşîya xîzê (qûmê), çêkirina rêya hesinî, çerçîtî, faytoncîtî jî dikirin. Statuya wan di civatê da kêm bû û zordarîya li ser wan ji ya nemislimanên din zêdetir bû. Bo nimûne, di sala 1875a da şaredarîya Dîyarbekirê meaş ne dida temsîldarê cihû yê bi navê Haham Îshaq îbn Yahûda ku endamê meclîsê û temsîldarê cihûyan bû. Şaredarî carna, ava taxa cihûya dibirî. Cihû jii bo pêkanîna îbadeta Tawîla diçûn dervayê bajêr ku dûrî bajêr bû. Lê li wir jî xwe di ewlehîyê da nedidîtin. Piştî sazbûna dewleta Îsraîlê gelek cihû mal û milkên xwe firotin û çûn Îsraîlê. Mirza Alî Nadirî nas û hevalê min, kurdê rojhilat, ji bazarê Şeqizê bû.Daxweva ew, meha yekê ya sala 2021 li Stockholmê bi nexweşîya koronayê ket û çû dilovanîya xwe. Ew li Stockholmê dijîya, bi temenê xwe 97 salî bû. Mîrze Alî di wextê xwe da xwedî dikanek antîkvaryatê bûye, digot: “Cihû dikandarî dikirin û di dikanê da qasayek wan jî hebû û li wir pere didan hev ku alîkarîyê bidin hevûdû. Wextê cihû çûn Îsraîlê, mal û milkên xwe firotin. Mele Seîd digot: Kirîna malê cihûyan guneh e. Cihû bêçare milkên xwe bi nîvfîyetî firotin. Hinekên wan jî Mele Seîd bi xwe gelek erzan kirî.”
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2-
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin