Siyasetmedarên Rojava: Êrîşa Hewlêrê êrîşeke dijminane ye

Siyasetmedarên Rojava: Êrîşa Hewlêrê êrîşeke dijminane ye

.

A+A-

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê de peyam belav kirin û ew êrîş şermezar kirin.

Salih Muslim ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê êrîşên ser Hewlêrê de axivî.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim diyar kir: “Êrîşa ku hatiye ser Hewlêrê, êrîşên terorî ne, şermezarkirin tenê ne bes e, di nêrîna min de ew êrîşên li ser Hewlêrê îro êrîşên li ser her însanê Kurd e. Her însanê Kurd ku îro çi jê tê xwestin, divê bike, berpirsyariyên xwe çi ne, divê bikin.”

Salih Muslim destnîşan kir: “Dijminê gelê Kurd îro ji ber destkeftên Kurd aciz e, dixwaze ji holê rake, ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku em mil bi mil bin, yek bin bi hev re ku em karibin li hember van êrîşên ku têne kirin, li ser gelê Kurd, li ser Herêma Kurdistanê ku em karibin tev biparêzin.”

Muslim da zanîn: “Kî êrîş dike me, ji me re pir ne pêwîst e, êrîşên li ser me yên hovane, bi çi awayekî be, divê em li hember derkevin, duh li Gare êrîş hebû, îro jî li ser Hewlêrê heye. Ku em hîn xwe nekin yek û xwe nikaribin biparêzin, dê li her derê êrîş li ser me zêde bibin.”

Herwiha Îlham Ehmed ji ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê peyamek belav kir û tê de da ragihand: Êrişa bi mûşekan a li dijî Hewlêrê kiryarekî dijminahî ye û cihê şermezariyê ye.Ev êriş ewlehî û istiqrara Herêma Kurdistanê û Iraqê dike armanc. Divê civaka navdewletî helwesta xwe li dijî wê nîşan bide. Rehmet li şehîdan be û ji bo birîndaran selametî be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin