Sizaya sepandî li ser 2 welatiyên Kurd li dadgeha pêdeçonê de hate erêkirin

Sizaya sepandî li ser 2 welatiyên Kurd li dadgeha pêdeçonê de hate erêkirin

.

A+A-

Dadgeha rêjîmê 12 sal girtîgeha sepandî bi ser “Wehîd Çaweran” û salek girtîgeha sepandî bi ser “Husên Wahidî” yê lêpirsê sendîkaya mamostayan li parêzgeha Xurasanê, erê kir.

Pêka rapora Şêwreya hevahengî ya sendîkaya mamostayên Îranê, “Husên Wahidî” yê lêpirsê sendîkaya mamostayan li parêzgeha Xurasanê ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, ew sizaya sepandî li dadgeha pêdeçonê de hatiye erêkirin.

Herwisa sizaya 12 sal girtîgeh û durxistina sepandî bi ser “Wehîd Çaweran” ê mamostayê Paragilaydêr ê xelkê bajarê “Abdanan”ê ser bi parêzgeha Îlamê, ku li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de li sala 1401 a Rojî, hatibû binçavkirin, li dadgeha pêdeçonê de hate erêkirin.

Dadgeha rêjîmê 12 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê û ragirtina mafê pêwendiya wî bi kesên din, bi ser de sepandiye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin