Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5-

A+A-

SAZÛMANîYA FEODALÎYÊ LI KURDISTANÊ  -5-

Mîrekên Kurdistanê 

Kurdistan, ta dema dagirkirina ereban, di destê farisan da bû. Di dawîya qirna 14 da ketibû bin destê selçûkîyan. Di nava qirna 15 da jî ket destê Akkoyunîyan. Piştî Şerê Çaldiranê jî ket destê Dewleta Osmanî. Kıvılcımlı dibêje, lê ta dema sultan Mûradê 4ê ya osmanî jî desthiladarîya farisan heta derecake berdewam kir. 

Li ser axa Kurdistanê, ji bilî hin navendên mezin, mîrekên kurd desthilatdar bûn. Ji ber vê yekê bi seranserî li Kurdistanê desthilatdarîyek bîyanî pêknehatibû. Mîna ku Kivilcimli dibêje: “Her çi Kurdistan li ber sînora Anadolê bû jî, li ser gravek asê wek nîvderebegî ji destê eceman ket destê tirkan” 

Piştî hakimîyeta îslamîyetê, hin dewletên xanedanî ya kurdî hatibûn sazkirin. Xanedanên wan dewletan li ser axek mezin desthilatdarî dikirin. Bo nimûne Hasanwahî ji Dînewer, Hemedan, Nehawend, Samehan û ji Azarbeycanê ta Şehrezorê bidestxistibûn. Mervani, li derdora Meyafarqin û li Diyarbakirê, eyyubi li Mezopotamya, Suriye û li Misrê desthilatdar bûn. 

Wexte moxol ketin axa Kurdistanê, belavbûnek sîyasî, parçebûnek û hûrbûnek civakî pêk hat. Keşeyê frankî Vilhelm Ruysbrock 40 sal berîya Marco Polo, bi emrê kralê Fransayê Ludvîgê 9ê (Ludvigê Ezîz), ku gelek dîndar bû, bi armanca ku moxolan bîne ser dine mesîhîyê û digel hev şerê mislimanan ku Qudsê girtibû bikin, sala 1253-1255, 6000 km û ji qeraxa Çola Gabîyê, gelek caran bi zikê birçî û bi kincên qetandî, bi zehmetîyên pir mezin, xwe dighîne payîtexta Moxolîstanê, Qere Qurumê. Di vegera xwe da li Satrapîya Odysseyê dest bi nivisandina seyeheta xwe dike. Ruysbrock, kitêbek 316 rûpel, bi navê Ji Nava Asyayê Seyahat dinivisîne. Kitêb, berê bi latînî, dû ra bi înglîzî û 1919 da jî bi Swêdî derket.

Di pêşgotina Swêdî da Jarl Carpentîer ji agahîyên Ruysbrock rewşa dewerê wuha dîyar dike:  

“Granîya Xelîfetîya Abbasî ya sîyasî ku bi Mezopotamyayê va sînorkirî bû, îdî nema bû. Dijminayîya Xelîfe Nasir li hember Xarzerem, di demek kurt da di dinyaya mislimanan da encamek bêgîyan peyda kiribû. Kurdistan, Ermenîstan û Sûrîyeya Bakur perçe bûbûn, ku piranîya wan dewletokên misilman bûn û tesîra xwe ya sîyasî bi temamî nema bûn... Parçeyek mezin ya Asya ya Piçûk di destê Selçûk-Rom (Konya )ê lawazketî da bû û ew jî di bin tesîra  qralîyetên Trabzon û Nigdeyê  ku bi destê  prensîyatên yunanî hatibûn sazkirin, di bin tesîra bîzansîyên ferisî, ji hevketî bûn...Wextê Moxol wek hêzek nû derket û di nava çend dehsalan da parçeke dinyayê xist bin lingên xwe, rewşa Asyayê ew bû...Tu hêzek nikaribû li hember wê heza ku  bi  lez pêş diket raweste ... Çîn liberxwedana herî bihêz û demdirêj da. Sultanên koleyên Delhîyê dikaribû Hindistanê biparêzin û paşê sultanek memlûkî wan li Misrê bişkîne. Japonya li hember ordîya Qûbîlay a qetbinneketî, bi ser ket... Lê wana hemû mistesnayên li welatên qeraxên(kenarên) dinyayê bûn.”  

Erîşên Moxolan ne tenê sîyasî û teritoryal perçebûn pêk anî, her usa hejmarek pir mezin mirov hatin kuştin û bajarên kevnar hatin şewitandin. Koçberîya ku berê ji gundan ber bi bajaran pêk dihat, zivirîbû berwajî, xelq berê xwe dida çîyayên ewle.  Muzaffer Sencer, di pirtûka xwe ya Birêvebirina Sîyasî ya Tirkîyeyê (Türkiyenin Yönetim Biçimi) dibêje: Bi êrîş û darê zorê selçûkî, ji hêza xwe ya merkezî ket nava perçebûnek feodalîyê.  

Di qirna 16a da reqabet û şerên osmanî û safawî ji bo kurdan rewşek nû peyda kir. Deverên Kurdistanê ku di destê Şah Smaîl da bû, li ser kurdên sunnî problemek mezin peyda kiribû. Şah, sîyasetek fanatîk û xeddar dajot. Yavûz Sultan Selîmê osmanî berê xwe da rojhilat û dixwest dawî li sîyaseta şah bîne û wan deweran bixe bin destê osmanî. Şah dixwest alewîtî-qizilbaşî bi hêz bike, Yavûz jî li pey bihêzkirina sunnîtîyê bû.  Kurd li ba Yavûz cîh girt.  Îdrîsî Bîtlîsî mîmarê vê pêvebûnê an îlhaqê bû û bi dîplomasîya dualî wê tifaqê û lhaqê birîbû serî. Herçi hin kes Bîtlîsî rexne dikin jî, gelek dirokzan di wê bawerîyê da ne ku Bîtlîsî, bi wê xebata dîplomasîyê xizmetek mezin ji bo kurdan kirîye ku wan ji perçebûnek mezintir û ji têkçûnê rizgar kirîye.  Ji ber ku Bîtlîsî, di seraya akkoyûnî û osmanî da wazîfeyek mezin bi kar dianî û di xizmeta wan da bû, tê rexne kirin û sîyaseta wî jî ji bo xêrê nayê nirxandin.  

Dibêjin Yavûz Selîm kaxizek bênivîs îmze kirîye û daye Bîtlîsî û dagirtina naveroka îlhaqê spartîye wî. Her ûsa jê xwestîye ku mîrekên Kurdistanê bila sermîrek ji nav xwe hilbijêre. Lê Bîtlîsî vê yekê di cîh da nedîtîye û gotîye: “Mîrekên Kurdistanê, mîrekî din di ser xwe ra nabîne û tu car wî qebûl nake.”

Naveroka peymana îlhaqê kêm zêde tê zanîn. Bi wê peymanê bû ku kurd mafê serbestîya navxwe parastin û pejirandin. Mîrekên Kurdistanê jî serdestîya osmanî qebûl kirin. 

Mîrekên Kurdistanê wek sancaxên cihêreng ketin bin îdareya osmanî. Mîrektî li ser sîstema sancaxê ya osmanî û bi taybetmendîyek ji bo Kurdistanê hatibû dirustkirin. Sancax, girêdayîyê serbegê (Beylerbeyî) osmanî bû û serbegê- beylerbegê osmanî, walî bû. 

Safewî, piştî Şerê Melezgirê sîyaseta xwe ya li ser mîrekên Kurdistanê şidandin û sazûmanîyek merkezî ava kirin. Ji ber wê sîyaseta merkezî ya hişk, mîrekên Kurdistanê jî qels û bêdesthilatdarî mabûn. Tenê mîrektîya Erdalanê li ser pîya mabû. Yavûz bi wê sîyaseta xwe kurd kir bendek li hember Şah Simaîl ku kızilibaşek fanatîk û xeddar bû. Ardalanî ne tê da, mîrektîyên din di bin sazûmanîya osmanî da bûn û osmanî jî bi hêza kurdan di ewlehîyê da bû. Bi gotineke din, bê kurdan kontrolkirina dewerên asê yên Kurdistanê û sînorên Îranê ne mimkin bû.

Herçi Kurdistan di nav sazûmanîya Bbeylerbegîtîya osmanî da bû jî, ji deverên din yên osmanî hin taybetmendîyên xwe jî hebûn. Osmanî, welatên dagirkirî bi sîstema beglerbegîtîyê îdara dikir. Ew sîstem ne nuh bû. îranî jî usa dikir û sîstem ji îranîyan hatibû girtin. Nîşana beylerbegîtîyê paşa bû. Di sala 1515da Bıyıklı Mehmet Paşa kirin beylerbegîyê Amedê. Di esasê xwe da berîya osmanî, faris jî li Kurdistanê bi wî awayî îdare dikirin. Li Ewrûpayê jî, bo nimûne li Bosna jî usa bû.

Osmanî 24 Sancaxên Kurdistanê bi beylerbegîtîya Amedê va girêda. Statûya sancaxan cihê bû.  Destpêkê di nav wan da 5 Hihûmetên Kurdistanê hebûn û desthilatdarîya wan gelek berfireh bû. Osmanî di nav pêvajoyê da gelek mudaxele û guhertin di sazûmanîya sancaxan da dikir û ji ber vê yekê jî hem di hejmara wan û hem jî di statûya wan da tevlihevîyek pêk dianî. Mudaxele û guhartin gelek cara keyfî û li dijî peymanê bûn. Li gor peymanê mîr, di birêvebirina mîrektîyê da azad bû. Normal di sazûmanîya sancaxî ya osmanî da ax a dewletê bû û begê sancaxê ji alîyê dewletê va dihat tayîn kirin û îdare ji bav derbasî law nedibû. Lê li Kurdistanê ax a mîr bû, ax derbasî lawmîr-prens dibû. Lê divayabû mîrîtî ya wî ji alîyê sultanê osmanî va jî bihata pejirandin. Her usa mîrên Kurdistanê digel osmanî diçûn şer û axên dagirtî dixistin bin destê Dewleta Osmanî. Heqê mîr tunebû ku qada axa xwe meztir bike. Rewşa sazûmanîya mîrektîyê li Kurdistanê dişibiya rewşa sazûmanîya feodalî ya Ewrûpayê ya klasîk.  

Li gor peymanê, divîyabû kurd li gel osmanî bi hêza xwe û bi serdarîya mîrê xwe biçûya şer. Osmanî jî diviyabû kurd ji êrîşek bîyanî biparêze. Her usa mîr divayabû ku dîyarîya xelîfe ya adetî jî bide sultan. Li vir serdestîya osmanî bi xurtî xuya ye. Mîrekên Kurdistanê di bin parastina osmanî da ye û bi wîna xwe serdestîya Dewleta Osmanî qebûl kirîye. 

Di nav wan şertên bîngehîn da sazûmana sancaxên Kurdistanê ji sê kategorîyan pêk dihat:

-Hikûmet:

Li gor peymanê, diviyabû osmanî têkilî karê mîrektîyê ya navxwe neke. Mîr hiqûqî xwedîyê dewera xwe bû û ew maf derbasî lawê wî dibû. Sancax, diviyabû biçûna şer, lê şertê ku mîr jî li gel wan here nebû. Ew mafê taybet gelek zehmetî derdixist pêşîya hikûmetên Kurdistanê û ew gelek tûşî midaxeleyên osmanî dibûn. Beglerbegîyê osmanî, dixwestin mîr di emrê wî da bikeve rêza şer û serwerîya wî bê pejirandin. Osmanî, ji mecbûrîyetê astek bilind dabû mîrekên Kurdistanê, lê hin beylerbeyî vê yekê binpê dikir û mudexeleyên keyfî dikirin.  

-Sancaxên Yurtluk Ocaklik: 

Li wir desthilatîya mîr kêmtir bû. Sazûman ji bav derbasî law dibû û mafê hiqûqî ya dewerê di destê mîrektîyê da bû. Lê mîr diviyabû bi xwe digel hêza xwe here şer. Midaxeleyên osmanî li ser wan sancaxan gelek xurt bû û begên wan daîm di bin tehdît û metirsîyê da bûn.

-Sancax: 

Xwedî statûyek pir kêm bûn û begê wan ji alîyê dewleta merkezî va dihat tayînkirin. 

Mîrên sancaxên Kurdistanê dişibîya senyorên, lordên feodalî ya Ewrûpayê ku piştî qels û lawazbûna qral têkûz bûbûn. 

Feodalîzm li Ewrûpayê piştî parçebûna împaratorîya Romayê pêk hat. Wextê Împaratorîya Romayê parçe bû, ji bo ku yekîtîya împaratorîyê bê parastin feodum (wek timara osmanî) dan vasalan.  Vasal, hem ji bo xwe û hem ji qismek ji bo qral bac digirt û bi hêza xwe digel împaratorîyê diket şer. Feodalîzm ji pêwistîyek pêk dihat. Ya na yekgirtina împaratorîya mezin ne mimkin bû. Ji bo Dewleta Osmanî jî heman şert hebû û bê kurdan Dewleta Osmanî nedikarîibû sinora rojhilat biparêze.

Li Ewrûpayê feodalîzm, sîstema Latifundîa têk bir. Împaratorîya Romayê dewleteke bajarîyê bû û li ser keda koletîyê saz bûbû. Li bajarên Roma û Atînayê bi hejmarek gelek mezin kole hebûn. Latîfundîa sîstemek li gor şertên xwe pêşketî bû. Bazirganî bi pereyên zîvî dimeşîya û divîyabû sîstem ji bo bazirganîyê rewşek ewle pêk bîne. Ji ber ku çete û eşqîya bê serûber û gelek xeter bûn û sîstem dixistin xeterê û bazirganîyê qels dikirin. Ji bo ewlehîyê divîyabû kral xwedî hêzek xurt be. Rêyên tîcaretê di kontrola împaratorîyê da, di ewlehîyê da bû. Lê sîstema feodum civat ber bi aborîyek girtî ve bir. Îdî Feodum îhtîyacîyên xwe bi xwe pêk dianî. Bazarvanîya berê têk çû, civat ket nav qalibên xwe. Herçi erdên mezin di destê beg da bû jî, berhem di sîstema feodalîyê da bihêztir bû. Parçeyek ax a gundî jî hebû. Hem di axa xwe da û hem jî di axa beg da kar dikir û qismek hilberînê ji bo xwe hildianî. “Zêde kar zêde qezenc” heta derecake berhemdarîyê teşwîq dikir û di civata feodalîya girtî da dînamîzmek xwe jî peyda dikir.

Li Swêdê jî qral, bi armanca ku împaratorîya xwe bidomîne axa împaratorîyê bi navê Län dabeş kir û da hêzên xwedîleşkerên sûwarî, ryttare. Ryttare tê maneya sûvarî. Hêz ji suvarîyên xwedîçek pêk dihat û hejmara suwarîyan ne zêde bû. Payeya xwedîryttare li gor hejmara suwarî û çekên xwe û qalîteya çekên xwe dihat binavkirin. Ryttare, bi qasî hêza xwe dibû xwedî ax. Ryttare, çîna leşkerî ya arîstokrasîyê pêk dianî û ew bûn begên deverên ku qral dida wan. Ew jî tê da şato ava dikirin û sîstemek feodalî saz dikirin.

Medî di sala 612 BZ dewleta mezin a asûrî têk birin.  Lê têkbirina asûrîyan li ser axa Med bi şerê ordîyek nîzamî pêk nehatibû.  Dewleta Asûrî di dema Key Kubad da hat şikandin. 

Dewleta Med wek dewletek konfederal bû.  Ew sîstem, di dema koledarîyê da wek sazûmanîya feodalîzma perçebûyî xuya dike. Zanîna me li ser Împaratorîa Medê pir kêm e. Em zanin ku ji dema Med vir da sazûmanek satrapîyê hebûye.  Heredot dibêje, satrap bêjeyek medî ye. Satrap eşîretên Med bûn ku di deweren asê da bi xweserî dijîyan. .  

Berê welatê Medîyan wek herêmek di bin destê Dewleta Asûrî da bû.  Niviskarê kitêba Ancien Histori ku sala 1842 li Londonê hatîye çapkirin, ji agahîyên Holy Witt dîyar dike ku qralê asûrî Sermaneser, gelek îsraîlî anî li welatê Med bi cîh kir. Hakimîyetek wî ya xurt li ser Medîya hebû. Med ji rewşê gelek aciz bûn û bi serhildana ewil ku sala 710 BZ li Sennanşeribê vêket û belav bû asûrî li welatê Med têk bir, lê Medî xwedî qralek yekgirtî nebûn, ji ber vê yekê piştî şikandina asûrîyan welatê Med 6 sal ket nava anarşîyek dijwar.  Rewş ji berê baştir nebû. Zor û zilm, bêedaletî, rêbirî li Medîya bandorek danîbû. Li gor agahîya Heredot, welatê Med di nav perçebûnek dewerî da bû, ta ku Dejo-Dejoces(bi yunanî Dejoces) ku li devera xwe biedaletî û pêşbînîyê idare dikir bû nimûne li dijî têkçûna maddî û nefsîya eşîretên welat û bandorek baş li ser dewerên din jî danî. Dejo, adîl bû û ferqî nedixist navbera kesên deverên cuda jî. Dejo bû dadgerek pêbawer li welatê Med. Lê yekbûna welatê Med bi wî awayî pêk nedihat. Dejo kirin serwerê xwe. Dejo sistema dewletek danî. Ekbatana, nêzî Hemedan kir payîtext. Jê ra qesrek û hêzek leşkerî hat amadekirin. Dejo, 40 sal bê ku şerê xelqên derdora xwe bike Dewleta Med îdare kir. Lê bavê wî Faraor(Faraortes) berevajî prensek şerût bû, idareya Med hîşt Dejo û bi xwe dewerên nû dagir kir. Berê bi zorê farisan xist bin destê xwe û li Asya ya Joînr Dewletek Medî ya mezin saz kir.

Satrapî ji medîyan derbasê akamendên farisa bû û wextê ku Îskenderê Mezin hat Îranê, sîstema satrapîyê heta demek domand. Di dema Med û Akamendan da satrap asîlzadeyên ji qewmê îranî bûn. Li wir a grîng girtina bacê û di şer da parastina împaratorîyê bû. Ji ber vê yekê hêzek mezin li satrapan jî hebû. Di dema Kirosê da Îran(Dewleta Akamend), ji Hindistan, Ozbekîstan, Qazakîstan, Babîlyon, Misir ta ber Behra Egeyê bi satrapî îdare dibû. Paşê asilzadeyên neîranî, yunanî jî bûn xwedî satrap. Li gor agahîyên Heredot, di wextê Dariyosê yekê da 20 satrapî hebûn.  

Wextê sala 530 BZ xanedanên akamendî ku li dijî medan serî hildan û împaratorîa farisî saz kirin, desthilatî ji jorê welat derbasê mirovên wan li jêrê bû, dest guherî. Mirov nikare bibêje ku guhertinên mezin pêk ne hatin. Hin lêkolîner dibêjin, sazûmanek du qiloçî pêk hat: Med û Akamend. 

Serdestên Dewleta Medê asîzade û olparêzên Magga an Magî bûn. Bêjeya Magga jî Medî ye. Di paş wan da zenetkar û gundî dihatin. Zienetkarên Medî navdar bûn.

Wextê lêkolînerek Ewrûpayê bi karê lêkolîna sazûmanîya feodalî ya Ewrûpayê radibe, zêde zehmetî nakşîne. Ji ber ku dêrên li Ewrûpayê xwedî agahîyên nivîsandî ne. Arşîvek wan a xurt heye. Dêrên Ewrûpayê ji alîkî va qralên xwe bi manewîyat meşrû dikirin û ji alîyê din va jî ji xwe ra îmtîyaz peyda dikirin. Ew li her deverên feodalîyê cemaatên dêrê pêk dianîn. Ruhban burokratên wek burokratên sazûmanîyê bûn û ew her warê gundîyan tespît dikirin û dinivisandin. Rolek wan a muhîm hebû, bi rêya dîn û manewîyatê yekîtîya welat diparastin û wextê bac didan hev para xwe jî digirtin. Alîkarîyên ku dihat dêrê wan gelek bihêz kiribû. Gundî nedikarî milk û rewşa aborîya xwe veşêre. Li Dewleta Osmanî ew arşîv qels bû. Li mîrektîyên Kurdistanê jî usa bû. Ji ber vê yekê agahîya me zêde li ser sazûmanîyên mîrektîyê tune ye. Salnameyên osmanî jî têrî agahîyê nake. Ji ber wan kêmasîyan jî em li ser rewşa aborî û civaka mîrerkên Kurdistanê hin tiştan zanin û kêm zêde dikarin bawerîyek li ser wê têkûz bikin.

Li Kurdistanê di sazûmana feodalîyê da eşîretên koçer hêza leşkerîyê pêk dianî. Em wê yekê li Baban û Bedlîsê jî dibînin. 

Begên Kurdistanê eslê xwe dighînin ereban û cisnê Pêxember, xelîfe an serdarên mezin yên erebî. Em zanin ku piştî îslamîyetê, bi dagirkirina Kurdistanê, şêx, çînek serdest pêk anîn. Ew di sazûmana mîrektîyê da li herî jor hatin bicîhkirin, bûn mîrekên Kurdistanê.  Li derûdora Dîyarbekirê mîrekên zirkî eslê xwe dighînin seyyîd, Şêx Hesen Zerraq(El Zerkavî ). Zerkavî di zimanê kurdî da hat tewandin bû zirkî.  Bucaxîyên Sîveregê jî xwe bi zirkîyan va girêdidin. Du lêkolîner, Huseyin Agaçkiran û Ömer Faruk Bucak dinivisînin: 

Hecî Alî Efendî, berîya ku tevî birayê xwe û pismamên xwe ji Hezroyê hatin, Hezro hê qesebe nebû û 500 sal bû ku di destê begên zirkîya da bû. Begên zirkî, li deverên Hezro, Mêranî, Tercil, Eskî Şikefta (Kulaçtepe) û Beywane bi cîh bûn û begên zirkî mulkîyetên mîrekîya Hezro, Licê, Silîvan û Bismilê kontrol dikirin û di bin tasarrufa wan da bû.” 

Şerefhan, emîrên zirkî dike çar beş: Derzini, Kirdikan, Atak û Tercil. 

Li Serhedê jî asilzadeyên kurd torin in. Nîkîtîn dibêje, torin çîna esilzadeyên Kurdistanê ye. Hinên din torin wek eşîretek nîşan didin. Bi ya min tespîta Nîkîtîn rast e. Ji ber ku torin li gelek deweran hatine ”reşandin” û çînek serdest pêk tîne. Rohat Alakom ku bi xwe torinîye, dibêje, dibe ku Torin ji bêjeya tov rind çêbû ye. Di kilama Bavê Fexro da jî usa derdikeve pêşîya me: “Bevê Fexro, sûwarê Gênco, torinê malê.”

Torin ji alîyê osmanîyan va li Kafkasyayê hatin bi cîh kirin. Deverên ku di destê torinan da bûn carna diket destê Rûsyayê. Torin herî zêdê li Qers, Îxdir, Kaxizman, Ardaxan, Dîgor, Agirî, Erzerom, Wan û Mûşê dijîn û wek axa û begê eşîretê jî xuya dikin. 

Rohat Alakom li ser torina pirtûkek jî nivisand. Ew ji dîrokzanê tirk İlber Ortaylı neqil dike û dibêje: ”Piştî ku Qers ket destê Rûsyayê bû deverek oblast û torin bû çînek zadegan-esilzade. Ew xwedî gelek erd bûn. Havînan derdiketin zozanan û zivistanan jî di qunaxên xwe da xwedî jîyanek pastoral bûn.” 

Osmanî eyalet-wîlayetên xwe bi destê beylerbegên xwe îdare û kontrol dikir. Ji Mûsilê ta Rihayê û ji Rihayê ber bi jêr ta Reqqayê û herêma Serhadê ne têda, temamê Kurdistana osmanî, di nava tixûbê Beylerbegê Dîyarbekirê da bû. Her çi tirk îtîraz bikin jî, carna ji Eyaleta Mûsil û Dîyarbekirê ra bi giştî Eyaleta Kurdistanê jî dihat gotin. 

Sîstema feodalîya Kurdistanê, ango sazûmana mîrektîyên Kurdistanê çawa organîze bûbûn kêm zêde tê zanîn. Agahîya me li ser hemû mîrektîyan zêde tuneye. Şerefxan ji bo nasandin û pesinandina mîrekên Kurdistanê esera xwe ya navdar Şerefname nivisand. Şerefname eserek tarîxê ya sereke ye. Lê li wir em agahîyên li ser civata mîrerktîyê nabînin. Şerefxan li ser eslûfeslên mîrekên Kurdistanê radiweste û Şerefnameyek diafirîne. 

Li ser Bedlîsê hin agahîyên Ewlîya Çelebî jî henin. Agahîyên Ewliya, bi mubalaxa be jî xwedî qiymetek e. Ji xwe tarîx wê demê gelek tiştên fişalî û efsaneyî vedihewand. Ewlîya tarîxzan nine. Lê tarîxzan ji seyahatnameyêm wî gelek îstifade kirine. 

Bruinnessen ku akademîsyenek kêrhatî ye û bi xebatek kûr û bi hişyarîya akademîk li ser civata kurdistanê eser nivisandîye, li ser Bedlîsê jî xebatek taybet kirîye. Her usa Wîlhelm Kohlerê Alman berîya Bruinnessen di sala 1928 an, di berhema (Die Kurdenstadt Bitlis) da hin agahîyên nû dide ser agahîyên Ewlîya Çelebî. Her usa entellektuelên Bedlîsî vê dawîyê gelek belge derxistin û pêşkêşî me kirin. 

Li başûrê Kurdistanê, bi taybetî li ser mîrektîya Babanê hin agahî û xebatên hêja hene. Înglîz ku li başûrê Kurdistanê pir çalak bûn, hin tespîtên balkêş gîhandin me. Hinekên wan mîsyoner û hinekên wan jî şandeyên resmî yên Dewleta Brîtanî bûn. Çawa ku Ewlîya Çelebî li bakur bala xwe zêde dide ser misilmanan, Claudie Rich jî li ser rewşa mesîhîyan gelek baldar e. Berhema Rich ku di sala 1820 î da rojane hatiye nivisandin, bi neşmîtîya-hûrgilîya înglîzî dagirtî ye.

Li mîrektîya Babanê em dibînin ku seyyah û wezîfedarên brîtanî dostanîyek xurt digel mîr û malmezinên kurd danîne û bi xurtî ji wê dostanîyê îstifade kirine. 

Komîserê sîyasî C. J. Edmund di dawîya Şerê Yekemîn da li Îraqê bû û pirtûkek bi navê Kurd-Tirk-Ereb, Li Rojhilata Başûrê Îraqê Sîyaset, Seyahat û Hûrnêrîn (1919-1925) nivîsand. Edmund kesek zana û şandeyê dewletê yê resmî bû û di pirsgirêka Mûsilê da jî gelek wezîfeyên girîng girtibû ser xwe û xwedî zanînen kûr û berfireh bû. Em vê yekê di pirtûka wî da dibînin. Înglîz û Edmund, zêdetir nêzî   şêxên Talabanîyên qadirî bûn. Lê ew gelek li dijî Şêxê Berzencî bûn ku li dijî mandata Brîtanyayê serî hildabû û biserxwebûna Kurdistanê dixwest. Berzencî, demek hêvîya xwe bi osmanîyan va girêdabû. Kavûs Axa, di strana xwe ya Şêxê Zirav da vê yekê wuha hunandîye: ”Ezê hindî hewar dikem hewarê tirka gelek dûr e, birano kurd xayîne.” Brîtanî bi hêzên şerî ya mêtingehên xwe ku Kawîs Axa dibêje, berê sibê bi pênc hezar leşkerên hindî û felereşka hatin şerê Sûrdaşê, şerê Berzencî şikandin. 

Edmund, rojek bi xwe jî tevî hevalek xwe yê pilot, bi armanca temaşekirinê diçe şerê Şêx Mehmûd. Edmund, bi xweşî qala renga rengîya bombeyan ku tên avêtin tarîf dike. Em îro zanin ku ew bombe, bombeyên kîmyewî bûn ku cara ewil brîtanî li Kurdistanê bi kar anî bûn. Mesûd Barzanî di Kitêba xwe ya Barzanî da dîyar dike ku: Edmund ji serhildêrîya Barzanîyan nefret dikir

Her usa akademîsyenên wek Bruinesenê Hollandî û Fredrîk Barht ê Norweçî (sala 1953) bi xebatên xwe yên akademîk ronîyek baş didin ser rewşa Kurdistanê û mîrektîya Babanê. Ew her dû eser bi a min têr dikir ku ez li ser bingehek rabim û çend gotin li ser rewşa civakî û sîyasî ya mîrektîyên Bedlîs û Babanê bikim. Her usa ev herdû mîrektî gelek navdar û bi bandor bûn.  Struktura herdû nimûneyên mîrektîyên ku xwedî hêzek mezin bûn, kêm zêde ronîyek dide ser mîrektîyên din jî. John macdonalds ku di salên 1813-1814 ll Kurdistanê digere ji bo mîrktîya Îmadîyeyê wuha dinivisîne:

”Em hê nuh hatin vê devera. Paşayê Îmadîyeyê, bi şiklî di bin hukumranîya paşayê Bexdayê da ye. Lê di esasê xwe da ew, bi temamî di bin hukumdarîya prensek asilzade da ye. Begê wê heremê yek ji wan herî bi hêz û dewlemend e. Beg, seraya xwe li bakurê Mûsilê, li Îmadîyeyê ava kirîye. Ew desthilatdarê 31 deverên bi genim û şerabên xwe dewlemend û ji kurd, nastûrî, keldanî û katolîkan pek hatîye.” 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin