Sîyasetmedarê Kurd Xalid Meşayix li Yunanistanê asê maye
Sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Xalid Meşayix, li Yunanistanê asê maye ku rewşa wî ya tenduristîyê ne baş e.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Ew sîyasetmedarê ê ji Rojavayê Kurdistanê ku ji bo doza Kurdî gelek xebatên sîyasî birêvebirine, niha li hotelekê li Atînaya paytexta Yunanistanê dimîne û kesekî xelkê Reqayê alîkarîya wî dike li wê hotelê.
Xalid Meşayix ku tenduristîya wî nebaş e, ji Rûdawê re ragihand, ji ber birîna xwe, bi zehmetî dimeşe û ragihand ku ew hêvî dike xwe bigihîne welatekî Ewropî lê bê çare ye û rewşa wî ya aborî jî gelek xirab e.
Ew sîyasetmedarê Kurd ji ber xebatên xwe yên bo doza Kurdî ji alîyê rejîma Sûrîyê ve hatibû girtin û 9 salan di zîndanê de mabû.
Xalid Meşayix sala 1937an li Qamişlo ji dayik bûye, ji destpêka avakirina yekem partîya Kurdî, ew bûye endamê Partî û dest bi xebata sîyasî kirîye.
Rûdaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin