Sîyasetmedarê kurd Lutfî Kivanç koça dawî kir
Sîyasetmedarê naskirî yê kurd li Bakurê Kurdistanê Lutfî Kivanç îro roja înê 27-12-2019an li paytexta Enqerê ya Tirkîyê koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan- Di peywendîya telefonî da kurê Lutfî Kivanç, Rojdî Kivanç ji BasNewsê ra aşkere kir ku îro destê sibehê celteya dil li bavê wî daye û koça dawî kirîye.
Herwiha Rojdî Kivanç aşkere jî kir ku wê cenazeyê bavê wî li Goristana Karşîyaka ya Enqereyê bihê veşartin.
Lutfî Kivanç demeke dirêje di nava sîyaseta kurdî daye. Lutfî Kivanç, sîyasetmedar û ronakbîrekî kurdên Anataolîyayê ye. Wî dema li dibistana mamosteyetî li Enqereyê Hesenoglanê dixwend, dest bi xebata kurdewarî kir û bû xebatkarekî doza Kurdistanê kirîye.
Rola wî di kurdperwerîya kurdên Anataolîyê de girîng bû. Ew kesekê di destpêkê de din av tevgera kurd ya li Anatolîyê bû. Ew bû xebatkarê doza neteweya kurd û Kurdistanê yê domdar.
Nivîskarê me Ibrahîm Guçlû jî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser facebookê derbarê koça dawî ya Lutfî Kivanç da wiha nivîsandîye: “Ew endamê Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî bû. Ew damezrênêrê HEVGIRTIN-PDKê, DKP, KADEPê bû. Di hemandem de di serokatîya van partîyan de cî girt û xebat kir. Di van salên dawî de bû serokê giştî yê KADEPê.
Ciwantîya me bi hev re derbas bû. Me bi hev re xebatên girîng kirin. Ew di heman dem de pisxaltîyê min bû. Hevjîna wî keçxala min e. Ew xwedîyê gelek xwişka ye. Ew bes kurê malbatê ye. Xwişkên wî jî her dem di rîya kurdîtîyê de ne. Malbata wan jî dilsozê doza neteweya kurd e. Ez gelek xemgîn im.”
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin