Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -8- 

A+A-

Serhildanên Kurd -8-

Tevgerên nûjengerî, navendgerî baş ketibû rojeva Dewleta Osmanî. Sultan Mehmûdê duvê, sala 1837 yençerî ji nav bir (neh hezar kes?), wan da kuştin û di şûna wê da hêzek leşkerî ya îtaetkar dirust kir.  Osmanî, li Kurdistanê sîstema mîrektîyê jî kirin hedefa xwe. Mîrekên Kurdistanê li hember sîyaseta navendgerîyê tengav bûn û cîh bi cîh serî hildidan, dixwestin statûya xwe biparêrin, yan jî desthilatîya xwe li qadek frehtir dirust bikin. Her çi sultan ji yenîçerîyên serserî û serhildêr xilas bûbû jî, rewşa aborî û sîyasî xirab bû. Osmanî, qada hukumranîya xwe nedikaribû biparêze, ber bi hilweşandinê va diçû. Rewşa osmanî ya qels, hêvîyek li Kurdistanê peyda dikir, lê dezawantajên Kurdistanê jî hebûn. Ji ber ku Kurdistan mêtingeha nêzîkê erdê merkeza Dewleta Osmanî bû, ji bona wê jî bi darê zorê vemirandina serhildanek hêsantir bû. Osmanî xwe zû digîhandin deverên serhildanê. Her usa osmanî, xwedî tecrubeyek bû û qelsîya civata Kurdistanê baş nas dikir. Di nava mîrektîyê da dubendî geş dikirin. Ger mîrek serî hilda, ji malbatê yekê din derdixistin hember wî û hêza wan ji hundir va qels û lawaz dikirin. Abdurrahman Paşayê Baban vê yekê bi van gotina tîne ziman: Ya zehmet têkbirina dijmin nîne. Lê ez zanim ku wextê ez serî hildim, dê ji malbata min yekî derxin hember min. 

Osmanî, mîrê serhildêr dişandin sirgûnê û heps dikirin, car bi car debara malbatê jî temîn dikirin. Bo nimûne, Bedirxan beg sirgûnê Girîtê kirin, xistin zindanê û li gor agahîya nivîskara navdar a tirk Xalîde Edîb, du sed kes ji binemal û hizmetkarên wî li Stembolê bi cîh kirin û keysa debarê dan wan. Muameleya çîna asilzadeyî di sazûmanên feodalîyê da hebû. Lê ew jî li grêdayîya bext û bêbextîya qral bû. Sultanê osmanî mafê ”efûxwestinê” dabû mîrekan. Ew ”hêvî” dibû sebeba qelsîya doz û daxwaza wan jî. Kor Mihemad Paşayê Rewandûzî li ser vê yekê nimûneyek trajedîk e. Kor Mihemed Paşa, bi tebîeta xwe gelek sert bû. Mîrektîya Baban û Botan bi zorê xist bin hukumranîya xwe û her diçû bi hêz dibû. Di esasê xwe da ew, tirsek mezin xistibû hundirê osmanî, lê osmanî, bûyer bi sersarî temaşe dikirin. Hetta paşayê osmanî Elî Paşa, hin unwanên nû dayê û teşwîq kir ku ew deverên din jî bixe bin destê xwe. Paşê jî îkna kirin ku here Stembolê lêborînê ji bo serhildêrîya xwe bixwaze. Dê sultan wî efû bike û serwerîya wî qebûl bike. Konsolosê Swêdê yê li Stembolê wê demê A. Testa, di 7ê hezîran 1837 da agahîya li jêrê dişîne hukûmeta xwe ya li Swêdê: 

Serokê serhildanê Mehmed beg çend mehin li vir e. Ji sultan efûya xwe xwest û sultan wî efû kir. Sultan dixwaze ji hêza wî îstîfade bike, ji bo vê yekê wî kir Sultanê Kurdistanê û unwana serdarîya giştî ya herêmê dayê.” 

Lê agahîya konsolosê Swêdê parçeyek ji senaryoyê bû û hê senaryo temam nebûbû. S. Longring wê senaryoyê bi wan gotinan temam dike: 

Paşayê Kor, aletek bijarte yê Reşîd Paşa bû. Ji hukumranîya wî îstîfade dikir û li ba dijminên wî jî ji xwe ra sempatî peyda dikir. Kor Paşa, jêhezkirinê zêdetir, bi sawdarîya xwe vegerîya payîtexta xwe. Bê dost mabû. Ji dubendîyên Elî û Reşîd Paşa îstîfade nekir. Yê xirabtir, bi gotin û soza Reşîd û Elî Paşa kir û çû Stembolê ku efûya xwe ji padîşah bixwazê û ew garantî danê ku padîşah dê baş pêşwazîya wî bike. Gelek kes di wê hêvîyê da bûn ku ew wek sultanek vegere welatê xwe. Lê ew bi awakî nedîyar  hat jinavbirin. Ew, bû qurbanîyek soz û îxaneta tirk.” 

Kor Mihemed Paşa li deverek nedîyar hatibû kuştin. Mehmed Emîn Zekî beg ciyê kuştina wî li devara Sêwasê dest nîşan dike.

Kor Mihemed Paşa bi ”korî”, bi dewleta osmanî bawer bû ku dê ew bibe Sultanê Kurdistanê. Mirov bê hemdê xwe mohra nezanîyê li paşayê Kor dixe. Usa xûya ye ku entrîkayên osmanî baş nasnedikir. Lê ew ”korî” tenê li ba Mihemed beg nebû. Di salên dahatî da jî her dewam kir. Helbet yek ji ya bingehîn ew bû ku kurd xwe perçeyek ji osmanî didîtin û veqetandin di rojeva wan da nebû. Ji bona wê jî netewetîya wan ”mehçûb” û feodalî bû. Gotinên xweş, bi mizdana piştê dihatin teslîmgirtin. 

Mîsaleke din Seyd Evdilqadirê kurê Ubeydullahê Nehrî ye. Seyîd Ebdulqadir wextekî serokê daniştayê ya osmanî bû. Her usa serokê Kurd Tealî Cemîyetî bû. Nûrî Dersimî, Seyîd Ebdulqadir wuha rexne dike: 

”Seyid Ebdilqadir digot, bi me nakeve ku îro em derbek din li tirkên ku di rewşa xirab da ye bixin. Û ji bo ku civanên kurd bixapîne, ew pêre diçû û digot: Di esasê xwe da tirk xweserîya kurd qebûl dikin û di bin hukumranîya padîşahê da dê ew îdareyek bidin kurdan. Ji bo dilê me xweş bike pêre jî digot: Ger tirk wehdên xwe neanî cîh, wê demê emê hêza masûlkên(pazû) xwe jî nîşanê wan bidin.” 

Mixabin reformîstê kurd Seyîd Ebdulqadir jî bi tawanbarkirina têkildarîya Serhildana Şêx Seîd hat bidarvakirin. Seyîd Ebdilqadir yek ji burokratên herî mezinê Dewleta Osmanî bû û lawa dikir ku berîya kurê xwe bê îdamkirin. Lê kemalîstên zalim, berê kurê wî îdam kirin û guh nedan daxwaza wî ya gelek însanî, bi zalimane wî di nava ezabek mezin da birin mirinê. 

Li Başûr Şêx Mehmûd Berzencî doza Kurdistanek serbixwe kir. Di heman demî da xîretek M Kemal hebû ku Kurdistana Başûr vegerîne ser dewleta Tirkî.

Şêx Mehmûd, sala 1918 ku hat Silêmanîyê, name şand qumandanê înglîz Wîlsonê li Kerkûkê û doza hikûmeta Kurdistanê kir û dozû serwerîya wî hat qebûlkirin. Bawerîya Şêx bi îglîzan nedihat. Lê ne tenê ew bû. Tirk jî wan li hember înglîz radikir. Berzencî,  sala 1919 serî rakir lê bi ser neket. İnglîz 10 sal ceza wî pejirandin û wî sirgûnê Hindistanê kirin. Salên 1921- 1922 pirsgrêka Mûsilê aktuel bû. Tirk Mûsilê dixwestin. İnglîz pirsgrêka kurdan derxist pêş. Şêx Mehmûd ji sirgûnê anîn, car din kirin serokê hikûmeta Kurdistanê. Heman problem cardin derket. Berzencî doza serbixwebûnê dikir, bi mandata înglîz bawer nebû, xwe wek serokê Kurdistana serbixwe îlan kir. İnglîz bi şerek mezin a asûmanî hêza şêx şikand û wî girtin. İnglîz ji peywendîyên wî digel tirkan gelek aciz bûn. Nedixwestin kontrola wan li ser Îraqê bikeve xeterê. Li Rojhilata Navîn petrol hebû û ew jî doza wan a dagirkirinê pir xurt dikir. Ji ber vê yekê li konferansa San Remoyê, di planên peymana veşartî Sykes Picotyê da hin guhertinan kirin. Musilê xistin bin kontrola xwe, Sûrîye û dewerên li Rojhilat dan Fransîyan. İnglîz, Faysal ji bo qralîya İraqê amade dikir. Sala 1921 Faysal kirin qral û hin dewerên Kurdistanê (beşek ji Musilê) jî xistin bin qralîyeta wî. Kurd ji vê yekê ne razî bûn. Eşîretên Barzanî, Zibarî, Surçî, Doskî şerê înglîzan kirin. İnglîz, dixwestin kurdan îkna bikin û wan bikin hevkarên xwe. An bi kêmasî kurdan ji tesîra xebatên tirkî ya li dijî înglîzan dûr bixin. Qala Federasyona Kurdistanê jî dikirin. Ji bona wê jî bi serokên kurdan ra ketin nava peywendîyan.  Barzanî, walîyê Musilê Phill û qeymaqam Scout di vegera warên zîbarîyan da kuştin. Ew debeyek giran bû ku li înglîzan diket. Lê dîsa jî hem bi darê zorê û hem jî bi danûstanan sîyaseta xwe didomandin. M Kemal, gelek ji soz û propagandayên înglîz bitirs bû û talîmat dabû Serleşkerîya Cepheya Cezîrê ku ew jî soza otonomîyê bidin kurdan û nehêlin ew digel înglîzan tevbigerin. M Kemal, sîyasetek nêzî ku paşê, di salên1936-1938 li Hatayê ajot pêk dianî.  Plan ew bû ku kurd, di bin plan û qontrola mecisa tirkî da, bi teşebbusa xwe idare û meclisek herêmî pêk bînin û bi vîn û daxwaza xwe îlhaqê dewleta tirkî bikin. Ji bona wê jî rola xwe û kirê xwe qamofle dikirin. Ev plan li Hatayê bi ser ket. Tirkîye xwe têkûz kiribû û Fransî jî alîkarîya vê planê dikirin. Lê li ser doza Musilê İnglîz xwedî biryar û bî hêz bûn. Tirk berevajî gelek lawaz û bêtaqet bû.

Înglîz, sala 1919 şerê Şêx Mehmûd li derdora Silêmanîyê şikandibû, doza serxwebûna wî qebûl nedikir. Lê înglîz zimanê kurdî fermî qebûl kir û di 7 mekteban da kurdî hat xwendin. Di alîyê din da tirk di nav tevgerê da bûn ku doza Misaqî Millî pêk bînin. Granîyek dabûn ser Rewandûzê û tevî kurdan îdareyek herêmî jî hat avakirin û dixwestin wê bikin parçeyek ji Mecisa Millî ya Tirkîyê ku şerê azadîyê ji Enqereyê îdare dikir. Ji ber ku peywendîyên tirk digel îglîzan dewam dikir, hevdîtinên peymana Lozanê destpêkiribû û daxwazek pêkanîna konferansek li ser pirsgrêka Mûsilê jî hebû, xebata xwe li başûr di kincên sîvîl da dimeşandin. Sala 1922 hêzek di bin emrê Özdemir (Elî Şefîq) da amade kirin û şandin Rewandûzê ku kurdan li hember înglîzan bide şerkirin. Özdemir şerê çeteyî zanibû. Li Entabê serokê Quwayî Millîyeyê, milîs yarbay bû. Bi daxwaza M Kemal hatibû bijartin. M Kemal ji bo parastina hidûdî millîye ku ji jêrê İskenderûnê destpêdikir, Mûsil-Kerkûk û Silêmanîyê dixist nava tixûbê xwe tevdigerîya, seferî quwwet dirust dikir. Özdemir jî dê karekî usa bikira. Grûbek serbaz û 100 kesên tûnis û cezayîrî ku osmanî li Sûrîyê ji bo xwe dabû şerkirin û anîbûn Ser Xetê xistin emrê Özdemir, mufrezeyek amade kirin, lê ew daxilê Serleşkerîya Cepha El Cezîreyê bû. Özdemir, digel Şex Mehmûd jî peywendî danî. İnglîz xwedî îstîxbarata xebata tirkî bû, ji ber wê yekê Şex Mehmûd ji sirgunê vegerandin û dixwestin di bin mandata Brîtanyayê da Kurdistanek ava bikin û şêx bikin serwerê wê. Kêşeyên Şêx Mehmûd înglîz dewm dikir. Demek şûnda Şêz serbixwebûnê û padîşahîya xwe îlan kir û mandata İnglîz qebûl nekir. İnglîz, şerê xwe mezin kirin û digel gelek zaîyatan, bi êrîşên asûmanî hêza Özdemir şikandin, tirk bê encam kirin. Şêx Mehmûd hêvîya xwe bi tirkan grêdabû, lê ew hêvîyek vala bû. İnglîz, keysê nedidan tirkan û bi tundî çûn ser Şex Mehmûd jî. Kavûs Axa di klama Şêxê Zirav da vê yekê wuha hunandiye:

Ez ewro hewar dekem, fayde nîye, hewara tirka dûre, kurd xayîn e.

Şerê cîhanê yê yekê li her derê cîhanê rewşek nû peyda kir. Di wan salan da Rûsya têk çû, Bolşevîk hatin ser hukim, yan bi zorê sazûmanîya xwe danîn. Li Ewrûpayê împaratorîya Avûstûrya-Almanya hilweşîya û Dewleta Osmanî têk çû. Ew dem ji bona guhertinên mezin rewşek nû peyda bûbû. Di wan rewşan da îmkanek ku kurd jî dewletek, yan jî statuyek bi dest xin peyda bûbû. Konjuktura Rojhila Navîn serûbin bûbû. İdî kurd di nava du dewletên mezin da, di nav mengeneyek da nebûn. Parçeyek Kurdistanê di nava statuyek nedîyar da li ser  Dewleta Osmanî ya ruxandî ronîya dewletek azad didît. Îmkana ku kurd dewletek ava bike rû dabû. Lê mixabin ew îmkanên ku di nav sedsalan da carek derdive, rewşa kurdan ji berê xirabtir kir. Kurd tu statuyek mayînde bi dest nexistin û di ser da jî welatê me bû çar parçe û xwedîyên welatê me zêdetir bû û ew jî karê kurdan aloz û zehmettir kir. Wê demê Şêx Mehmûd hêvîyek mezin dida. Sala 1908 Berzencî seri hildabûn, îttihadî serhildana wan şikand û bav û apê Şêx Mehmûd jî têda gelek Berzencî kuştin. Şêx Mehmûd sirgûn û zindanî bû. Wextê azad bû vegerîya Silêmanî hêzek mezin li dora wî hebû û di ser da jî şêxên navdar bûn. Wê demê, bi taybetî li Rojhilata Navîn serwerîya  sîyasî û civakî diket destên şêxan. Şêx Mehmûd bi biryar bû ku dewletek Kurdistanê çêke. Lê di nava brîtanî û osmanî da, di rewşek taybet da bû. Derbek mezin ji îithadîyan xwaribû, lê eşqa xîlafetî berê wî dida dewleta osmanî, wî ji înglîzan dûr dixist. Lê her usa kurd di nav heqîqetek brîtanî da bûn ku ew hukumranê wan deweran bûn û brîtanî jî li ser menfîeta xwe tevdigerîyan. Ji bo wan kurd an ereb ferk nedikir. Li gor menfîeta xwe sîyaseta xwe diguhartin, revîde dikirin. Berzencî ji heqê dîplomasîyê derneket. Di esasê xwe da kurd ji ereben kêmtir nebûn, lê gelek hişê wan li ser xelîfetê bû ku tu xêrek tê da nemabû. Hêzek entellektuel û burokratên naskirî wek Pîremêrd li Stembolê dijîyan. Gelekên wan ji Silêmanîyê bûn. Ew adeta wek pireya navbera Sêx Mehmûd û osmanî bûn, tesîr li ser sîyaseta Şêx Mehmûd dikirin. Ya na Şêx ne hevalbendê osmanî bû.

Tarîx di referandûma Kurdistanê da jî tekerrur kir. Tirk di bin da Barzanî teşwîq dikirin ku referandûmê bike. Ameriîqa li pey texîrkirinê bû.  Lê mixabin qedera kurd hêna jî di destê Amerîqayê da bû. Ew û înglîz bûn ku Kerkûk ji destê kurdan derxistin. Tirk jî daxilî koploya kurd bû. Ew çawa pêk hat ez ê di mijara referandûma Kurdistana Başûr da ronî bikim.

Ji bo Serhildana Sêx Seîd, nevîyê birê Şêx Seîd, Ebdulîllah Firat dibêje ku, serhildan bi xwe di plana Şêx Seîd da hebû. Dixwest berê tevî ulemayên Kurdistanê li Dîyarbekirê beyanek belav bike û dewletê hişyar bike ku, destê xwe ji şerîetê bikêşe. Ger Dewleta Cumhurîyetê wê pêk neyîne, dê em ”mecbûrî” avakirina dewleteke kurdî ku li ser esasên şerîetî bimeşe bidin ber xwe. Abdulîllah, tesîra rêxistina Azadî li ser Şêx Seîd qebûl nake. Ew rola esasî dide Şêx Seîd. Çavkanîyên wî jî, bi gotina wî, gotûbêjên dehan salan ku di nava malbatê da dihat kirin e. Ji Ebdullîllah em dikarin vê netîceyê derxin ku doza sereke yê Şêx Seîd, berdewamîya şerîetê ye. Ger ew doz biserketa serhildan jî dê ji rojeva wî derketa. 

Ev İddîa zêde bi îtabar nîne. Ji ber ku xebata Xalid Begê Cibrî ku Şêx Seîd îkna bike ku ew rola xwe bilîze tê zanîn. Şêx Seîd jî îkna bûye û dest bi xebatê kirîye. Lê agirê serhildanê bi provakasyona Pîranê bêwext vêket û bû sebeba têkçûnê. Lêkolîner Seîd Veroj, di maqaleya xwe ya bi navê Tevgera Şêx Seid û Hadîseya Pîranê (Rûpel Nû) me hayîdar dike ku di nava rêxistina Azadîyê da du bask hebûye: sîyasîyûn û dînîyûn. Şêx Seîd efendî di baskê dînîyûn da cîh girtî ye. Ev yeka jî nîşan dide ku Azadî, civata Kurdistanê baş nasdikir û li ser wê bingehê xwe têkûz dikir. Lê baskê sîyasî, bi kuştina Xalid begê Cibrî  hem lawaz ket, hem ket nava rewşek avarte û bi stres. 

Gelek xwezayî ye ku Şêx Seîd ji rejîma nû aciz bû. Têdighîşt ku berê sîyaseta Mistefa Kemal bi ku va ye. Nevîyê Şêx Elî Rizayê kurê Şêx Seid, Ebdulîllah Firat, qala civînek ku Mistefa Kemal wextê serdarê kolordîya Dîyarbekirê bû dike û dibêje: Şêx Seîd, tevî giregirên kurd vexwendîyê civîna Mistefa Kemal bû û bi tundî li hember gotinên Mistafa Kemal ku li dijî saltanatê bû derket û ji civînê zû derket û li derva bi axaftinek M.Kemal protesto kir. 

Di her hal û karî da Şêx Seîd Efendî kesayetîyek temînata serîhildanê ye, rola wî sereke ye, dozek wî ya Kurdistanê heye. Bê wî jî serhildan ew çend mezin nedibû. Di pêvajoya serîhildanê da deverên ku diket destê hêzên serhildêran, bi granî di destên şêxên Kurdistanê da tenzîm dibû û baskê dînîyûn xwedî bandor bû. 

Piştî jinavbirina mîrektîyên Kurdistanê, şêx şûna mîrekan dagirtin. Di serhildanan da jî rola wan û hêza wan xwe baş xuya dibe. 

Tirk dibêjin: Ji ber mesela Mûsilê tilîya Înglîz di Serhildana Şêx Seîd de hebû. Înglîz dixwestin bi serhildana Şêx Seîd taqeta tirk li Mûsilê bişkînin. Lê hê jî dokumanek ku wê piştrast bike tune ye. Serhildan jî bê destegek bîyanî têk çû. Cumhûrîyeta Tirkîyê ji xwe ra kir adet, ku her doz û daxwaza kurdî bi tilîya înglîz tohmet bike. 

Wextê em nivîsên Serbaz Noel a rojane ya sala 1919 dixwînin vê yekê baştir dibînin. Noel, li Bexdayê komîserê îstîxbarata înglîz bû. Wî dixwest Hikumeta Brîtanyayê îkna bike ku alîkarîya kurdan bikin da ku dewletek kurdî saz bibe. Wê demê sempatîya Ewrûpayê ji bo ermenîyan hebû, Noel vê yekê realîst nedidît. Li gor bawerîya wî sê sebebên girîng hebûn ku divîyabû Înglîz alîkarîya kurdan bike: Yek jê ew e ku kurd bi hejmar ji ermenîya zêdetir e. Ya duwê kurd ji ermenîya zêdetir şerwan û bê tirs e. Ya sîsîya jî kurd, tu car serwerîya ermenîyan qebûl nake.

Noel, dîtinên xwe bi komîserê înglîz li Bexdayê, bi serbaz Wîlson ra parve dikir.  Noel, ji wezareta dervayê ya Brîtanî îcaze girt, meha tebaxa sala 1919 hat Stembolê. Ew li Stembolê, mişteşarê komîserê bala yê înglîz T.B.Hohler û serokên kurdan dit. Hohler, di nameya xwe ya ku ji hevalê xwe Teller ra dinivisîne, dîyar dike ku Noel dixwaze bibe ”Lawrencê kurdan”. Ew name delîleke ku Noel bi xwe înîsîyatîf girtîye û Dewleta Brîtamyayê îkna kirîye ku here li Kurdistanê li rewşê temaşe bike û raporek bide dewleta xwe. Lê ev bi serê xwe her tişt eşkere nake. Li ser vê daxwazê înglîz, ji hikûmeta osmanî li Stembolê îcaze, alîkarî û parastina Noel digre. Noel, dixwaze bi kesên navdarên kurd here Kurdistanê. Dixwaze Seyîd Evdilqadir û Emîn Elî Bedirxan jî digel xwe lê ew xwe nadin ber. Noel, bi xemgînî, ciwanên wek Celadet û Kamûran Bedirxan li gel xwe dibe. Ammîral Calthorpe di telgrafa xwe ku ji alîgirê wezîrê Brîtanyayê ra dişîne dîyar dike ku: Noel, be ku bal bikşîne ser xwe dê bi tenê here deverê. Dibe ku hikumeta Brîtanî ji Noel xwestîye ku tenê here Kurdistanê. Û dibe ku biryara gera Noel, ji bilî doz û daxwaza Noel, di astek bilind ya sîyasîİ da hatibe girtin.  Lê usa be jî xuyaye ku ew gerek ji bo baldarîya rewşê ye.

Noel di wê ”gera” xwe da di bin parastina hikûmeta osmanî da ye. Lê Mistefa Kemal qiyametek radike ku înglîz tevî ajanên xwe hatine, dixwazin Kurdistanek ava bikin û divê ew bên rawestandin. Usa jî kir, gera Noel nîvco ma. 

Ez dixwazim yek ji agahî û nêrînên sefîrê Swêdê li ser serhildana Şêx Seîd ku şandibû hukûmeta xwe ya Swêdê pêşkêşî we bikim. Kovara Bergehê, gelek dokûmanên Swêdê yên wê demê li ser kurdan bi dest xistibû. Nûrî Şemdîn, qismek wan bi navê, Di Arşîvên Dewleta Swêdê da Kurd, weşand. Qismek din min, di nivîsa xwe ya li Kurdistanê Feodalîzmê da bikar anîbû.  Ez, bê ku li ser hayîdarîyên sefîrê Swêdê şirove bikim, dixwazim kismek jê pêşkêşî we bikim:

Sefaretxaneya Swêdê  Stembol
24 Sibat 1925

Birêz wezîr

 Bûyerên nexweş ku li wîlayeta Hakkarîyê qewimî, dibe ku sebeba wê nastûrî bin. Berê jî hin îşaretên wê hebûn ku Cumhûrîyeta Tirkîyeyê nikare kurdan bi temamî qontrol bike. 

Paşê hatin gotin ku, li rojavaya bakurê Kurdistanê, ya rastirîn li deverên asê, navbera Çemê Mûradê û jorê Dîcleyê (ku ji dema Projeya Chester tê zanîn, devera Madenê, nêzî Arghana ye) (Erxenî- S.I), hin reîsên eşîretan, li hember hikûmatê bi çek muxalefetê dikirin. 

Lê piştî serhildîrên navçeyî, bi tevbûna Şex Seîd El Kurd (ji gundê Palûyê, nêzî Xarpûtê ye), cara ewil bû ku serhildan, ji sînorên pevçûnên ku di navbera birêvebirên hikûmetê û arîstokratên navçeyî pêk dihat û bi lêborîna xelettêgîhîştinê bi dawî dihat, derket.

Şêx Seid, bi xwe jî ji malbatek arîstokrat tê û mirovatîya wî bi gelek malbatên hanedanên mezin ra heye. Lê ew ne tenê serokê eşîretek, jê zêdetir şêx-derwêşek û yek ji serokên mezin yê nekşîbendîyê ye ku xwedî dîrokek 600 sal e. Ew ta salên dawîyê li Xinisê (li Başûrê Erzeromê) di ocaxa terîqetê da rûdinişt. 

Navûdengê wî û îtîbara wî li ser murîdên wî gelek zêde û berfireh e. Mirov, ji bo ku wî bibîne û duayê wî bistîne, ji deverên gelek dûr dihatin zîyaretîya wî.

Ku paşê biryara xwe da bi serhildêran ra be, bi hêsanî zirxên dînî li serhildanê hat kirin ku Cimhûrîyeta Tirkîyeyê wê tehdît dikir.

Hetta, di dema osmanî da jî qala teşebbusek wî tê kirin. Ji îhtîmalê ne dûre ku pirsa dîn sebaba bîngehîn a tevgera wî be. 

Qasê tê zanîn hukûmet, ji biryara wî ya paşê ku tevî serhildanê bibe şik dikir. Ji ber ku helwasta wî û derdora wî, qedera serhildanê ku berê destpêkiribû, dê tayîn bikira. Ji bona wê meqamên resmî difikirîn ku temînatek jê bigrin.

Qasê tê gotin ew, maskeya xwe di 13yê vê mehê, roja înê û li Dara Hêne (Wîlayeta Gencê, li jorê Çemê Mûradê) û deverên din nîşkava avêt, an da avêtin çû ser hêzên cendirme. Paşê mesajên xwe şand kurdan ku dê ew xelîfetî û şerîetê vegerîne.

Di mesajên xwe da, ji bo pêkanîna wan armancan digot, divaye li Kurdistanê hikûmetek dirust bibe û wezîfeya wê ya sereke dê şerê cimhûrîyeta bêdîn be.

Destpêkê hêzên ragîhandinê zêde ehemnîyetê nedan bûyerê. Lê ji destpêka hefta çûyîn vir da bûyer ciddî hat nirxandin.

Me merak dikir, sebeba ku bi carek va û bi wî çendî mezinbûna serhildanê çîye. Piştî agahîyên resmî, agahîyên rojnameyên ku hêzek bîyanî (tilîya Înglîz) li pişt wê destnîşan dikirin û bi mantiq xuya dikir, bawerî neda û ji rastîyê ketin. Mirov dibîne ku, kataloga çekan ku bi Kürt Mîllî Hareketî hatîye mohrkirin jî, daneyên bi şik in.

Kurdistan, berewajî herêmên din yên Tirkîyeyê, bi temamî li ser sazûmanîyek arîstokratîk, feodalî rûniştî ye. Gelê wê derê hîn bûye ku di bin emrê serokeşîr û şêxan da be; dişibe vasalên nîvkole ku girêdayîyê beg û ruhbanên wextê sedsala dema navîn. Berê welatên wuha, pirî cara bi îmtîyaz û temînkirina menfîetê an berîhevdana began dihat îdare kirin. Lê ew rêyeke nebaş e. Îdareyek bi wî rengî xirab, kontrolkirina paşayên dewlemend, bi hêz û xwedî îtîbar xeterî peyda dike.

Nuha cumhûrîyet, bi armanca normalîzekirinê ku bi mantiqî ye jî, wek temamê Tirkîyeyê, li Kurdistanê jî, dixwaze îdareya îptîdayî dawî bîne. Lê ew baş nehatîye hesabkirin. Bi wî awayî, arîstoqratên kurd xistin bin kontrola memûrên wek tehsîldarên basît. Temsîldarên hikûmeta merkezî ku 100 - 200 Lîra meaş digrin, nema dikarin walîtîya normal bimeşînin. Helwesta wan a demoqratîk, ji gelek alîyên xwe va tahrîkkar bûn. Wana hemû bingeha serhildanê pêk tînin.

Qasê ku xuyaye, polîtîkaya sekularîzmê li vir, di pratîkê da, ji rojavayê kêmtir tê qebûlkirin. Xwezayî ye ku gote gotên nebaş, ne tenê di qonaxên derebegan da, her usa  di  nava xanîyên feqîrên gundan da jî tên ziman. Ew jî rengek ulvî û stêrkî da serhildanê. Bi kurtî mirov dikare bibîje ku ev serhildan, li hember kontrola hikûmetê ya zordest, serîrakirinek herêmî ye.

Li gor îstîxbarata dawîyê, ku rast e, di nav serhildêran da serbazên başperwerdebûyî û serbazên eşîretan jî cîh girtine, Gelîyê Çemê Muradê ku nêzî Xarpûtê ye bi dest xistine û nuha bi hêzên xwe yên esasî bi jêr va, ber bi jêrê gelîyên Dîcleyê va diçin. 

Mîna ku min berê bi telgrafê dabû zanîn ku hikûmet, du tumen hêza xwe ji dervayê Kurdistanê seferber kirîye. Ji ber ku mesafe dûr e, hewa ne xweş e, dê kêmasî du hefte bikşîne ku ew hêz tevî şikandina serhildanê bibin. Dibe ku serhildêr dê çend biserketinên muweqqet bi dest bixin.

Dibe ku serhildêr, bi rêya Gelîyê Dîcleyê ber bi Mûsil û Îraqê kemerek emnîyetê pêk bînin. Ger dewleta modern a Tirkîyê, di wextek kin da piştgirên ”nîzama kevnare” neşkîne, ne tenê Mûsil, gelek tiştên din dê bikevin xeterê. Usa tê hesabkirin ku Anqere, ji bo şikandina serhildanê dê her cûre amor bi kar bîne. Hemû serokeşîretên ku li deverên serhildanê ne, di wê bawerîyê da ne ku Enqere, ji bo têkbirina serhildanê çi ji destê wan bê dê bikin. Bi taybetî li başûr û li rojhilata başûrê, nêzî deverên ku Îngilîstan dagir kirîye, texmîn ew e ku baldarî li ser serhildanê gelek kêm e.

Telqirafa sefîrê Swêdê nîşan dide ku sefîr, digel Mistefa Kemal e û tevgera Şex Seİd bi xeterî û bi paşverûti dinirxîne. İnglîz û fransî ku li Rojhilata Navîn bûn, alîkarîya kurdan nekirin. Berevajî Fransî digel Mistefa Kemal tevgerîya. İnglîz jî li pey lawazbûna Tirkîyê bûn ku dev ji Musilê bi temamî berde. înglîz piştgirî neda serhildanê. Divê bê zanîn ku dewletên mezin ku xwe bi nûjenî û demokrasîyê dipesinînin, wextê li hesabê wan bê desteg didin her cûre tevger û rêxistinan û heta bîbêjî di sîyaseta xwe da durû ne.

Serhildana Agirîyê di esasê xwe da, berdewamîya serhildana Şêx Seîd bû ku hê agirê wê bi temamî venemiribû. Gelek şerwan hê li Kurdistanê, fîrarî li deverê bûn û hinekên wan jî daketibûn Bin Xetê. Dewleta kemalî, gundên Kurdistanê dişewitand, cezayên giran dida kurdan. Sirgûn jî geş kirin. Kesên li gel dewletê bûn jî ketin ber bayê sîyaseta kemalî. Yek ji wan jî Hiskê Bro Têlî axa bû ku dê bihata sirgûn kirinê. Sîyaseta kemalî Hiskê Biro ”dîn”dikir û wê wek neheqîyek mezin didît û qebûl nedikir û ji bona wê jî berê xwe da Çîyayê Agirî û agirê ewil vêxist. Hiskê Bro, di şerê yekê yê cîhanê da li hember hêzên ûris şerek mezin dabû. Bi xêra hêzên kurdan ûris gelek tengav bûbûn. Hiskê Bro vê bêbextîyê hêvi nedikir û qebûl nedikir. Hinekên din jî ku di rewşa wî da bûn, xwe gîhandin wî. Di nav wan da mezinên deverê bi nav û deng Ferzende beg, Xalis beg jî hebûn. Xalis Begê Sîpkî, di rêya sirgûnê da xwe ji destên cendirme xilas kiribû hatibû çîyê. Xoybûn wê rewşê nirxand û biryar girt ku pêşengîya serhildanê bike. İhsan Nûrî Paşa kirin serleşkerê serhildanê. Ji bo ragîhandinê rojname jî hat derxistin. Xoybûn rêyek nûjen dida ber serhildanê, lê hin tişt li dijî şoreşa millî bû. Alîkarîya dewletek li pişta kurdan nebû. Berewajî dewleta tirkî ji Sowyetê alîkarîyek baş digirt. Tirk bi Îranê ra jî lihev kir û serhildêran ji alîyê Îranê va dorpêçand. Xoybûn ji qada şer dûr bû û serkirdayetî li ber bayê dubendîyên malbatî bê hêz û qels ketibû. Cigerxwîn bi acizî qala dubendî û doza mezinayîya mala Bedirxan û Cemîlpaşa dikir.

Biryara Xoybûnê hebû ku ji Binê Xetê, ber bi Ser Xetê pênc cephe veke. Bi wî awayî dixwestin barê Agirî sivik bikin û hêza leşkerî ya dewletê parçe bikin. Berpirsîyarên wan jî, li Botan Celadet beg, li Dêrikê Ekrem Cemîlpaşa, li Hewêrkan Haco Axa, li Berazan Bozan beg û li Riha-Wêranşehrê kurê Brahîm Paşayê Mîllî, Mehmo axa bûn. Armanc ew bû ku dewleta tirk, beşek ji hêza xwe vekişîne jêr û Agirî jî nefes hilde. Fransî wextê wê planê bihîstin, kurdên Xoybûnê girtin birin jêr, ji nêzîkê xetê dûr xistin. Dewlet ji alîyek din va jî efû derxist û paşê serhildan şikîya.

Osman Sebrî di bîranîna xwe ya nîvco da li se vê yekê radiweste û rexneyên giran tîne serkirdeyên Xoybûnê û dibêje ku, di esasê xwe da berpirsîyarên Xoybûnê ku dê ji Binê Xetê biçûna jor û şerê li dijî dijmin organîze bikira bê dil bûn û xwe baş nedan ber şer.

Xoybûn biryar dabû ku şerê millî li Agirîyê bi Kurdistana Bakur bi sînor bike ku acizîyek li îranê û dewletên din ku Kurdistan parçe kirine peyda nebe. Stratejîyel aqilane bû. Lê İran dîsa jî digel tirk tevgerîyan. 

Serhildana Dêrsimê, ji serîhildanê zêdetir wek berxwedanek tê nirxandin. Kurdên Dêrsimê ku elewî ne, ji zulma dewletê bêzar bûn û ewlehîya xwe li deverek xweser da pêk anî bûn. Dewlet bi armanca têkbirina xweserîyê dest bi dagirtin û qirkirinê kir û azadîya wan a deverê şikand û bi temamî xist bin kontrola xwe. 

Di salên dawîyê da li ser vê berxwedan û serîhildanê gelek mineqeşe di masmedya Tirkîyê da hat kirin. Hin agahîyên nû jî belav bûn. Qetlâm û facîaya xelqê Dêrsimê mezin e. Ew hem ji kurdbûna xwe û hem jî bawerîya xwe ya dîni li ber tofanê ketîbûn. Di dema osmanî da dewlet zêdetir ji dînê wan aciz bû, tehda û qetlîamê dikir. Cumhurîyeta Tirkîyê ji xweserîya wan a kurdî ditirsîya. Ji bona wê bi hovane çûn ser wan û di navbera 1936-1938 derba kirkirinê li wan xistin û bä deh hezaran ji Dêrsimê sirgûn kirin. 

Em cara ewil mudaxele û destega dewletek bîyanî li Mihabadê dibînin. Di şerê Duvê a Cîhanê da Sovyet ji jor ket axa Îranê û înglîz jî deverên din a Îranê dagirtin. Li jor, li Azarbaycanê û Kurdistanê serhildanek tunebû. Bi dagirkirina Sovyetê rewşek nû peyda bû û Sovyet rê da ku kurd jî bibin xwedî maf. Ûris û azerî dixwestin xweserîya kurd di nava Azarbaycanê da saz bikin. Tê gotin ku Seyfî Qadî bi tundî li dij derdikeve.  Kurdistan bû xweserîyek bi serê xwe. Lê wextê ku Sovyet ji Îranê vekişîya rewş ji bin va guhurî. Îran di bin baskê înglîzan da hêzek mezin birin ser kurd û azerîyan. Hêza berxwedanê lawaz bû. Mihemmed Qazî rêya berxwedanê neda ber xwe û di civîna camîyê da jî bawerîya xwe da qebûl kirin. Qadî Mihemmed ji komkujîyek mezin ditirsîya. Îranî ketin Kurdistanê û Qadî Mihemmedê aştîxwaz bi darva kirin. Daxewa, hin eşîretên kurd jî tevî talan û kuştinê bûn. Wê demê Mele Mistefa Barzanî jî li Kurdistanê serdarê leşkerîyê bû. Tê gotin ku Barzanî, li dijî teslîmbûnê bû. Barzanî ji Îranê derket û tevî 500 şerwanên xwe, bi şerê xwe yê navdar, ji ser sînorîn sê dewletan ji ser warên Kurdistanê bi dijwarîyek mezin xwe gîhand Sowyetê.

Barzanî sala 1959 ji ser Çekoslovakyayê hat Îraqê ku li wir xebata reformê dihat kirin. Lê ew hewildan bi ser neçû û şer dest pê kir û geş bû. Sala 1970 otonomîya Kurdistanê hat qebûl kirin û di nava çar salan da dê qeyd û şertên lihevkirinê bi cîh bihata. Nebû û cardin şer dest pê kir. Amerîqa, Îran û Îsraîl piştgirîyek mezin dabûn kurdan lê, ji lihevatinê razî nebûn.  Kurd teşwîkê şer dikirin. Îran, alîkarîyek mezin da kurdan û kurd di nav çend salan da derbên giran li Dewleta Îraqê xistin û Îraq gelek lawaz bûbû. Îraq, bêçare bi Şahê Îranê ra lihev kir. Sala 1975 Şahê Îranê çûbû Cezayîrê civîna OPECê. Di paş perdeyê da Îraq û Îran lihev hatin. Îraq sê giravên stratejîk li Şatul Arabê da Îranê û Îran jî alîkarîya xwe ji kurdan birî. Hetta li ser sînor li hêzên kurdan dixist.  Kisenger bi derewên xwe digot: Haya me ji wê lihevhatinê tune ye. Lê Kisinger nedixwest Barzanî bibîne. Xwe jê vedişart. Wê demê Barzanî, Dr. Mehmûd Osman, Muhsîn Dizayî li Îranê bûn. Barzanî, ji beyana hevdîtinê gelek aciz û bê huzur bû û dixwest Şah bibîne. Lê Şah hefteyek wan binçav kir ku qerara rawestandina şer qebûl bikin û bidin qebûlkirin. Îxanetek mezin pêk hatibû. Îran, Îraq û Tirkîye dijminên kurdan bûn.  Îran û Tirkîye hevpeymanên girîng a Amerîqayê bûn û her usa Tirkîye endamê Natoyê bû. Ew herdû dewlet Kurdistanek qebûl nedikirin. Ameriqa nikaribû doza wan herdû dewletan piştguh bike. Îraq lawaz bûbû û ew jî ji bo Amerîqa û Îsraîlê girîng bû. Lê kirê Amerîqayê di Şerê Kendavê da bi îxaneta duemîn va hat pejirandin. George Bush, kurdan teşwîqê serhidanê kir û paşê Saddam ji Kuweytê derxist. Lê kurdan bi serê xwe di nav lepên Saddam bi tenê hîşt. Saddam, dest bi qirkirina xwe ya mezin kir. Lê Bush digot: Ez ji bo şerek navxwe yê bi salan, jîyana leşkerek xwe jî feda nakim. Lê komkujî her roj di televîzyonan da dihat nîşandan. Paşê Bush mecbûrî parastina kurdan bû. Gelek hêz Amerîqayê hişîyar dikirin û digotin ku; ger em sîyaseta xwe bi vî awayî bimeşînin, sibê dê tu hêz îdî baweriya xwe bi me neyîne. Bi bawerîya min medya ragihandinê ya cîhanê nebûna, dê parastina kurdan jî pêk nehata û Kurdistan jî azad nedibû.

Li rojhilata Kurdistanê piştî ku şah revîya û Xumeynî hat ser hukum, kurd ketin bajarên Kurdistanê û hakîmîyeta xwe danîn. Lê paşê bi tirsa ku bajar nebin qada bombaranê, ji bajaran derketin. Hukumranî ket destê Xumeynî.

 

 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7- 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin